Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin

  • jin
  • 15:11 17 Hezîran 2025
  • |
img

AMED - Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz ku dê cara ewil ji hêla MKG’ê ve bê lidarxistin, dest pê kirin. Serlêdan dê di çar beşan de bên kirin û serlêder dikarin heta 17’ê Hezîranê-28’ê Îlonê serlêdanên xwe bikin. 

 
Gurbetellî Ersoz di dîroka Çapemeniya Azad de bû dengekî mezin, li Tirkiyeyê cara ewil wekî jinekê bû Gerînendeya Weşanê ya Giştî. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ji bo bîranîna Gurbetellî Ersozê û kedkarên çapemeniya azad ên jiyana xwe ji dest dane, Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz li dar dixe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê ku cara yekemîn e tê lidarxistin, îro dest pê kir û dê heta 28'ê Îlonê bidome.
 
Tenê rojnamevanên jin dikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Pêşbirk dê di 4 kategoriyan de were lidarxistin: Nûçeyên "Kurdî", "Tirkî", "Wêne" û nûçeyên "Wêne-Vîdeo".  Her beşdar dikare tenê bi yek berhemê di yek kategoriyê de beşdarî pêşbirkê bibe. Serlêdanên ji bo pêşbirkê dê di 17’ê Hezîrana 2025’an de dest pê bikin û di 28’ê Îlona 2025’an de bi dawî bibin. Berhemên serketî dê di 6’ê Cotmehê de werin ragihandin. Xelat dê di 8’ê Cotmehê de, di merasîma dê were lidarxistin de, bê dayin. Ji bo kesên di pêşbirkê de bi ser bikevin wê kompîtur wekî diyarî bê dayin
 
ŞERTÊN TEVLIBÛNÊ  
 
Şertên beşdarbûna pêşbirkê ev in: 
 
Her kes dikare tev li pêşbirkê bibe. Jurî nikarin tev li pêşbirkê bibin. Berhemên ku ji bo pêşbirkê hatine şandin divê berî 8’ê Cotmeha 2024’an nehatibin weşandin. Beşdar dikare bi berhemeke ku di nav salekê de xelat negirtibe û di pêşbirkeke dinê de nehatibe pêşandan, tev li pêşbirkê bibe. Ger aşkera bibe ku berhem di nav salekê de li dereke dinê hatiye pêşandan an jî xelat girtiye wê ew xelata ji bo wê berhemê bê betalkirin.  Wê demê ger xelatek hatibe wergirtin, divê ji hêla beşdar ve were vegerandin. Beşdar dema ku bi xelateke ne aîdî wê be tevli pêşbirkê bibe wê demê ew ê sepandina binpêkirina rêgezê ji aliyê endamên juriye ve pêk were. 
 
Hemû beşdarên ku berhemên xwe dişînin pêşbirkê, wekî ku mijarên di şertên beşdariyê de hatine destnîşankirin, qebûl kirine, têne hesibandin. Beşdarên ku van mercan bicîh neynin dê ji pêşbirkê werin derxistin. Ger berhem nehatibe weşandin, navê berhemê, cih û dema kişandina wê divê di dosyayê de cih bigire; ger hatibe weşandin jî, divê rojname, kovar, ajans, malper, agahdariya TV û dîroka weşanê û kopiyek ji weşanê di dosyayê de cih bigirin.
 
Beşdar divê jînenîgarî (CV), navnîşana têkiliyê û agahiyên li ser berhema xwe li dosyaya serlêdana xwe zêde bikin. Serlêdan dê bi rêya malpera fermî ya MKG’ê werin kirin.
 
BEŞÊN NÛÇEYAN   
 
Beşdar dikarin bi berhemên di kategoriyên wekî siyaset, aborî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û werzîşê de yên ku balê dikişînin ser jinan û bi perspektîfa jinan hatine amadekirin, beşdar bibin. Ger nûçeyên ku wê ji bo pêşbirkê bê şandin, li ser çapemeniya nivîskî hatibe weşandin dikare bi formata PDF’ê ji navnîşana e-maîlê re were şandin û ger di medyaya înternetê de hatibe weşandin, dikare bi formata Word’ê were şandin. Divê lînka nûçeya ku di medyaya înternetê de hatiye weşandin jî were şandin.
 
BEŞA WÊNEYAN  
 
Li ser rûyê dawiyê yê qoziya çepê yê binî yê berhema wê bê şandin, wê nav û paşnavê xwediya berhemê û navê berhemê bên nivîsandin. Divê dema kişandina berhemê, mekan û navê nûçeyê bê diyarkirin.  Divê pîvana berhemên wê bên şandin wiha be: kêleka kin herî kêm 2000 piksel, divê di formata JPG’ê de be, divê dîtbariya wê 300DPÎ be. Ger lijneya juriyê pêdiviyê bibîne dikare ji beşdaran halê orjînal ê wêne (Raw) jî bixwaze. Wêneyên ku li ser hatibin lîstin (ji xeynî eyarên ronahî, reng, kontrastê) nayên qebûlkirin. Wêne bi formata JPG’yê dikare ji e-maîlê li jêr hatiye diyarkirin, bê şandin. Divê wêne wateya “wêneyê nûçeyê” hilgire. 
 
BEŞA VÎDEO Û NÛÇEYÊN BIDÎMEN  
 
Di beşa ku nûçeyên dîtbarî yên ji ajansan û nûçeyên televîzyonê wê lê cih bigirin de, divê beşdar li kurgû, kalîteya dîtbariyê û hevsengiya di navbera dengê xwezayî û dengê derve de, baldar bin. Divê dîmen bi kalîteya "dîmenên nûçeyan" bin. Divê wêneyên nûçeyan 2-3 deqeyan derbas nekin.
 
JURÎ
 
Beşa Nûçeyên Kurdî: Semiha Alankuş, Hatîce Kamer û Hesna Muhemed
 
Beşa Nûçeyên Tirkî: Gultan Kişanak, Tugçe Tatarî, Pinar Ogunç û Pinar Ural
 
Beşa Wêneyan: Laura Domenech, Nişmiye Guler, Reyhan Hacioglu û Bêrîtan Canozer
 
Beşa Vîdeo - Nûçeyên Bidîmen: Nezahat Dogan, Halîme Parlak û Heval Aslan
 
Navnîşan: 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê 
 
Kuçeya Alîemîrî, Avahiya Malî Muşavîrler Hejmar: 1-1/3
 
Yenîşehir/AMED
 
E-Posta: info@mkgdernek.org
 
Tel: +90 (555) 746 93 43
 

Sernavên din

16:55 DEM Partî li Sîlîvriyê daxuyaniyê dide
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin