ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da

  • rojane
  • 13:27 17 Hezîran 2025
  • |
img

ENQERE - Ji bo tehliyeya girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ê ku rewşa wî kritîk e, ji bo ATK’ê serlêdan hate kirin. ATK’ê cara duyemîn rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e” da.

 
Mehmet Emîn ê 73 salî, mile wî yê çepê felc e û di lîsteya nexweşên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye. Hewldanên ji bo tehliyeya Çam hatin kirin bê ancam man, Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora “Rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e" da. 
 
Parêzerê Çam Nezahat Celen, diyar kir ku muwekîlê wê nexweş e û ji ber meziniya temenê wî, ragirtina wî ya li girtîgehê dê ji bo jiyana wî rewşek krîtîk çêbike. Parêzer Nezahat Celen, ji bo “Taloqkirina cezayê”  di 22’yê Nîsanê de serî li Dozgeriya Komarê ya Êlihê da. Dozgeriyê biryar da ku Çam sewqî ATK'ê were kirin. Di 7’ê Gulanê de ATK’ê rewşa Çam nirxand û Lijneya 11’mîn a ATK’ê, di 21’ê Adarê de der barê Çamê 73 salî ku berê qeyrana dil derbas kiribû, milê wî felc e û gelek nexeşiyên wî yên din hene, biryara “Bi tena serê xwe dikare li girtîgehê bimîne” da.
 
RAPOR LI DIJÎ RASTIYA TIBÎ YE  
 
Malbata Çam, piştî biryarê serî li Parlamentera Şirnexê ya DEM Partiyê û Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê (ÎHÎK) Newroz Ûysal Aslanê da. Newroz Ûysal Aslan, li ser daxwaza malbatê serî li ÎHÎK’ê da. Di serlêdanê de bal kişand ser gotina di rapora ATK’ê de ku digot "Kal nîne" û destnîşan kir ku ev nirxandin ji rastiya tibî dûr e û li dijî rûmeta mirovahiyê ye. 
 
‘BIRYAR NE ZANISTÎ YE POLÎTÎK E’  
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku Çam gelek caran qeyrana dil derbas kiriye û ev tişt hatin gotin: “ATK a ku ji bo Çam dibêje ‘rewşa kalbûnê nîne’, naveroka têgeha ‘kalbûn’ê vala kir û bi vê yekê re ji bo bêwijdaniya pergala cezayê veşêre nirxandina tibî bikar aniye. ATK, bi nirxandinên xwe yên teorîk ve rewşa mercên girtîgehan rewa dike. Ev yek jî dide xuyakirin ku ATK ji saziyek tibî bêtir, mekanîzmeyeke pergala cezakirinê ye. Biryarên ATK’ê ne zanistî ye politîk e.   
 
DAXWAZA PISPORÊN SERBIXWE  
 
Herwiha, di serlêdanê de ji pisporên serbixwe hat xwestin ku biçin rewşa Çam binirxînin û hat xwestin ku divê ATK ji nû ve were sazkirin, ji bo girtiyên pîr û nexweşên giran "Statûya ceza ya taybet" were destnîşankirin û ji bo şopandina van nexweşan divê li derveyî girtîgehê bin û Wezareta Dadê gavên pêwîst biavêje.
 
ÇI BÛBÛ?   
 
Mehmet Emîn Çam, dema Serokatiya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya Sêrtê dikir, di 12’ê Kanûna 2012’an de bi îdiaya “Meclisa Bajar a KCK’ê” hate girtin. Piştî 10 mehan dîsa hate berdan. Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê îcar jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal ceza lê birî. Cezayê Çam ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û di 14’ê Adara 2022’yan de hate girtin. Çam, li Girtîgeha Tîpa M a Êlihê 17 rojan di hucreya yekkesî de hate girtin. 
 
Çam, di 1’ê Nîsana 2022’yan de sewqî Girtîgeha Tîpa T a Qûbînê hate kirin û hat tespîtkirin ku di mejiyê wî de tumor heye. Di 27’ê Gulana 2022’yan de jî krîza dil derbas kir û anjiyo bû. Di heman demê de Çam nexweşê gurçikan e û du caran ji gurçikên xwe emeliyat bûye. Llê tevî vê jî kîstên di gurçikên wî de dîsa derketin. 
 
Her wiha carekê jî emeliyata kataraktê bû û di çavên wî de miyop astigmat heye. Guhê wî yê rastê nabihîse, aliyê wî yê çepê felc e û bi zehmetî dimeşe. 
 
DAXWAZÊN JI BO TEHLIYEKIRINÊ HATIN REDKIRIN 
 
Ji bo tehliyeya Çam heta niha gelek serlêdan hatine kirin. Lê tevek jî hatin redkirin. Saziya Tipa Edlî (ATK), di 15’ê Mijdara 2024’an de ji bo Çam rapora “Dikare sexbêra xwe bike” amade kir. Di 28’ê Mijdara 2024’an de jî ji bo Serdozgeriya Komarê ya Êlihê serlêdan hate kirin û serdozgeriyê bi hinceta rapora ATK’ê serlêdan red kir. 
 
Çam, di 16’ê Nîsanê de careke din krîza dil derbas kir. Çam ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Êlihê, piştî tedawiyê di 22’yê Nîsanê de dîsa şandin girtîgehê. Parêzeran, bi daxwaza “taloqkirina înfazê” di 22’yê Nîsanê de serlêdan kiribûn.
 
MA / Mehmet Aslan
 
 
 
 

Sernavên din

21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin
09:04 27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye
09:02 Denîz Poyraz 4 sal berê hat qetilkirin: Em ê ji bîr nekin
09:01 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 4’an de ye: Tesîsên enerjiyê di hedefê de ne
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2025'AN
15/06/2025
16:53 HDK’ê kesên di Komkujiya Seyfoyê de jiyana xwe ji dest dan bîr anî
16:48 Li Êlihê şaneşîn kete xwarê: 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:45 ‘Mafê hêviyê dê ji bo dewletê bibe gavekî girîng’
16:16 Hefteya Koçberiyê: Em malên xwe yên hatine şewitandin, mafên xwe yên hatine xespkirin dixwazin
15:49 Fransa, Ingilistan û Almanyayê teklîfa muzakereyan li Îranê kir
14:39 Partiya Çep a Kesk civîna xwe ya PM’ê li dar xist
13:23 Meclisa Ekolojiyê ya Amedê hate avakirin
13:10 Keskîn Bayindir: Felsefeya Ocalan pêkvejiyanê pêşkeşî me dike
12:55 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo zarokan şahî li dar xist
11:15 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 3’yan de didome
10:55 Pisporê Rojhilata Navîn Ozkan: Şer ne çareserî ye, çareserî pergala demokratîk e
10:47 Malbatên PKK’iyên ji hêla PDK’ê ve hatine girtin: Em dixwazin agahî ji zarokên xwe bigirin
10:24 Welîd Çolî: Şerê Îsraîl-Îranê şerê serdestiyê ye
10:23 Trump gef xwar: Heke Îran êriş bike em ê tevahiya hêza xwe ya leşkerî bi kar bînin
10:00 Partiyên siyasî yên Kurd dixwazin bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin
09:45 Hejmara 120’an a kovara Jinê derket
09:42 Ji bo girtî Erbaga banga hestiyariyê
09:39 Dîmenên nû yên texrîbata ekolojîk a li Gabarê
09:36 Mîrateya Qral Sakon: Gundê Sakê
09:24 Serokê Baroya Wanê: Divê retorîka ‘Tirkiyeya bêteror’ bê terikandin
09:23 Ji bo koçeran rêya bi kort, ji bo baregeha leşkerî rêya betonê
09:05 Li Edeneyê posterê Abdullah Ocalan hate hilayistin
09:03 ‘Divê dewlet bi lezgînî gav bavêje’
09:02 Di dema agirbestê de birayê wî jiyana xwe ji dest da: Êrîş baweriyê kêm dike
09:01 ROJEVA 15’Ê HEZÎRANA 2025’AN
14/06/2025
16:53 Êrişên Îsraîlê berdewam in: 3 zanyar hatin kuştin
16:35 PJAK’ê der barê Îranê de daxuyanî da: Azadî di têkoşîna demokratîk a gel de ye
16:01 Li Pirsûsê ji bo Altûn û Kaytan merasîma bibîranînê li dar ket
15:32 Bayindir: Bila dewlet dev ji helwestên êrişkar berde
14:46 Li Îzmîrê agir bi daristanê ket
14:27 Dayikên Şemiyê aqûbeta Nûrettîn Çûr pirsîn
14:21 Girtiyê ku tehliyeya wî 5 caran hatibû taloqkirin tehliye bû
14:17 Ji bo jinên girtî kartên piştgiriyê
14:06 Çalakiya KHK: Divê li welat aştî pêk were
13:54 Ji xizmên windayan banga ‘rûbirûbûnê’
13:09 Îran: Beşdariya me ya guftûgoyan ne diyar e
13:01 Şenyaşar hatin bibîranîn: Divê ji bo aştiyê gav bên avêtin
12:51 Di êrîşa li dijî Tebrîzê de 2 fermandarên Îranê hatin kuştin
12:42 Bakirhan: Hevdîtina Ocalan a bi lîderên Kurd re dê pêvajoyê xurt bike
11:56 Serokê komeleyê di êrişa bi çek de jiyana xwe ji dest da
11:44 Li Îranê Serfermandarê Giştî yê Artêşê hate tayînkirin
11:38 Li Şirnexê li hemberî îstîsmara zayendî bertekên hevpar: Bila kiryar bên cezakirin
11:20 Îranê Tengava Hurmuzê girt
11:18 Serokên Baroyên 15 bajaran ji bo rojevê dê biçin Enqereyê
10:59 Gerry Adams piştgirî da Ocalan: Azadiya wî mijareke jiyanî ye
10:41 Dê Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz bê lidarxistin
10:32 Welatiyên Tirkmen pêvajo nirxandin: Em bi Abdullah Ocalan bawer in
10:30 Dr. Yildiz Onen: Divê mafên penaberan bên qebûlkirin
09:41 Wesayîta karkeran qeza kir: 20 karker birîndar bûn