NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya keştiyê ya li herêma Şîroro ya eyaleta Nîjer a Nîjerê rû da de herî kêm 25 kes mirin û bi dehan kes jî winda ne.
Keştiya ku mirovên ji herêma Munya ya Eyaleta Nîjerê diçûn bazarê, li herêma Şîroro qefilî bû. Di raporên destpêkê de hat ragihandin ku 25 kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî winda ne. Li gorî çapemeniya herêmî, keştiya ku ji gundê Guni yê navçeya Mûnya rêwî dibir bazara heftane ya li Zumbayê, piştî ku li bagajeke daran a li naverasta çem xist, qelibî. Ji ber ku bûyer li qadeke xwedî nuqteyeke xurt rû da, tîmên rizgarkirinê di destwerdana wan de zehmetî kişandin.
Şefê herêmî yê Zumbayê Serkîn Ruwa Umer Îşê diyar kir ku baş nayê zanîn bê ka çend kes di keştiyê de mane. Îşê da zanîn ku di nav kesên mirî de 10 ji malbatekî, 5 jî ji malbateke din in. Xebatên lêgerînê yên ji bo windayan berdewam dikin.