27 salên beriya Sema Yuceyê: Îrade tiştekî cuda ye

  • jin
  • 09:04 16 Hezîran 2025
  • |
AGIRÎ - Zennûre Yuce ku keça wê Sema Yuce li dijî zextên ser gelê Kurd li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitandibû, diyar kir ku keça wê baş dibû lê li nexweşxaneyê hatiye qetilkirin. 
 
Sema Yuce, di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî zextên ser gelê Kurd xwe şewitand. Sema Yuce ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, di 17’ê Hezîranê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi ser mirina Sema Yuceyê re 27 sal derbas bûn. Sema Yuceyê, di nameya li pey xwe hiştî de gotibû “Dixwazim mejiyê xwe, dilê xwe û bedena xwe veguherînim pireke ji agir ku ji 8’ê Adarê xwe digihîne 21’ê Adarê.” Sema Yuce, di berxwedana gelê Kurd û jinan de bû sembolek. 
 
Piştî çalakiya Sema Yuceyê, hunermend Hozan Serhat li ser wê strana “Keça Serhildêr a Araratê (Ararat’ın isyan kızı)” derxist. Sema Yuce, di sala 1971’ê de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê ya Agiriyê ji dayik bû. Di nava malbateke ku kevneşopiya şêxtiyê tê de serwer mezin bû. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Dutaxê û dibistana amadehî jî li Agiriyê temam kir. Sema Yuce ku Beşa Civaknasiyê ya Zanîngeha Teknîkê ya Ortadoguyê (ODTU) qezenc kir, di sala 1991’ê de li Mêrdînê tev li refên PKK’ê bû. Di sala 1992’yê de tevî komeke hevalên xwe vegeriya Agiriyê û li ser îxbarekê li navenda bajar hate girtin.  Demeke dirêj di lêpirsînê de ma, piştre li dadgehê parastina siyasî kir û hate girtin. 22 sal cezayê hefsê lê hate birîn. Ji ewil birin Girtîgeha Nevşehîrê û piştre jî sirgunê Girtîgeha Çanakkaleyê hate kirin. Di şeva 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê xwe şewitand û di 17’ê Hezîranê di roja 88’emîn de li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Cerrahpaşa ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da.  
 
Dayika Sema Yuceyê, Zennûre Yuce bi boneya salvegera wefata keça xwe ji ajansa me re axivî. 
 
PÊVAJOYA DIBISTANÊ YA LI ENQEREYÊ 
 
Zennûre Yuce, diyar kir ku keça wê ji bo zanîngehê çûbû Enqereyê û ji sala 3’yemîn ve bi hev re dijiyan. Zennûre Yuce, got: “Keça min roj diçû dibistanê û bi şev tevî hevalên xwe vedigeriya. Diçûn odeyê û digotin ders dixebitin. Navberekê 7 rojan nehate malê. Min jê pirsa ‘tu li ku bûy?’ kir. Got; ‘Ji Trabzonê hinek karker hatibûn. Çalakî dikirin. Ez jî bi wan re bûm.’ Rojên me wiha derbas dibûn. Rojekê hevalek wê di dest de kovarek hate malê. Li ser kovarê wêneyê Bêrîtanê hebû. Hevala wê got; ‘Dayê, heke Sema rojekê van cilan li xwe bike tu dê çi bibêjî?’ Min jî jê re got; ‘Sema li ku ye, ev cil li ku ne?’ Demekî kin piştre, di 7’ê Nîsanê de em bi rojî bûn. Me xwarin danîbû û li benda bang bûn, Sema nehate malê. Çendek roj piştre telefonek hat. Gotin ku tev li PKK’ê bûye. Li ser vê yekê em jî vegeriyan gundê xwe.” 
 
18 ROJAN HATE ÎŞKENCEKIRIN
 
Bi domdarî Zennûre Yuce da zanîn ku keça wê du sal piştre li ser îxbarekê li Agiriyê hatiye binçavkirin û ev tişt anî ziman: “18 rojan di îşkenceyê de ma. Piştî îşkenceyê jî hate girtin û şandin girtîgehê. Dema li girtîgehê ez carekê çûm serdana wê. Wê demê girtîgehan destûra xwarinan didan. Dema ji gund çûm, min jê re xwarin bir. Di tevahiya rojê de bi wê re bûm. Dema min ew dîtî gelek keyfxweş bûbûm.” 
 
‘LI NEXWEŞXANEYÊ QETIL KIRIN’
 
Zennûre Yuce, bal kişand ser çalakî û armanca keça xwe û wiha got: “Di meha Adarê de li vir berf hebû. Li gundê me kesekî wefat kiribû. Her kes çûbû sersaxiyê. Ez û kurê xwe li malê bûn. Di demên şînê de televîzyon nedihatin vekirin. Kurê min got gelek aciz bûye û dê deqeyekê li nûçeyan guhdar bike. Dema kurê min televîzyon vekirî, Girtîgeha Çanakkaleyê dihat nîşandan. Di nûçeyan de digotin ku Semayê çalakî li dar xistiye. Kurê min dest bi girî kir. Min jî xwe ji wî aciz kir û jê re got ‘negirî.’ Ji ber ku roja Sema çûyî me dizanî yan dê mirin çêbibe yan jî dê were girtin. Dema gundiyan bûyer bihîstin, dev ji cihê şînê berdan û hatin mala me. Me jî bi lez û bez xwe amade kir û ketin rê. Heta em çûn, Sema anîbûn Stenbolê. Min Sema li nexweşxaneyê dît. Keça min baş dibû. Ji min cil xwest. Êdî tam xwe komî ser hev dikir. Li ser rûyê wê tu şop tunebûn. Lê piştre girtin emeliyatekê. Min nexwest wê bibin emeliyatê lê dîsa jî emeliyat kirin. Piştî emeliyatê jî rakirin beşa lênihêrîna awarte. Êdî Sema bi mamayê xwedî dikirin. 3 roj piştre jî jiyana xwe ji dest da. Keça min li nexweşxaneyê hate qetilkirin.” 
 
‘ENCAMA ÎRO BERHEMA DAYIKÊN KURD E’ 
 
Zennûre Yuceyê, daxuyand ku têkoşîna gelê Kurd îro bi saya dayikên Kurd gihiştiye vê astê û axaftina xwe wiha qedand: “Ev zarok tevek ên wan in. Divê her kes xwedî li têkoşînê derkeve. Mixabin zanîna ciwanên Kurd ên salên 80’ê û ya ciwanên niha nê mîna hev e. Ciwanên me ketine çirava tiryakê. Zanîngeha herî mezin dayik û bav in. Divê em xwedî li zarokên xwe derkevin. Divê em wan zana û xwedî îrade mezin bikin. Nexwe dê tu xêra wan ji bo têkoşîn û civakê nebe.” 
 
NAMEYA LI PEY XWE HIŞTÎ
 
Sema Yuce beriya çalakiya xwe, nameyek li pey xwe hişt. Sema Yuce, di nameya xwe ya ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha dibêje: "Ez di sala 1971’ê, li Agiriyê hatim dinyayê. Di nav Tevgerê de min navên rêxistinî yên Leyla û Serhildan bikaranîn. Ez di nav malbatek ku di nav feoldalîteya Kurd de xwedî cih bûye, lê di tevahiya dîroka komara Tirkiyeyê de ne bi rejîmê re bûne yek û ne jî tam karîne nasnameya kurdayetiyê biparêzên, her wiha her ku çûye di nav pergalê de heliyane û bi qasî madî her wiha manewî jî lewaz dibin de mezin bûm. Em şeş xwîşk û bira ne. Malbata min welatparêz e. Di nav malbatê de apê min ê mezin bi navê Leyla Qasim bang li min dikir. Hem ev yek ku ji salên 70’î di hişê min de mabû û hem jî bandora wê ya kûr bû hevdîtina min a bi têkoşîn û girsebûna salên 90’î. Di zaroktiya xwe de, di şexsê malbata xwe de ez bûm şahidê tevahiya şer û nakokiyên rastiya Kurd û min ev yek ji nêz ve dît. Herî dawî jî di saziyên perwerdeyê yên Kemalîzm de ev yek hîn zêdetir bi pêş ket.
 
