Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir

  • rojane
  • 11:12 11 Gulan 2025
  • |

AMED - Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ku duh li Amedê damezirandina xwe ragihandibû, deklarasyona xwe aşkera kir. Di deklarasyonê de hate gotin ku armanca înîsiyatîfê ew e ku yekitiya gel, bawerî û çandên cuda yên li Kurdistanê pêk bîne û dê xebatên xwe di vê çarçoveyê de bidomîne. 

Înîsiyatîfa Yekitiyê ku ji hêla partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên civakê û nûnerên saziyên bawerî û demokratîk ve hate avakirin, duh li Amedê damezirandina xwe ragihandin. Piştî civîna duh li Amedê hat lidarxistin, biryar hate dayin ku weke Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk starta xebatên xwe bidin. 
 
Îro jî li Navenda Kongreyan a Çand Amedê bi daxuyaniyekê deklarasyona înîsiyatîfê hat aşkerakirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, hevşaredar, parlamenter û gelek kes tev li bûn. 
 
Metna deklarasyonê ji hêla Hevberdevkên Înîsiyatîfê û Wekîlên DEM Partiyê Mehmet Kamaç û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît ve hate xwendin. Kurdiya metnê Mehmet Kamaç xwend. 
 
Metna deklarasyonê wiha ye: 
 
“Gelên hêja, xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar; em wekî partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, pêşeng û kesayetiyên giranbuha yên gelê me, nûnerên hemû gel û baweriyên ku li ser axa Kurdistanê dijîn, radigihînin ku me Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk ava kiriye û em vê yekê bi hemû raya giştî ya neteweyî û navneteweyî re parve dikin.
 
ROJHILATA NAVÎN DI QONAXEKE GIRÎNG DE YE
 
Gelên hêja, xebatkarên çapemeniyê yên rêzdar; Tirkiye û Rojhilata Navîn ji qonaxeke hem tevlihev hem jî ji aliyê dîrokî ve gelekî girîng e re derbas dibin. Bûyerên awarte yên ku diqewimin; dibin sedemên guherînên mezin ên civakî û di heman demê de derfetên dîrokî ji bo gelan diafirînin.
 
Pêşketinên wekî hilweşandina rejîma faşîst a Baasê li Sûriyeyê, nîşan didin ku serdemeke nû li Rojhilata Navîn dest pê kiriye. Bi giştî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê û civakên baweriyê, bi taybetî jî ji bo gelê Kurd, ev rewşa nû, nîşaneyên metirsî û xeterên girîng didin; lêbelê bi avabûna hevgirtina xurt a hemû gelan û civakên baweriyê û bi piştgiriya civaka navneteweyî, bingeheke xurt ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk hatiye avakirin.
 
EM KONFERANSA LI ROJAVA PÎROZ DIKIN
 
Di vê çarçoveyê de, em konferansa Yekitî û Helwesta Hevbeş ku bi sebir, cesaret û biryardariya hemû rêxistinên Kurdî li rojavayê Kurdistanê hatiye lidarxistin, wekî gaveke dîrokî û serkeftineke mezin dibînin. Em hemû rêxistin, rêber û saziyên li her çar parçeyên Kurdistanê ku ji bo vê konferansa ku rê ji yekitiya neteweyî re vekiriye xebitîne, pîroz dikin û spasiyên xwe yên ji dil pêşkêşî hemû kesên ku beşdar bûne dikin. Em bi biryardariyeke mezin bawer dikin û pabendiya xwe didin zanîn ku ev konferansa li rojavayê Kurdistanê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hatiye; dê bibe pêşeng ji bo pêşveçûna xebatên yekitiya neteweyî li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî.
 
KOMKUJIYÊN LI DIJÎ ELEWÎ Û DURZIYAN ŞERMEZAR KIR
 
Gelên hêja; bi vê minasebetê em bi tundî şermezar dikin komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan ku înkara rastiya pêkhateyî, etnîkî, bawerî û çandî ya pireng a Sûriyeyê dikin û xetereyên avakirina rejîmeke nû ya dîktatorî li ser bermahiyên dîktatoriya faşîst a Esed dihewînin.
 
