Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin

  • rojane
  • 09:03 21 Tebax 2025
  • |
AMED - Parêzer Mehmet Sonmez diyar kir ku ji ber nameya ku ji Abdullah Ocalan re şandiye, rêveberiya girtîgehê li dijî muwekîla wî Habîbe Elhalîl El Muslumê lêpirsîn daye destpêkirin û dema ku ew birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin. Sonmez her wiha got ku wan giliyê kesên têkildar kiriye.
 
Habîbe Elhalîl El Muslumê, jineke ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye ku di 8'ê Kanûna 2022'yan de li Amedê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin û darizandina wê berdewam dike. Habîbe Elhalîl Elmuslum binpêkirinên ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê pê re rû bi rû maye bi rêya parêzerê xwe ragihand. Parêzerê wê Mehmet Sonmez diyar kir ku wan li dijî kesên ku binpêkirinên mafên mirovan li dijî muwekîla wê kirine giliyê sûc kiriye. Sonmez diyar kir ku nameya ku muwekîla wî hewl da di 18'ê Tîrmehê de ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bişîne hatiye desteserkirin û bûye sedema lêpirsîna disiplînê. Her wiha Sonmez diyar kir ku dema ku Habîbe Elhalîl El Muslumê birine nexweşxaneyê îşkence lê hatiye kirin. 
 
Sonmez, diyar kir ku sedema desteserkirina nameya muwekîla wê gotina "Dema ku ez ji vir derkevim, ez ê vegerim welatê xwe Rojavayê, li wir jiyaneke komunal ava bikim û hewl bidim ku bi hişmendiya ekolojîk bijîm" e. Sonmez anî ziman ku rêveberiya girtîgehê ev daxuyanî wekî "talîmat" û girêdana "rêxistinî" şîrove kiriye û got: "Bikaranîna peyva 'Rojava' di nameyê de hat astengkirin û sansûrkirin, wekî talîmat û girêdana rêxistinî hat binavkirin. Her çend muwekîlê min der barê vê mijarê de daxwaznameyek ji rêveberiya girtîgehê re pêşkêş kir jî, name ne hat şandin û ne jî radestî wî hat kirin. Her çend di destpêka pêvajoyê de ji me re hat gotin, 'Heke hûn beşên ku me xêz kirine jê derxin em ê nameya we ji nû ve bişînin, em ê wê ji bo radestkirinê bi kargoyê bişînin.' Lê name qet ji muwekîl re nehat vegerandin. Paşê em hîn bûn ku name di bin çavdêriya dîsîplînê de ye. Der barê vê mijarê de serlêdanek me ya li benda nirxandinê li rêveberiya girtîgehê heye."
 
Sonmez, destnîşan kir ku muwekîlê wê ku di 14'ê Tebaxê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl hatiye kirin, di rê de rastî îşkenceyê hatiye û got: "Dema ku muwekîla min ji cendirmeyên ku ew dibirin xwest ku kelepçeyên wî derxin, ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkenceya fizîkî û devkî hatiye û heqaret û îşkenceyê lê hatiye kirin. Piştre berî ku were muayenekirin bi zorê ew xistine wesayîtê û êriş demekê di hundirê wesayîtê de berdewam kiriye. Piştre ji bo muayeneyê dîsa ji wesayîtê hatiye derxistin û li ber deriyê nexweşxaneyê ji aliyê cendirmeyan ve rastî îşkence, taciz û heqaretên din hatiye. Piştî destwerdana karmendên nexweşxaneyê û kesên ku bûyerê dîtine, êrişên li ser muwekîla min rawestiyane."
 
RAPORA DERBKIRINÊ NEDANE GIRTÎ
 
Sonmez, anî ziman ku ku tevî êrişê jî, destûr nehatiye dayîn ku muwekîlê wî li nexweşxaneyê raporê wergire. 
 
Sonmez, bi lêv kir ku wan der barê bûyerê de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gilî kiriye û got: "Me daxwaz kir ku delîlên pêwîst, bi taybetî dîmenên kameraya nexweşxaneyê û rapora êrişê, werin berhevkirin û lêpirsîn der barê cendermeyan û hemû kesên ku tiliya wan di bûyerê de heye were kirin. Em ê bi israr lêpirsînê bişopînin."
 