Çawa ku li ezmên du roj nabin, ji bo jinê jî du çavkaniyên moralê nabin. Ji ber ku min xwe li ser bingeha rast birêxistin nekir, asta têgihîştina Rêbertiyê bi dem û mekan re li hev neanî, min nekarî paşverûtiyên di kesayeta xwe de derbas bikim. Di heman demê de, di nav refên têkoşînê de tevî ku li dijî koletiyê bi hêrs bûm, li dijî xwe ferzkirinên civaka serwer a mêr min nekarî sekneke bihêztir raber bikim. Dema zivirîm û min li pey xwe nihêrtî, min dît ku wek jineke Kurd, her mirovek Kurd ku ber bi rêya birêxistinê ve diçe, her wiha wek her mirovekê ku gelek lewaziyên beşerî ku tûşê dibe, dît ku min jî pirsgirêkên kesayet, kêmaniyên siyasî û rêxistinî jiyan kirin. Lê min tu caran di cihê xwe de nehejmart. Doktirîna azadiyê ku di pêşengtiya Rêber Apo de bi pêş diket, her tim bû hêza ku ez li ser pêyan digirtim. Di vê xalê de ez dibînim ku hemû nakokiyên civaka Kurd û çînên serdest ên Kurd di kesayeta jinê de gihiştine asta xwe ya dawî û ev jî xala derbasbûnê ye. Bêyî mubalexe, di kesayeta xwe de di asta nakokiyê de, nakokiyeke bi hezar salan hîs dikim û têdigihijim. Ev di heman demê de kêliya ku min xwe derbas kiriye, îfade dike.
 
Jinên Kurd gotinên Rêber Apo fêhm kirin, ku di 8’ê Adarê de gotibû ‘divê îdeolojiyek rizgariyê ya navenda xwe jin be, bê afirandin û tiştek bi vî rengî ji pirsgirêkên şer heta aştiyeke mayînde wê ji gelek pirsgirêkan re bibe çareserî’. Jixwe di meşa xwe ya bi 8’ê Adarê destpê kir û bi 21’ê Adarê giha lûtkeyê ev yek îspat kir. Li ser vê bingehê ez dixwazim mêjî, dil û bedena xwe bikim pirek ji agir a di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de. Ji bo ku bibim xwendekarek baş a Kawayê hemdem Mazlûm Dogan û hemû şehîdan, dixwazim wek Zekiye bişewitim, wek Rehşan bibim Newroz. Ez dixwazim bi awayekî bi biryar li ser şopa hevalên din ên bûne Newroz, Bêrîvan, Ronahî, Mîrza Mehmet û Eser bimeşim. Hezkirina min a azadiyê mezin e û ez dixwazim wê bi azwerî û hişmendiya jiyanê re bigihînim hev.”
 