Siyasetên cudaker ku ji sîstemên dagirker û mêrserweriyê ku dîroka wan vedigere sedsalan xwedî dibin; gel, bawerî, pêkhateyên etnîkî û civakî bi kûrahî hejandin; berê xwe dane çîna civakî ya me û gelên me dabeş kirine û li hemberî hev kirine dijmin. Dîroka têkoşîna sed salî ya gelên me, dîroka berxwedaneke ku armanca wê têkbirina vê dabeşbûnê û afirandina civakeke demokratîk, wekhev û azadîxwaz e.
 
Erdnîgariya Kurdistanê; bi pêkhateyên xwe yên pirnasname, pirbawerî û olî, pirçandî, mînakeke dewlemend a mozaîkeke civakî temsîl dike. Parastina vê dewlemendiya dîrokî û vê mîrasê, tevlêkirina wê bi çanda jiyana hevbeş ya bi civaka demokratîk; erkeke hevbeş û berpirsiyariyeke hemû nifşan e.
 
ÎNÎSYATÎFA JI BO YEKITIYA GEL, BAWERÎ ÇANDÊN KURDISTANÊ HAT AVAKIRIN
 
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; bi hişmendiya vê rastiyê, wekî platformeke civaka sivîl ku armanca wê yekitiya hemû gel, bawerî û çandên li Kurdistanê û avakirina jiyana demokratîk e, hatiye şêwaz dayîn. Ev înîsiyatîf ku çareseriya dadmend, wekhev û demokratîk a pirsgirêka Kurdî; di heman demê de demokratîkbûna Tirkiyeyê jî pêşwext digire, bi armanca beşdarkirina vê têkoşînê ji eniya civaka sivîl ve dest bi rê kiriye.
 
Xebatên ku zêdetirî salekê ye tên meşandin û pêşketinên herêmî; hevdîtinên bi birêz Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên ku ji raya giştî re hatine dayîn, hêviyên çareseriyê bi awayekî cidî zêde kirine. Garantiya bingehîn a pêkhatina van hêviyan, avakirina civaka demokratîk bi rengekî rêxistinî ye. Ruhê demê û berpirsiyariya siyasî vê erkê dîrokî dispêre hemû beşên civakê yên wekî kesên welatparêz, demokrat, karker, cotkar, ciwan, jin û her wekî din.
 
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
 
Em girîngiya dîrokî ya bangawaziya aştî û civaka demokratîk a ku birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî pêşkêş kiriye gelekî zelal dibînin. Em piştgiriyê didin vê bangawazî û pêvajoyê û radigihînin ku em ê ji bo avakirina civakeke demokratîk û rêxistinî têbikoşin.
 
Rêya yekane ya serkeftina nîqaş, hevdîtin û nirxandinên berdewam ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdî; ji derbasbûna civakîkirina îradeya rêxistineke xurt, yekitî û hevgirtinê derbas dibe. Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk wekî derbirîna berbiçav a vê îradeyê derketiye holê.
 
Çareseriyeke rasteqîn, dadmend, wekhev û mayînde; tenê bi pêkhateyan pêkan e ku hetanî hemû demarên civakê rêxistinî bûne, haydar bûne û bi têgihîştineke hevpar tevdigerin. Em bi dil ve girêdayî vê qanûna civakî ne û diyar dikin ku em têgihîştina ‘Civaka demokratîk tê wateya rêxistinbûnê’ neqandine hundir.
 
Çavkaniya bingehîn a me di destpêka vê rêyê de; qezenca têkoşîna dîrokî, ezmûnên pratîk û encamên zanistî yên ku gelê me ji van pêvajoyan derxistine, ne. Ev çavkanî, dê di rêya pêkanîna yekitiya rêxistinî ya hemû sazî û dînamîkên gelên me de, bibe piştgiriyeke me ya herî xurt.
 
ARMANCÊN AVAKIRINA ÎNÎSIYATÎFÊ 
 
Gelên hêja,
 
* Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; parêzvaniya mafên hemû beşên civakê yên ku hatine înkarkirin, dagirkirin û rastî neheqiyan hatine, digire ser xwe. Bi nîşandana helwesteke zelal li dijî her cûre zext, asîmîlasyon û kiryarên nedemoktratîk, armanc dike ku ji bo avakirina jiyaneke demokratîk û azad têbikoşe.
 