Habîbe Elhalîl El Muslumê di gilînameya xwe ya ji bo Serdozgerê Komarê yê Amedê de behsa bûyerê kir û got ku li girtîgehê tu ewlehiya wan a jiyanî tune ye. 
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

11:21 Girtiyê ku piştî 33 salan tehliye bû: Pêdiviya welat bi demokrasiyê heye
11:17 Duran Kalkan: Divê li Meclisê li Rêber Apo bê guhdarîkirin
11:15 Ji endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî
10:53 Êrişên dagirkeriyê yên Îsraîlê: Filistînî ji Xezeyê derdikevin
10:51 11 meh in aqûbeta keça xwe dipirse: Dewlet naxwaze bûyerê ronî bike
10:49 Dayikên Aştiyê: Bila ji 7 salî heta 70 salî her kes beşdarî mitînga li Wanê bibe
10:01 Di 8 mehan de 50 serlêdanên tundiyê ji bo ÎHAMED’ê hatin kirin
09:52 Prof. Dr. Ergîl: Guhdarkirin têrê nake divê sererastkirinên qanûnî bên kirin
09:37 Qanûna sînordarkirina titûnê berhemdar mexdûr kir
09:37 DEDAŞ'ê zarok jî di nav de hemû ferdên malbatê dan ber îcrayê
09:37 Wezaretê xebata 'propaganda û sîxûrtiyê' ya li dibistanan piştrast kir
09:08 Sezîn Ûçar a ESP'î: Divê çepgir û sosyalîst di her şert û mercî de piştgiriyê bidin têkoşîna Kurdan
09:07 Behsa Gulistan Tarayê kir: Dê peyrewên wê dest ji rastiyan bernedin
09:03 Ji ber name ji Ocalan re şand lêpirsîn lê hat vekirin
09:00 ROJEVA 21’Ê TEBAXA 2025’AN
20/08/2025
20:22 Li bajaroka Atma ya Idilibê teqîn
20:19 Ji bo Arslan, Sofî û Babur bîranîn
20:08 Kesên ku DAIŞ'ê ew di dawetê de qetilkirin hatin bibîranîn
17:06 Dayikên Aştiyê ji komîsyonê pirsî: Gerîla dê li gorî çi vegerin Tirkiyeyê?
16:39 Dayika Aştiyê Nezahat Teke: Divê komîsyon bi Ocalan re hevdîtinê bike
16:28 Dayikên Şemiyê daxwazên xwe rêz kirin: Bila Komîsyona Heqîqetê bê avakirin
14:09 Dayikên Aştiyê tev li civînê komîsyonê bûn: Êşên me hevpar in
13:46 Erêkirina cezayê îdamê yê Şerîfe Mihemedî hate protestokirin
13:35 Girtî Gokalp: Bi sepanên dermirovî re me terkî mirinê dikin
13:29 Kesê li pêşiya Meclisê ‘Toros’ şewitandî hate girtin
13:14 Nîbel Genç piştî 31 salan tehliye bû
12:08 Hevserokên DEM Partiyê têkildarî Komkujiya Dîlokê peyam weşandin
12:02 Komîsyon dê Dayikên Aştiyê guhdar bike
11:48 Rayedarên Îsraîl û Sûriyeyê li Parîsê civiyan
11:14 Tehliyeya Demîrtaş bi hinceta ‘çalakiya nehatiye kirin’ hat taloqkirin
11:08 Kedkaran bi îktîdarê re lihev nekir: Dê serî li Lijneya Hakem bidin
11:06 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê komîsyon li nêrîn û pêşniyarên Ocalan guhdarî bike
10:10 Îsraîl dê Xezeyê dagir bike: Leşkerên cîgir vexwendin leşkeriyê
09:59 DEM Partiyê bersiv da îdiayên Arslan: Dixwaze berê civakê bide hev
09:52 Zeydan banga tevlibûna mitîngê kir: Em di qonaxa azadiyê de ne
09:51 Bêrîvaniya di bin siya balafir û kalekolan de
09:34 Endamê komîsyonê Firat: Divê ji bo pirsgirêka Elewiyan jî gav bên avêtin
09:31 Endamê ÎHD’ê Saçakli: Divê hemû mijar bên axaftin
09:28 Fatma Bostan Unsal: Ji bo jiholêrakirina fikaran pêdivî bi paqijiya rê heye
09:20 'Projeya civaka demokratîk a Ocalan dikare bibe reçeteya rizgariya gelan'
09:16 Koker: Hevdîtina komîsyonê bi Ocalan re dê cidiyeta pêvajoyê xurt bike
09:08 Starta 1’ê Îlonê dê li Rihayê bê dayin
09:00 ROJEVA 20’Ê TEBAXA 2025’AN
19/08/2025
16:47 Cezayê Rojbîn Çetînê hate erêkirin
15:56 Li dijî zaroka 4 salî êrişa zayendî hate kirin
15:49 Karkerên qeyûm ji kar derxistî çûn serdana DEM Partiyê
