AGIRÎ - Xebatên lêgerîna zêran ên ku ji hêla Şîrleta Koza Altinê ve li Giyadînê hatine destpêkirin, li ser qadeke 470 hektarî belav bûne û kana madenê jî ku Çemê Mûradê jî daxilî nava xwe kiriye, xetereyeke mezin dide der.
Wêrankirina ekolojîk a ku ji hêla Şîrketa Koza Altinê ve li navçeya Giyadînê ya Agiriyê tê kirin, roj bi roj zêde dibe. Projeya wêrankirina ekolojiyê ku di sala 2021'ê de ji hêla Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê yê wê demê Mûstafa Varank û Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê wê demê Fatih Donmez ve bi navê "veberhênana 160 milyon dolarî li Agiriyê" hat destpêkirin, gefê li tevahiya hewzeya ji quntarên Çiyayê Tendûrekê heta Kendava Basrayê dixwe. Li gorî daxuyaniya her du wezîran; tesîseke 160 milyon dolarî ji bo derxistina 20 ton zêr û 3,5 ton rezervên zîv hatiye tespîtkirin û ji bo avakirina wê merasîma hîmdanînê hat lidarxistin. Projeya wêrankirina ekolojiyê ku bi fermî di sala 2021'ê de hat destpêkirin, di çar salên borî de berfireh bûye û qadeke 470 hektarî daxilî nava xwe kiriye.
HEWA Û AXA HERÊMÊ TÊ JEHRÎKIRIN
Projeya wêrankirina ekolojiyê ku li gundê Mollakara yê navçeya Giyadînê hat destpêkirin, 50 metre dûrî Çemê Mûradê yê ji ji quntarên Çiyayê Tendurekê derdikeve. Bi çêkirina tesîsên nû re her roj, kan berfireh dibe û digihîje Çemê Mûradê. Dîmenên dawî nîşan didin ku şîrket tevahiya quntarên çiyayekî talan dike û ji bo neqandina zêr jî siyanurê bi kar tîne û ev yek jî rê li ber karesateke xwezayê vedike.
Li gorî lêkolînên zanistî, bikaranîna sîyanûrê ji bo derxistina zêr ji axê, bi qasî ji sedî 10'ê xwezayê jehrî dike. Wekî din, di dema kolandina axê de madenên wekî arsenîk, antîmon, cîva, nîkel, krom û qurşûnê zirarê didin xwezayê û bi ba re herêmê jehrî dikin.
GER SUYANUR TEV LI ÇEMÊ MÛRADÊ BIBE...
Ji ber ku tesîsa neqandina zêr li ser Çemê Mûradê ye, xetere mezintir dibe. Çemê Mûradê di nav gelek wargehan re derbas dibe û piştî 722 kîlometreyan tev li Çemê Firatê dibe. Dirêjahiya Çemê Firatê heta Kendava Basrayê diçe. Ji ber vê ger siyanur tev li çem bibe dê asta xetereyê mezintir bibe.
Ev projeya wêrankirina ekolojiyê ya ku ji hêla dewletê ve tê piştgirîkirin, li kêleka gundan dest pê dike. Ev ji bo tenduristiya gel jî dibe cihê pirsgirêkên giran.
MA / Omer Akin