Sernavên din

16:55 DEM Partî li Sîlîvriyê daxuyaniyê dide
16:19 Dayika Cemîl Bayik wefat kir
15:52 Dayika Aştiyê Latîfe Dag wefat kir
15:09 Selman Gunbat ê HDP’î hate tehliyekirin
14:58 Di doza rojnameger Şahîn de dê mutalaa bê amadekirin
14:33 Hevserokê Konseya Bajêr a Wanê Dogan tehliye bû
14:32 Li Colemêrgê ji bo girtiyê nexweş Giyasettîn Sevmîş daxuyanî hat dayin
14:21 Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de ye: Nexweşxane hedef hate girtin
13:52 Husunbeyî: Li dijî şerê li Rojhilata Navîn aştiya navxweyî girîng e
13:35 Zaroka 9 salî ya li Erxeniyê winda bûbû mirî hate dîtin
13:32 Nobeta li dijî tiryakê: Werin em ciwanên xwe xilas bikin
13:29 MKG dê ji bo piştevaniyê daxuyaniyê bide
12:20 Walîtî bibiryar e ku Qeşayiyên Cîloyê tune bike!
11:49 Ji ÎHD'ê hevdîtina 'Rêya diçe aştiyê': Dê malbatên leşker û PKK’îyan bînin ba hev
11:40 Ji baroyên Kurdistanê ji bo çareseriyê 17 pêşniyar
11:36 Ayşegul Dogan: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye
10:56 Şandeya DEM Partiyê çû serdana girtiyên siyasî yên li Sîlîvriyê
10:50 Girtî Oguzsoy: Kesên weke parêzer hatin danasîn gef xwarin, gardiyanan em derb kirin
10:34 Çetîn Arkaş ê ku 6 caran rapora ‘başhaliyê’ wergirtibû dîsa tehliyeya wî hate astengkirin
10:08 Rêveberê PJAK’ê Mûînî: Divê hêzên Kurd bi hev re tevbigerin
10:03 Bavê Guney Dogan ê di Komkujiya Garê de wefat kir: Xeyala wan aştî bû
09:47 Marija Arsenkova: Ocalan û PKK’ê tişta rast kir û niha dora Tirkiyeyê ye
09:41 Serokê Giştî yê EMEP’ê Aslan: Hewcehî bi têkoşîneke yekbûyî heye
09:19 Akademîsyen Berwarî: Heke Îran demokratîk nebe dê sedsala pêşiya me winda bike
09:00 ROJEVA 19’Ê HEZÎRANA 2025’AN
18/06/2025
16:40 Daxwaza girtina kesê tacîza zayendî li zaroka xwe kiribû hate redkirin
16:30 Serokên baroyan çûn serdana koma AKP’ê
16:06 Zarokê ku ceyranê girtî jiyana xwe ji dest da
16:04 Şandeya DEM Partiyê çû serdana MUSÎAD’ê
15:54 Ji bo rojnameger Bîlen biryara beraetê hat dayin
15:20 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi çapemeniya navneteweyî re civiyan
15:18 Erdogan banga berpirsyartiyê li partiyên siyasî kir
14:56 KJAR’ê banga avakirina komîte û saziyan kir
14:44 Hamaney: Em ê bi tu awayî teslîm nebin
14:34 Hevjîna girtiyê nexweş Çam: Biryar hewldana cînayetê ye
14:33 Serokên baroyan bi Partiya Yenî Yolê re civiyan
13:58 Rojnameger Moskofian: Netenyahu dixwaze hukmê li Rojhilata Navîn bike
13:32 ‘Paradîgmaya Ocalan dikare xwîna li Rojhilata Navîn rawestîne’
13:24 Kurê Eyşe Şanê: Dayika min êdî emanetî gelê Kurd e
13:09 Serokên 16 baroyan bi Partiya Îyiyê re hevdîtin kir
12:25 Nivîskar Aktaş: Pêdivî bi feraseteke nû heye ku Ocalan destnîşan dike
11:26 Ji Abdullah Ocalan pêşniyarên çareseriyê yên ji bo şerê Îsraîl-Îranê
11:14 Li Bedlîsê di bin nave ‘ewlehiyê’ de bi hezaran hektarên daristanan ji reh ve tên jêkirin
10:35 Li Deriyê Sînor ê Kapikoyê yê Wanê qelebalixiyeke zêde heye
10:23 Cenazeyê Eyşe Şanê hate definkirin: Êdî di hembêza welatê xwe de ye
10:22 Li bajarên Serhedê dema mîhrîcanan
10:08 Êrişên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev didomin
10:03 Rêveberiya Xweser a Şengalê: Banga Abdullah Ocalan bingeha ronesansa Êzidiyan e
09:22 Welatiyên Stenbolê: Bila çek bên rawestandin û aramî were
09:22 Mîthat Sancar bû endamê nû yê Şandeya Îmraliyê
