STENBOL – Girtiyê nexweş Emre Erdem ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Kirşehîrê hat kirin û li girtîgehê gef lê hatin xwarin. Erdem ragihand ku gardiyanan gotine, “Hûn bi xêr hatine Gûantanamoyê. Ev Guantanamo ye. Her tiştê ku te berê dizanî û dîtî ji bîr bike. Îmrali 1, ev der 2.”
Emre Erdem di lîsteya girtiyên nexweş ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de ye û sala 2016’an de bi îdiaya endamê rêxistinê ye hat girtin û 10 sal ceza lê hat birîn. Erdem di Girtîgeha Marmarayê de dima û ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeta Tîpa S ya Kirşehîrê hat kirin û li vir rastî tundî û gefên mirinê hat.
Gelek nexweşiyên Erdem heye û bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku rastî gefan hatiye. Li gorî qeyda deng a hevdîtinê Erdem got, “Çawa ku ez ketim Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, gardiyanan ji min re gotin, 'Hûn bi xêr hatin Guantanamoyê. Ev Guantanamo ye. Her tiştê ku te berê dizanî û dîtî ji bîr bike. Îmrali 1 e, ev 2 ye'. Di roja xwe ya yekemîn de ez neçar mam ku bi 2 kesên bêalî re di heman hucreyê de bimînim. Lê belê dema min red kir, careke din gef li min xwarin û gotin, 'li vir hiqûq nîne, hûn ê bibînin bê em dikarin çi ji we bikin, li vir rêxistinbûyîn nîne, hûn nikarin, divê bi me re baş li hev bikin, naxwe wê bi rengekî nebaş biqede'.”
‘GUH NEDAN NEXWEŞIYÊ, ÎŞKENCE KIRIN’
Erdem da zanîn ku gelek gardiyanan gef li wî xwarine, ew şandina li cem 2 girtiyên bêalî û di qeyda deng de wiha hat gotin: “Min xwest ez ji wê koxuşê derkevim lê gotin li wir heta hûn hev nekujin em ê we ji wir dernexin. Min dîsa qebûl nekir û vê carê jî gardiyanên wê dere êrîşî min kirin. 10 deqeyan bênavber li min xistin. Min got ez nexweş im, nexweşiyên xwe ji wan re got lê guh nedan min.
Dest û milê min reş bûn û di pişta min de şopa birînan hebû. Careke din tiliya min birîndar kirin û ji ber vê yekê diviyabû kincê min li destê min hebûya. Ez nikarim milên xwe yên çep û rastê bi rehetî bilivîne. Li lingê min ê emeliyatbûyî xistin û tevî ku min qala vê kir jî lêdana li wî dewam kirin. Midûrê girtîgehê got, 'Vaye em qanûn in, mevzûat in. Li vir gotineke kesî nîne. Tiştê em dibêjin ew e. Hûn ê guhdariya me bikin, hûn nikarin li dij derkevin. Naxwe em dizanin bê em ê çi bi te bikin'. Min got, 'qanûn û rêzikname hene'. Lê bersiv dan, 'Ev der ne cihekî bi vî rengî ye. Cihên din ên ku we dîtine ji bîr bikin. Gotin ev girtîgeh li Tirkiyeyê bêhempa ye, girtîgeheke din a bi vî rengî nîne.”
Erdem di berdewamê de wiha got: “Ev wek binpêkirinên mafan ên din nîn e, rewş pir cidî ye. Ger piştre bêdeng nemama ez ê bihatama kuştin. Gardiyanan gotin; ‘Tu hatî vê derê em ê te rihet bernedin. Aştî me eleqedar nake.” Dîsa dest bi lêdanê kirin. Destê min girtin û 6-7 gardiyanan li min xistin. Kamera hebûn. 30-40 metre li erdê hatin rakişandin.”
LÊPIRSÎNA DÎSÎPLÎNÊ
Di qeyda deng a Erdem de diyar kir ku piştî êrîşa gardiyanan nekaribûye ji erdê rabe û got, “Min nekarî rabim û bi rewşeke nêz min rakirin nexweşxaneyê. Gardiyanan ji bo li nexweşxaneyê rapora birîndarkirinê neyê dayîn, hewldaneke mezin kirin. Gardiyanan ji doktoran re gotin, 'Gazinên wî yên sergêjînê hene'. Piştî bi israr rapora birîndarbûnê ji min re hat. Ji ber bûyerê der heqê min de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin.”
‘JI BER ZEXTAN 10 KESAN ÎNTÎXAR KIR’
Piştî axaftina telefonê parêzerên ku çûn hevdîtina bi Erdem re ragihandin ku, ji bilî tiştên ku muwekîlê wî di dema axaftina telefonê de rave kiriye jî ev tişt anîn ziman: "Şert û mercên ku ez weke girtiyê nexweş têm ragirtin qet ne guncaw e. Qawîş biçûk e û cihê meşê bi sînor e. Rojê tenê 1 saetan hewadarkirin heye. Cihê şûştina cilşûştinê tune ye. Li şûna ku ez bibim girtîgeheke baştir, ez birin girtîgeheke gelekî xerabtir û qawîşê. Dîsa li girtîgehê gotegot hene ku gelek xwekuştin hene û ji ber zextên psîkolojîk ên gardiyanan nêzî 10 girtiyan întîxar kirine. Girtiyê ji Rojava yê bi navê Hamza Hamza jî, ku di koxûşa min de ye, berê jî ji bo vê yekê hewldana xwekuştinê kiribû."
MA / Omer Îbrahîmoglu