* Têdikoşe ku her astengeke li pêşiya pêşketina serbestane ya zimanê dayikê, çand û baweriyê were rakirin. Parastina mafê perwerde û fêrbûna bi zimanê dayikê di serî de, berevaniyê dike ku hemû ziman û çand bikaribin di hemû qadên jiyanê de hebin. Piştgiriyê dide xebatên çand û hunerî yên bi zimanê dayikê. 
 
LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ RADIWESTE
 
* Li dijî dagirkeriyê radiweste; bi hevahengî bi rêxistinên kedê re xebatan dimeşîne ku hemû kedkar û beşên civakê bigihêjin standardeke dadmend a jiyanê.
 
* Li dijî xisarên li ser xwezayê û wêrankirina ekolojiyê têdikoşe; xwezayê û jiyana ekolojîk diparêze.
 
* Siyasetên xirabkirina ciwan û jinan wekî gefeke cidî ya li dijî hebûna me ya civakî dibîne; li dijî van gefan, bi pêşengiya jin û ciwanan, bi hemû beşên civakê re têkoşîneke hevpar dimeşîne.
 
WEKHEVIYA JIN Û MÊRAN WEKE RÊBAZA BINGEHÎN QEBÛL DIKE
 
* Wekheviya jin û mêran wekî rêbaza bingehîn qebûl dike; têkoşîna li dijî cudakariya zayendî û tundiyê wekî berpirsiyariyeke pêşwext dibîne.
 
* Pirsgirêkên ku kesên xwedî astengî dijîn wekî mijarek girîng a civakî qebûl dike; ji bo çareseriyê bi rêxistinên kesan xwedî astengî re xebatên hevbeş dimeşîne.
 
* Pirsgirêka Kurdî; wekî pirsgirêkeke azadî, demokrasî û statuyê dinirxîne û diparêze ku çareseriya wê, bi rêkûpêkên qanûnî û destûrî û bi xurtkirina demokrasiya herêmî pêkan e.
 
ARMANC DIKE KU ŞIYANA TEVGERA HEVPAR A GELÊ KURD XURT BIKE
 
* Di ronahiya pêşketinên heyî yên Rojhilata Navîn de, armanc dike ku şiyana tevgera hevpar a gelê Kurd xurt bike.
 
* Di çarçoveya belgeyên gerdûnî yên mafên mirovan de; bingeha xwe dispêre parastina mafên takekesî û hevpar, bi biryardarî xebatên xwe didomîne ji bo ku têkoşîna azadî û wekheviyê li ser zemîneke mayînde bihewîne.
 
Gelên hêja; em bi taybetî dixwazin diyar bikin ku ev Înîsiyatîfa Yekitiyê ku me bi hişmendî, xwezî, bawerî û biryardariya ji bo welateke demokratîk û azad ku tê de wekhevî, dadmendî, hiqûqa biratiyê, azadiya rêxistinbûn û derbirînê, aştî bi ewlehiyên qanûnî û destûrî hatine misogerkirin pêk aniye; wekî encama hêvî, xwezî û daxwazên hemû gelên, çand û civakên baweriyê yên Kurdistanê hatiye jiyanîkirin.
 
SEDEMA AVABÛNA ÎNÎSIYATÎFÊ LI GORÎ DAXWAZA GEL IN
 
Sedemên avabûnê, armanc û hedefên Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; bi daxwaz û hêviyên gelê me re hevgirtî ne, nîşanderê wê rewşê ne ku van daxwazan rengekî rêxistinî û sazûmanî wergirtine.
 
Ji ber vê yekê; serkeftina Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk; girêdayî ye ku di rêya armancên diyarkirî de toreke xurt a têkoşîn û xebatê were avakirin û hemû beşên civaka me vê înîsiyatîfê qebûl bike û di asta herî bilind de piştgirî û beşdariyên xwe pêşkêş bike.
 
BANGA PIŞTEVANIYÊ
 
Têkiliya me bi partiyên din ên Kurdistanî yên ku di nava Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk de cih nagirin, ji bo yekitiyê wê bidome. Di vê çarçoveyê de em baweriya xwe ya xurt bi raya giştî re parve dikin ku hemû beşên me yên civakî, sazî, raya giştî, civakên bawerî û çandî dê piştgiriyê bidin Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk.
 
Di vê çarçoveyê de em bang dikin li hemû beşên civaka xwe, saziyên xwe, pêşengên xwe yên hêja, civakên bawerî, olî û çandê yên xwe ku piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk.” 
 
