Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e

  • rojane
  • 10:03 18 Hezîran 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN -  Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo bal kişand ser banga Abdullah Ocalan û got: “Di serî de civaka Êzidî, ev bang ji bo hemû gelên bindest dîrokî ye. Bingeha ronesansa Êzidiyan e.”

Heveroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Cîhan Celo diyar kir ku civaka Êzidî di tevahiya dîroka xwe de rastî komkujî û qirkirinan hatiye. Cîhan Celo, got ku bi êrişa DAIŞ’ê re ku weke “Fermana 73'yan” tê binavkirin re hewl hat dayin ku civaka Êzidî bi temamî were tunekirin. Cîhan Celo, got ku civaka Êzidî bi felsefeya Abdullah Ocalan li dijî van êrişên qirkirinê sekinî. 
 
Cîhan Celo bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di fermanan de ji ewil jî jinên Êzidî hedef hatin girtin. Lêbelê jinan bi fikir û felsefeya Rêber Apo bersiv da van fermanan. Îro, bi pêşengtiya jinan ronesansa Êzidiyan pêk tê.” 
 
Bi domdarî Cîhan Celo anî ziman ku fikrên Abdullah Ocalan civaka Êzidî jinûve rêxistin kir û got: “Ev fikir, hem girêdayî xwezayê hem jî girêdayî aştî û demokrasiyê ye. Her çend ji ber bandora netewe dewletan civak car bi car ji eslê xwe dûr hatibin xistin jî, felsefeya Rêber Apo civaka Êzidî dîsa li eslê xwe vegerand. Em jî li dora vê bangê civiyan û em ê bi avakirina aştî û civaka demokratîk re dê pergala neteweya demokratîk, rêveberiya xweser ava bikin. Fikrên Rêber Apo Êzidî ji koletî, bindestî û qirkirinan rizgar kir û civakeke berxwedêr ava kir. Bi vê bangê re em ê têkoşîna xwe mezin bikin, dê yekitî û yekparetiya xwe bi pêşengtiya jinan pêk bînin. Rêber Apo di peyama xwe de gotibû ku ew ê di hemû şert û mercan de bi civaka Êzidî re bin. Keda Rêber Apo ji bo me daye dê vala neçe.” 
 
BI RÊYA KOMUNAN AVAKIRINA NETEWEYA DEMOKRATÎK 
 
 
Cîhan Celo, da zanîn ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi modela konfederalîzma demokratîk a Abdullah Ocalan hatiye avakirin û ev tişt anî ziman: “Lingê kêm ê meclisên piştî fermanê hatine avakirin, komun bûn. Bi vê konferansê re ev ling jî hate temamkirin. Komun ne tenê ji Êzidiyan, ji Ereban jî pêk tê. Ji ber ku gelê Ereb jî ji hêla leşkerî û siyasî ve pergala neteweya demokratîk erê kiriye, bi polîtîkayên şerê taybet hedef tê girtin.” 
 
Cîhan Celo, anî ziman ku fêmkirina bangê û vegotina wê berpirsyartiya rewşenbîrên Êzidî ye û got ku ji bo bang bigihije armanca xwe, divê civaka Êzidî pêşengtiyê bike. Cîhan Celo, diyar kr ku nameya Abdullah Ocalan şandibû di nav gel de hatiye xwendin û tevî nêrîn û nirxandinên wî hatiye şîrovekirin. Cîhan Celo, wiha domand: “Êzidiyan wateyeke mezin da vê nameyê. Di çarçoveya vê banga dîrokî û nameya Rêbertiyê ji Êzidiyan re şandibû de em ê civînan, komxebatan û hevdîtinên bi gel re li dar bixin. Em ê xebatên xwe yên ji bo ronesansa Êzidiyan bidin destpêkirin. Gava ewil, xwendina peyama Rêbertiyê bû. Di nameyê de hate gotin ku divê civak li gorî zîhniyeta neteweya demokratîk were avakirin, birêxistinkirin û divê bi derdorên cuda yên li herêmê re hevdîtin bên kirin. Ji roja fikrên Rêber Apo di nava vê civakê de belav bûyîn heta niha di serî de Êzidî, di navbera Şîe, Sunnî, Ereb û hwd. yekitî heye. Ev bawerî ji ewil dijminên Êzidiyan bûn. Lê niha xwe li ser heman xeta têkoşînê birêxistin dikin û vê xakê bi hev re diparêzin.” 
 
DÊ BANGÊ BIRÊXISTIN BIKIN 
 
Di berdewamê de Cîhan Celo got ku dê di çarçoveya bangê de herêmê birêxistin bikin û wiha pê de çû: “Di vê çarçoveyê de em ê komxebat û konferansan li dar bixin. Gelo dê civaka Êzidî çawa veguhere û divê diyalog û muzakereyên wan ên bi derdorên din re çawa bin, em ê vê nîqaş bikin. Divê herî zêde rewşenbîrên Êzidî piştgiriyê bidin vê bangê û vebêjin. Piştî vê bangê, di nava gel û baweriyên Şengalê de piştevaniyeke nû dest pê kir. Şîe, Sunnî, Ereb û Êzidî hatin gel hev û xaka xwe bi hev re diparêzin. Ev jî ruhê pergala neteweya demokratîk e. Divê ev pergal ne tenê li Şengalê, li tevahiya Iraqê were qebûlkirin.” 
 
'HETA AZADIYA FÎZÎKÎ ÇÊNEBE AŞTÎ NABE’ 
 
Cîhan Celo, bal kişand ser pêvajoya heyî û hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re û got: “Erê pêvajoyek dest pê kir lê heta Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê pêvajo pêş nekeve û dê gelê Kurd û civaka Êzidî azad nebe. Azadî, girêdayî azadiya Rêber Apo ye.” 
 
AVAKIRINA JIYANA NÛ YA BI PÊŞENGTIYA JINAN 
 
Cîhan Celo, got ku jin ji bo cîbicîkirina bangê pêşengtiyê dikin û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de jin pêşengtiyê ji dîrok, heqîqet û civaka xwe re dike. Heta ev nebe jî veguherîneke rast nabe. Lewma jî li Şengalê avakirina civakê ya bi pêşengtiya jinê bilezûbez didome. Divê hemû gel û bawerî di nava vê pergalê de cih bigirin. Divê Iraq vê pergalê qebûl bike û pêşiya wê negire. Bi rêya vê pergalê dikare krîza xwe ya heyî çareser bike. Têkoşîna me, ji bo pêkanîna ronesansa Êzidiyan e. Bi vî awayî em dikarin bibin xwedî statû û neteweya demokratîk ava bikin.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

16:55 DEM Partî li Sîlîvriyê daxuyaniyê dide
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin