Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin

  • rojane
  • 09:07 16 Hezîran 2025
  • |
img

EDENE - Xizmên girtiyên nexweş diyar kirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêka girtiyên nexweş hewceye demildest gav bên avêtin û gotin: “Divê girtiyên nexweş tavilê bên berdan.” 

Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 412 girtiyên nexweş hene. Heta niha gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û yek ji rojevên sereke ye lê dîsa jî îktîdar ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê tu gavan naavêje. Bi “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mijara girtiyên nexweş dîsa bû rojeveke sereke û hêviyên malbatan zêde bûn. Raya giştî li bendê bû ku îktîdar weke gaveke erênî, di mijara girtiyên nexweş de di qanûnan de sererastkirinan bike lê heta niha jî tu gav nehatine avêtin. Îktîdar, li şûna meseleyê çareser bike, berdana girtiyên nexweş asteng dike. 
 
Yek ji van girtiyên nexweş jî Mehmet Şîrîn Bozçali ye. Bozçali, yek ji girtiyên nexweş e, li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê tê ragirtin û tehliyeya wî hatibû astengkirin. Bozçali, di 22’yê Tîrmeha 1992’yan de li Mêrsînê hate binçavkirin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbeda girankirî lê birî. Bozçali ku nexweşiya Hepatît B (Zerik) lê peyda bûye, bi hinceta zexta poşmantiyê red kiriye, Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wî du caran ji bo 6 mehan taloq kir. 
 
Kekê Bozçali, Hamdullah Bozçali diyar kir ku birayê wî baş nehatiye tedawîkirin û ji ber “poşmantî” qebûl nekiriye tehliyeya wî du caran hatiye taloqkirin. Bozçali, xwest ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin û di serî de girtiyên nexweş, hemû girtiyên siyasî werin berdan. Bozçali, da zanîn ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêvî daye wan û got: “Di 10’emîn Paketa Darazê ya îktîdarê de ji bo girtiyên nexweş û yên siyasî tu tişek nebû. Hewceye di vê mijarê de tavilê sererastkirin çêbibin. Aştî û xwişk-biratî bi yek alî nabe. Em dixwazin her du alî jî dirûst nêz bibin û her kes piştgiriyê bide. Em malbatên girtiyan piştgiriyê didin. Em bi Rêberê xwe re ne.” 
 
Ji girtiyên nexweş Ferîdun Kurt jî tevî Bozçali li heman girtîgehê tê ragirtin. Kurt, di sala 1995’an de li Edeneyê hate binçavkirin, di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyên giran hat û ji ber îşkenceyan ji pişta xwe seqet bû. Di heman salê de DGM’ê bi îdiaya “Xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” cezayê muebbedê da Kurt. Ji ber îşkenceyê hestiyê boçikê yê Kurt şikestiye, fitqa piştê, tansiyon, bêhnkurt, kolesterol û gelek nexweşiyên din ên Kurt hene. 
 
'BILA GIRTIYÊN NEXWEŞ BÊN BERDAN’
 
Jinbiraya Kurt, Ozlem Kurt da zanîn ku tîyê wê zêdetirî 30 sal in girtî ye û ji ber nexweşiyên xwe nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî. Ozlem Kurt, got: “Em dixwazin Ferîdun Kurt û hemû girtiyên nexweş û siyasî bên berdan. Ev maf e, mafekî destûra bingehîn e.” 
 
Ozlem Kurtê diyar kir ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan lê dewletê weke bersiv zextên li girtîgehan zêde kiriye. Ozlem Kurtê, axaftina xw wiha qedand: “Zexta psîkolojîk a li ser girtiyan zêde bûye û tehliyeyên wan tên astengkirin. Gelek girtiyên nexweş nayên tedawîkirin. Divê tavilê bên berdan.” 
 
MA / Hamdullah Yagiz Kesen 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16:55 DEM Partî li Sîlîvriyê daxuyaniyê dide
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin