STENBOL - Rojnamevan Rahîme Karvar ku ji ber tev li danişînê nebû kelemçeya elektronîk bi wê ve hat girêdan, got: "Mirov nikare ji vê re bibêje çavdêrîkirin. Ev cezakirin e. Ew hewl didin ku bi kontrola edlî xebatên min ên rojnamevaniyê sînordar bikin."
Polîtîkayên zextê yên li ser rojnamevanan li Tirkiyeyê berdewam dikin. Di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2024'an de ku ji hêla Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ve hat amadekirin, Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 158'emîn de ye.
Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) di raporeka xwe ya meha Tîrmehê de ragihand ku di 30 dosyeyan de darizandina 84 rojnamevanan berdewam dike û li 6 rojnamevanan jî lêpirsîn didome. Di heman demê de, tenê di meha Tîrmehê de, li heşt rojnamevanan 8 sal û 4 meh û 25 roj cezayê girtîgehê û 40 hezar û 500 TL cezayê pereyî hatiye birîn. Zextên li ser Çapemeniya Azad berdewam dikin.
Rahîme Karvar ku di 17'ê Çileyê de ligel 7 rojnamevanan li Stenbolê hatibû binçavkirin û girtin, di danişîna yekem a ku di 12'ê Hezîranê de li Dadgeha Cezayê Giran a 24'emîn a Stenbolê pêk hat de hat berdan.
Duyemîn danişîna doza Karvar di 17'ê Tîrmehê de pêk hat. Di danişînê de biryara kelemçeya elektronîk û îmzedayîn hat dayîn. Dadgehê ji ber ku Rahîme Karvar tev li danişînê nebû ev biryar da.
Rojnamevan Rahîme Karvarê bibîr xist ku 5 mehan ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê girtî maye û got: "Di danişîna 17'Ê Tîrmehê de parêzer mazerata xwe pêşkêş kirin. Heyeta dadgehê jî biryareke wekî divê 'ez tev li danişînê bibim' nedan. Piştî berdanê ji ber ku min serdana malbata xwe kir, ez beşdarî danişînê nebûm. Li ser vê dadgehê jî biryara kelemçeya elektronîk û îmzedayînê da. Biryar bi xwe biryareke bi problem e."
'EV CEZAKIRIN E'
Rahîme Karvarê diyar kir ku pêkanîn kelemçeya elektronîk bandor li ser şiyana wê ya jiyan û xebatê kiriye û got: "Ev nikare wekî çavdêrî were binavkirin. Ew cezakirin e. Ew hewl didin ku bi kontrola edlî xebatên min ên rojnamegeriyê sînordar bikin."
MA / Melîk Çelîk