MÛŞ - Nûnerên saziyên Elewiyan ên ku beşdarî “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” ya li gundê Qûrçik ê Gimgimê bûn, diyarkirin ku bendewariya wan a ji Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hemwelatiya wekhev e.
Rêxistinên Elewiyan cara yekemîn li gundê Qûrçik ê girêdayî navçeya Gimgim a Mûşê “Mihrîcana Xweza, Çand û Baweriyê” li dar xistin. Mihrîcana ku ji aliyê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Cemxane û Mala Çandê ya Gundê Qûrçikê, Federasyona Elewiyan a Tirkiyeyê (ADFE) û Konfederasyona Yekitiya Elewiyan a Ewropayê (AABF) ve hat lidarxistin, 3 rojan domiya. Gelek nûnerên rêxistinan beşdarî mihrîcanê bûn. Di mihrîcanê de bal kişandin ser polîtîkayên pişaftinê yên li dijî civaka Elewiyan.
‘EM Ê MAFÊ XWE YÊ HEMWELATIYA WEKHEV BIPARÊZIN’
Serokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Cemxane û Mala Çandê ya Gundê Qûrçikê Îmam Ozturk, diyar kir ku li gund gelek ziyaret hene û bi vê boneyê mihrîcan li dar xistine. Ozturk, destnîşan kir ku tevlibûna mihrîcanê li gorî dilê wan bû û mihrîcana ji polîtîkayên pişaftinê re bûye bersivek. Ozturk, di berdewamê de bal kişand ser pêvajoya aştiyê ya heyî û got ku bendewariyên civaka Elewî ji pêvajoyê hene û daxwazên wan ên sereke jî hemwelatiyan wekhev û mafê jiyanê ye. Ozturk, got ku civaka Elewî ji berê heta niha her tim li dijî neheqiyan têdikoşe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li dijî asîmîlasyona li dijî Elewiyan ne tenê gundê me li hemû herêmên Elewiyan mihrîcanên wiha tên lidarxistin. Divê em bi soz, tembûr û bi yekitiya xwe ve bi rêxistin bin. Gundê me gunedeke mezin ê Elewiyan e. Em ê mafê xwe yê hemwelatiya wekhev heta dawiyê biparêzin.”
‘KOMÎSYON HÊVIYA ME YA AŞTIYÊ YE’
Berpirsyarê ADFE'yê yê Rojhilatê Anatoliyayê Kemal Kaya, diyar kir ku Elewiyên koçî metropolan bûne di bin bandora çanda serdest de mane û wan jî xwestiye bi rêya mihrîcanê di nava civaka Elewiyan de hestiyariyekê ava bikin. Di berdewama axaftina xwe de Kaya bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û ev tişt anî ziman: "Endamên DEM Partî û CHP’ê di komîsyonê de hene. Em wek civaka Elewî vê yekê bi nirx dibînin. Ji ber şer gelek mirov mirin û aborî têk çû. Divê ev pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin. Endamên Komîsyonê hêviya me ne. Em dixwazin ku demokrasî ji bo her kesî wekhev be. Em dixwazin bi aştiyane bijîn. Li gorî min divê daxwaza her kesê ev be. Li vî welatî Elewî, li bajar û li gundan li her derê hene. Kurd li her deverê hene. Daxwazên Elewî û gelê Kurd hene, divê daxwazên wan bê cîbicîkrin."
Kaya, daxuyand ku di vê serdemê de êriş û zextên li dijî zimanê Kurdî û ser baweriya civaka Elewiyan zirarê didin pêvajoya heyî û axaftina xwe wiha qedand: "Xelkê Tirkiyeyê îro krîzeke aboriyê dijî û nikarin zarokên xwe bidin xwendinê. Nikarin debara xwe bikin. Lewma divê ji ewil aştî çêbibe. Divê dewlet bêyî cihêkariyê bike, her kesî hembêz bike. Hêviya me ji pêvajoyê heye û divê bi ser keve. Ji bo serkeftina pêvajoyê, di serî de Elewî berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê her kesî."