WAN - Rejîma Talîbanê ji bo jinan tune bihesibîne li hemû qadên jiyanê, ji perwerdeyê heta tenduristiyê qedexeyan berfireh dike. Jinên berxwedêr li dijî zilmê banga platformeke hevpar li jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.
Talîban di sala 2021'an de li Afganîstanê ji nû ve bû desthilatdar, li dijî hemû beşên civakê zext û zordariyên xwe didomîne. Rêveberiya Talîbanê armanc dike hebûna jinan a di jiyana giştî de kêmtir bike, li qadên ku ji perwerdehiyê bigire heta kar, tenduristî heta azadiyên bingehîn li dijî jinan qedexeyan zêde dike. Li Afganîstanê jin ji bedena xwe heta deng û gavên ku diavêjin tên şopandin.
JINÊN LI AFGANÎSTANÊ
Êrîşên li hemberî jinan her roja ku diçe zêdetir dibe. Ne tenê mafên takekesî, di heman demê de gefê li bîra civakî, pêşketina civakî û mafê jiyanê yê nifşên pêşerojê dixwin. Rêveberiya Talîbanê ku her roj bi qedexeyeke nû tê rojevê, armanc dike ku ne tenê jinan nebîne lê di heman demê de bi rengekî sîstematîk wan ji hemû qadên jiyanê bêbandor bike. Tevî van hemû zext û zordariyan jî jinên Afgan nîşanî cîhanê didin ku berxwedan di nava şert û mercên herî zehmed de jî dikare bê meşandin.
ZEXTÊN TALÎBANÊ ZÊDE BÛN
Piştî ku Talîban di sala 2021'an de li Afganîstanê careke din bû desthilatdar, zext û zordariyên li dijî jinan qat bi qat zêde bûn. Ji bo jinan çûyîna zanîngehê, domandina dibistanê piştî pola 6'an, xebat û derketina derve ya bi tena serê xwe hate qedexekirin. Tevî ku tevlîbûna jinan a li nava jiyana giştî bi temamî tê astengkirin jî, desthilatdariya heyî van pêkanînan bi şîroveya 'şerîatê' diparêze.
Raya giştî ya navneteweyî, tevî bang û hevdîtinên tên kirin jî, li dijî zextên Talîbanê navekin nav hewldanan. Dema ku bangên rêxistinên jinan bê bersiv dimîne, rejîma Talîbanê bi awayekî sîstematîk pêkanînên xwe yên li dijî jinan zêde dike.
Serokê Talîbanê Hibatullah Akhundzada di Adara 2024’an de ragihand ku cezayê qamçî û kevir avêtinê jinûve xistine meriyetê. Heta meha Tebaxê bi dengekî bilind axaftin, tena serê xwe rêwîtî û siwarbûna wesayîtan û bêyî ku temamî nixûmandina bedena xwe derneketina derve hat qedexekirin. Her wiha di dema nimêjê de ji bo mêr dengê jinan nebihîzin di çarçoveya ‘qanûnên exlaqî’ de hatin qedexekirin.
ASTENGKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ
Rêveberiya Talîbanê qedexe kir ku bijîşkên mêr nexweşên jin tedawî bikin. Ji ber vê qedexeyê bi milyonan jin ji xizmeta tenduristiyê bêpar man. Parazvanên mafên mirovan ev pêkanîn weke ku jin terkî mirinê tê hiştin pênase kirin.
XEBATA JINAN HAT QEDEXEKIRIN
Çûyîna jinan a zanîngehê hat qedexekirin û her wiha xebata qadên tenduristî, asayiş yên din jî hatin qedexekirin. Talîbanê bi biryarnameyeke nû ya ji rêxistinên civakî yên sivîl re şand diyar kir ku divê tu personelên jin neyên xebitandin. Hat ragihandin ku rêxistinên ku li gorî wê tevnegerin wê bên girtin.
RADYOYA JINAN HAT GIRTIN
Tekane radyoya jinan a bi navê Radyo Begum jî ji aliyê Talîbanê ve hat girtin. Wezareta Enformasyonê ragihand ku bi hinceta ku bi rêya radyoyê sînyalan ji derveyî welat re tê şandin lisansa radyoyê hatiye betalkirin.
MAMOSTA Û ROJNAMEGER JI KAR HATIN DERXISTIN
Li gorî nûçeya malpera Dengê Jinê ya Afganîstanê, Talîbanê di 22'ê Gulana 2025'an de 91 rojnamevanên jin ên li saziyên çapemeniyê yên neteweyî dixebitin ji kar derxist. Hat diyarkirin ku ev 2 meh in mûçeyên rojnamevanên ji kar hatine derxistin nehatine dayîn. Di heman demê de 120 mamosteyên jin ên li Kabîlê li pêşdibistanan dixebitîn jî ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
DERKETINA DERVE QEDEXE YE
Qedexeyên li hemberî jinan êdî heta hundirê malan jî çêbû. Talîbanê qedexe kir ku pencere li herêmên weke mutbex û hewşan bên çêkirin da ku jin ji aliyê cîranan ve neyên dîtin.
JI BER RENGÊ ÇARŞEVÊ HATIN GIRTIN
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) diyar kir ku rêveberiya Talîbanê zextên li hemberî jinan zêde kiriye û gelek jin bi hinceta rengê çarşeva wan guncav nîne hatine girtin. Li gorî rapora HRW'ê, jin ji ber sedemên weke 'laçikên xerab', 'bi dengekî bilind axaftin' û 'ken' rastî tundiya fîzîkî û psîkolojîk hatine.
Jinên ku ji bo nasnameya eloktronîk werbigirin çûn avahiya nufusê bi hinceta ku burqa li xwe nekirine ji aliyê Talîbanê ve rastî cezayê qamçî hatin. Jin bi darê zorê ji avahiyê hatin derxistin û rastî gefên rayedaran hatin.
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî nemaze jî jinên ku nezewicîne bi zextan re rûbirû dimînin. Di raporê de hat destnîşankirin ku jinên nezewicî ji mafê xanî bêpar tên hiştin û bi darê zorê tên zewicandin û neçarî bazirganiya mirovan tên hiştin.
BANG LI ROJAVA KIRIN: EM TECRUBEYÊN XWE PARVE BIKIN
Li gel hemû zext û zordariyên li ser jinan berxwedan geştir dibe. Du aktîvîstên jin, ku ji ber sedemên ewlekariyê nexwestin navê xwe aşkera bikin, têkildarî têkoşîna ku dimeşînin ev peyam ji Ajansa Mezopotamyayê re şandin:
"Ev serdema tarî di heman deme de dibe sedema mezinkirina ronahiyê. Niha, ne tenê ji bo dengê wan were bihîstin, divê bi gavên şênber destekê bidin wan.
Berxwedana jinan nîşan da ku ne tenê li Rojava li Afganîstanê dikare dijmin têk biçe. Jinên ku di rojên destpêkê yên Talîbanê de daketin kolanan, bi hêza ji Rojava wergirtî re li dijî wan sekinîn. Di navbera berxwedana jinê ya li her du welatan de girêdaneke girîng a hestewar û siyasî heye. Em dikarin bi parvekirina tecrubeyan platforman ava bikin.”
MA / Ruken Polat