WAN - Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, di civîna bi rojnamegeran de gotin ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê wan û banga xwedîderketina li pêvajoyê kirin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin, li hotêleke bajar bi rojnamegeran re civiyan. Gelek rojnameger tev li bûn.
Hevşaredaran diyar kirin ku banga dîrokî ya 27'ê Sibatê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Apo kir, werçerxeke û destnîşan kirin ku divê bi hemû derfetên xwe piştgiriyê ji vê pêvajoyê re bikin. Neslîhan Şedalê anî ziman ku li gel desteserkirina îradeyê ya beriya niha jî wan bi îradeya gel careke din dest bi wezîfeyê kirin û got: “Di rêveberiyên xwecihî de em ê li ser xeteke azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk bixebitin.”
‘JI BO AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK EM Ê SEFERBER BIBIN’
Bi domdarî Neslîhan Şedalê ev tişt anî ziman: “Em di demeke welê de ne ku derfetên aştiyê, derfetên avakirina civaka demokratîk gelekî zêde ne. Banga ku Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de kir, hêvî ji nû ve mezin kiriye ku êdî li her devera cîhanê aştî dikare pêk were, hêvî dikare bê mezinkirin." Neslîhanê Şedal bi domdarî got: “Me beriya niha gotibû, em careke din dibêjin ku li qada rêveberiyên xwecihî em ê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û ji bo avakirina aştiyê, ji bo avakirina civaka demokratîk hemû derfetên xwe seferber bikin."
‘DIVÊ HIKÛMET GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJE’
Abdullah Zeydan jî diyar kir ku rêveberiya qeyûm xisarên cidî da bajêr, lêbelê bi aqlê kolektîf wê bi gel re van xisaran çareser bikin. Zeydan, destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan ne tenê peyameke siyasî ye, di heman demê de ji bo aştiya civakî ya li Tirkiyeyê firsendeke mezin e û axaftina xwe wiha qedand: “Di demekê de ku Rojhilata Navîn di nava êgir de ye, divê hikûmet li gorî vê banga dîrokî û firsenda dîrokî gavên pêwîst biavêje."
Civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.