09:04 Cenazeyê Eyşe Şanê piştî 29 salan anîn Amedê
09:03 Qeşayiyên Cîloyê di xetereyê de ne!
09:00 ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN
17/06/2025
21:17 Hesreta 29 salan bi dawî dibe: Cenazeyê Eyşe Şanê dê li Amedê bê definkirin
17:06 Serokên baroyan çûn serdana CHP’ê
16:54 Serokên 16 baroyan li Meclisê bi DEM Partiyê re hevdîtin kir
16:09 Hevşaredarê Rêya Armûşê ji ber rewşa xwe ya tenduristiyê îstîfa kir
16:02 Denîz Poyraz li gelek bajaran hate bibîranîn
15:44 Danişîna doza rojnameger Hatîce Şahînê hate taloqkirin
15:36 Doza Mehmet Sîncar careke din ji ber mutalaayê hate taloqkirin
15:11 Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersozê dest pê kirin
14:18 Polîsê ku zarok bi qûndaxê ve birîndar kiribû ji kar hate avêtin
13:50 Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn
13:43 PJAK: Em ê gelê xwe bêparastin nehêlin, em birêxistinkirî ne
13:27 ATK’ê ji bo girtiyê nexweş Çam rapora ‘rewşa wî ji bo girtîgehê guncav e’ da
13:14 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê di 19’ê Hezîranê de biçin Sîlîvriyê
13:07 Sema Yuce li ser gora xwe hate bibîranîn
12:46 Bakirhan: Tirkiye bi çareseriyeke demokratîk dikare xwe ji vê bahozê xelas bike
12:15 Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e
12:09 Mijarên li Îmraliyê axivîn ji MA’yê re vegot: Divê DEM Partî potansiyela xwe derxe holê
10:58 Dîroka Mihrîcana Xweza û Çandê ya Depê diyar bû
10:48 Faîlê ji ber tacîzkirina zaroka xwe tê darizandin tevî rapora pisporan jî hat berdan
10:30 Tehliyeya Delal Tekdemîr hate taloqkirin
09:59 Îsraîl: Serfermandarê Artêşa Îranê yê nû hate kuştin
09:55 Trump: Tehranê vala bikin
09:51 Li Şirnexê 6 herêm hatin qedexekirin
09:43 4 rojnameger hatin girtin
09:36 Meclisa Ekokolojiyê ya Amedê dê têkoşînê geş bike
09:28 Çîroka girtiyeke nexweş ê li girtîgehê
09:18 Rêyên Zozanên Feraşînê bêrîvan bêzar kir
09:07 Wêneyê êrişa li dijî bîra Kurdan: Goristana Xerzanê
09:05 Mîrateyeke din a çandî ya bêxwedî: Dêra Kepenekê weke axur tê bikaranîn
09:00 ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2025'AN
16/06/2025
16:30 'Tu hêz nikare kedkarên rêxistinkirî têk bibe'
16:22 Rêxistinên ciwanan têkoşîna sosyalîst nîqaş kirin
16:00 Hevberdevka HDK’ê serdana xebatkarên KRT TV’ê kir
15:59 DBP: Ji bo çareserî û aştiyê pêdivî bi têkoşîneke bibiryar heye
15:29 Erdogan li Pezeşkiyan geriya: Vegerin ser maseya muzakereyê
13:31 Temellî: Divê peywira me ya esasî avakirina komîsyonê be
13:31 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
13:26 Civaknasê Îranî ku banga ‘şer bi dawî bikin’ kir hate girtin
12:12 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê dê biçin serdana Îmamoglû û Kaya
12:00 Tehliyeya Yilmaz ê 32 sal in girtî ye cara 8’an hate taloqkirin
11:54 Trump: Dema lihevkirinê hat
11:21 Girtiyê nexweş Guler tevî biryara dozger jî sewqî ATK’ê nayê kirin
11:07 Tehliyeya Canan ê ‘poşmantî’ red kir ji bo 6 mehan hate taloqkirin
11:01 Serokê Federasyona Komeleyên Suryan: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
09:32 Xwebûn bi manşeta ‘Bingeha kolektîfbûnê’ derket
09:12 Kêla gora Turan hate texrîbkirin: Heke biratiyê bixwazin divê pêşiya van êrişan bigirin
09:07 Xizmên girtiyên nexweş: Divê astengiyên li pêşiya berdana wan bên rakirin