RIHA – Dadgeha Destûra Bingehîn, têkildarî Kader Ortakaya ya ku dema êrişa DAIŞ’ê de derbasî Kobanê dibû, bi guleya leşkeran hatibû qetilkirin biryara mafê jiyanê hatiye binpêkirin da.
Der barê Kader Ortakaya ya ku di 6'ê Mijdara 2014'an de ji navçeya Pirsûs a Rihayê derbasî Kobanê bû û di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da biryara binpêkirinê hat dayîn. Birayê Kader Ortakaya ya xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Marmarayê ya di 28 saliya xwe de hat qetilkirin Celal Ortakaya, di 30'ê Cotmeha 2020'an de têkildarê binpêkirina mafê jiyanê yê xûşka xwe serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû.
Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku Kader Ortakaya ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin, di pêvajoya lêpirsînê de kêmasî çêbûne, delil bi rêk û pêk nehatine komkirin, dereng mane, piştî buhurîna salan sedemê mirina wê hatiye famkirin, ji bo girtina lêpirsînê hewldan hatine kirin û di vê bûyerê de mafê jiyanê hatiye binpêkririn.
Dadgeha Destûra Bingehîn, lêkolîna dosyayê qedand û biryar da. Dadgeha Destûra Bingehîn, îfadeya kesên têkildarê bûyerê girt lêbelê hate destnîşankirin ku piştî salekî ji bo îfadeya leşkeran serlêdan hatiye kirin. Dadgeha Destûra Bingehîn wiha nirxand: “Ev rewş der barê cidiyeta lêpirsînê de nêrîneke neyînî çêdike, ji ber ku diyar e di bûyereke mirinê de ku di serî de şert û mercên wê bi zelalî nayên tespîtkirin û li cihê ku rayedarên giştî qeyda vîdeoyê wernegirtine, îfadeyên şahidan ji bo diyarkirina şert û mercên bûyerê pir girîng e û divê bê derengî bê girtin."
Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku di navbera îfadeyên şahidan de nakokî heye ku fîşega gazê hatiye bikaranîn an na, Dadgeha Destûra Bingehîn destnîşan kir ku der barê vê nakokiyê de ji aliyê rayedarên giştî ve tu lêpirsîn (girtina îfadeyên nû) nehatiye kirin û nakokiyên mijara gotinê û îfadeyên ku piştî bûyerê demek dirêj hatine girtin, gumana der barê lêpirsînê zêde dike.
BIRYARA BINPÊKIRINÊ
Dadgeha Destûra Bingehîn diyar kir ku her çend li ser mirinê otopsî hatibe kirin jî, rapora dawî ya di sala 2020'an de bi vekirina du goran, 4 sal piştî bûyerê hatiye amadekirin, ev nîşan dide ku mirin ji ber sedemeke cuda ya û di rapora otopsiyê ya yekem de hatiye diyarkirin (bi guleya çekê, ne bi şarapnelê) pêk hatiye û ji ber vê yekê di lêpirsînê de xemsariyek heye. Dadgeha Destûra Bingehîn di biryara xwe ya binpêkirinê de got, "ji ber ku ev biryara derengmayî ger di wextê xwe de were kirin, dê bandorê li pêvajoya lêpirsînê bike û rê bide ku nêzîkatiyek cûda ji bo delîl û rewşa bûyerê re çêbibe.”
AYM’ê diyar kir ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û divê ji bo serlêder tezmînate mawewî bê dayîn.
MA / Emrûllah Acar