15:44 Rojnamegeran ji bo piştevaniyê bi Evrenselê re rojname belav kirin
15:20 Arslan, Sofî û Babur hatin bibîranîn
14:19 Komîsyona cara çaremîn civiya: Qanehkirina civakê erkekî girîng e
14:10 Li ser kesê ‘Toros’ şewitandî tîşortê Yazicioglû hat dîtin
14:07 Ji qeyûmê Wanê bo TUGVA’yê 631 hezar TL
13:59 Hesabê X’ê ya ETHA’yê cara 5’emîn hate astengkirin
13:59 Şaredarê Beyoglûyê Guney ji peywirê hat dûrxistin
13:57 Bazo Yilmaz li ser gora xwe hat bibîranîn
13:28 Di 24 saetan de li Xezeyê 3 kes ji birçînan mirin!
12:48 TAJÊ’yê ji bo Şerîfe Mihemedî banga mezinkirina têkoşînê kir
12:36 Li dijî 2 gundên Siwêdayê êriş hate kirin
12:25 Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê: Ji destpêka salê heta niha 150 êriş li dijî hêzên me hatin kirin
10:32 Komîsyon dê îro li kesên xizmên xwe windakirin guhdarî bike
10:32 Zaroka ku hate îdiakirin ji zinar ketiye jiyana xwe ji dest da
10:31 Li pêşiya Meclisê 'Toros' a spî şewitand
10:11 ‘Divê komîsyon bi her du aliyan re bicive’
10:05 Rojnameger Kaya: Li Sûriyeyê ji bo Tirkiyeyê tekane rê ew e ku dev ji dijminatiya Kurdan berde
09:33 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 17 kes hatin girtin
09:24 Serokê Baroya Îdirê: Divê komîsyon ne 'formalîte' be, divê sererastkirinên qanûnî bike
09:16 Akademîsyenê Çerkes tehliye bû
09:13 Alimê olî Denîz: Divê komîsyon hevdîtinê bi Ocalan re bike
09:12 Wan amadekariyên mitînga mezin a pêvajoyê dike
09:11 Banga 'Mala Dengbêjan' li Şaredariya Mûşê kir
09:00 ROJEVA 19’Ê TEBAXA 2025’AN
18/08/2025
17:11 TÎHV, nêrîn û pêşniyazên xwe pêşkêşî komîsyonê kirin
16:34 ‘Em ê nehêlin li Alîbogaziyê bendav were çêkirin’
16:20 Ji bo agirbestê ji Hamasê re pêşniyareke nû hate kirin
15:55 Li Katoyê Marunisê atolyeya ‘Îdeolojiya Rizgariya Jinê’ hat lidarxistin
15:09 Şaredariya Mûşê dest bi Projeya Çemê Çarê kir
14:57 Arslan, Sofî û Babur li Mêrdînê hatin bibîranîn
14:57 Gulten Akgul piştî 31 salan hate berdan
14:48 Bîler ê ku êrişê Evrenselê kiribû hate girtin
14:12 Li Aydinê jinek hate qetilkirin
14:01 Ji kedkarên cemaweriyê çalakiya neçûna kar: Em mizakere nakin, em ê têbikoşin
13:04 Li Balikesîrê bi pileya 4,2’yê erdhej çêbû
13:03 Li Rêya Armûşê dema komkirina berhemên ‘Bostanê Bajêr ê Jinan’ e
13:01 Tanrikulu ji Meclisê re got: Siyaseta demokratîk misoger bikin
12:36 Li Nîjeryayê keştî binav bû: 40 kes winda ne
12:34 Komîsyon dê li kesên xizmên xwe winda kirin guhdarî bike
11:35 Li Bolîvyayê hilbijertin bo tûra duyemîn man
10:23 Li Geverê bi deh hezaran welatî beşdarî konserê bûn
10:22 Stephen Smellie: Azadiya Ocalan ji bo pêvajoyê krîtîk e
10:02 Xwebûn bi manşeta ‘Divê ev dijminatî rawest e’ derket
09:44 Rojnamevan Eren: Divê zimanê medyayê yê provokatîf bê guhertin
09:12 Şêniyên Mexmûrê yên peyama Ocalan gîhişte wan: Em ji bo berpirsiyariyê amade ne
09:12 Awazên Botanê bi ciwanan re zindî dibin
09:10 Çîroka sirgûna sê rewşenbîrên Kurd dê li ser dika şano bê lîstin
09:09 Jin pêşengiyê dikin: Daxwaza ‘azadiya Ocalan’ li cîhanê belav bû
09:00 ROJEVA 18’Ê TEBAXA 2025’AN
17/08/2025
16:42 X’ê têkoşîna jinên Beluc sansur kir
16:41 Beşa 20’an a belgefîlma ‘Vejîna Kurd’ hate weşandin
16:35 Li Şirnexê binefserekî çawişekê pispor kuşt
16:27 Partiya Sor: Têkoşîna aştiyê berpirsyartiyeke şoreşgerî ye
15:39 Îsraîlê li Xezeyê 18 kes kuşt