 

Sernavên din

11:09 1’emîn Kongreya NADA’yê dest pê kir
10:58 Danişîna doza 19 rojnamegeran hate taloqkirin
10:46 Girtiya nexweş Fatma Ozbay hate berdan
10:34 Kaytan û Altûn dê li Dêrsimê bi girseyî bên bibîranîn
10:23 Mehek e Kampa Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
10:15 Kolanên Wanê: Dora dewletê ye ku gavan biavêje
09:54 Serokên DEVA û SP’ê yên Amedê: Divê mafên qanûnî yên Kurdan bên naskirin
09:37 ‘Ji bo çareseriyê berpirsyartiyeke cidî dikeve ser milê dewletê’
09:31 Di doza rojnameger Çoban de biryara beraetê hate dayin
09:04 Rojnameger Karabay hate binçavkirin
09:04 Şandeya Mexmûrê hate binçavkirin
09:02 Jinên Koçer konên xwe bi çîtan dixemilînin
09:02 Şahidiya damezirandina PKK’ê kir: Bi kongreya dawî re dê aştî were
09:01 ROJEVA 15’Ê GULANA 2025’AN
14/05/2025
17:03 Kaytan û Altûn li gelek bajaran hatin bîranîn: Em ê têkoşînê mezin bikin
15:49 Li Semsûrê navê Onder li kolanekê kirin
14:49 Komxebata di medyayê de astengdar: Em zimanê jehrî biguherînin
14:46 Li Mêrdînê yekemîn çinîna genim a salê
14:31 1’emîn Kongreya NADA’yê sibe li Silêmaniyeyê dest pê dike
14:08 Li Wanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:06 Bernameya bîranînê ya li Tuzluçayirê di roja 2’yan de ye
14:02 DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ bersiv da Tunç
13:53 Bakirhan: Em dixwazin komar demokratîk bibe
13:18 Tunç bersiv da daxwaza ‘Bila Ocalan bi rojnamegeran re hevdîtinê bike’
13:08 HRW: Di mijara sûcên şer de berpirsyartiya Tirkiyeyê heye
13:00 Trump bi El Şara re hevdîtin kir
12:43 Dê kampanyaya ‘Ez dixwazim bi Ocalan re hevdîtinê bikim’ bê destpêkirin
12:43 Di lêpirsîna HDK’ê de ji bo 3 kesan biryara tehliyeyê hat dayin
12:19 Gera Trump a li Rojhilata Navîn: Armanc sermayeya Ereban e
11:51 Kalmaz: HDK dê pêşengtiya avakirina civaka demokratîk bike
11:30 Geşedanên ku ji 27’ê Sibatê vir ve qewimîne
11:07 Ahmet Turk: Divê dewlet ji bendewariyan re bibe bersiv
10:25 Ayten Dêrsim: Berpirsyartî dikeve ser milê me
Amed Malazgîrt: Barê li ser milên me giran bû
10:24 Li Amedê pêvajo derî bi derî tê vegotin: Ji 3 hezarî zêdetir serdanên malan hatin kirin
10:17 Bayik: Her gava Rêber Apo avêtiye bi serkeftinê biencam bûye
09:50 Wekîlê Partiya DEVA’yê Ekmen: Divê pirsgirêk li Meclisê bê çareserkirin
09:31 Bernameya bîranînê ya ji bo Kaytan û Altûn diyar bû
09:20 Di 60 saliya xwe de bû xwendekara zimanê xwe
09:19 'Ji bo parastina Kurdî divê polîtîkayeke ziman bê pêşxistin'
09:18 ‘Ji bo zimanê dayikê divê destûra bingehîn bê guherandin'
09:17 Tan: Kurdî heri xweş di zimanê zarokan de bedew e
09:00 ROJEVA 14’Ê GULANA 2025’AN
13/05/2025
16:16 Bakirhan: Ji bo civak ji pêvajoyê bawer bike, îktîdar dikare gavan biavêje
16:06 Ji NY’ê daxuyaniya têkildarî kongreyê: Em amade ne ji bo pêvajoyê bibin alîkar
15:52 Hayatî Kaytan: Em ê vê rêya birûmet bi azadiyê tacîdar bikin
15:33 Kaytan û Altûn li Edeneyê hatin bibîranîn: Em ê têkoşîna wan bi aştiyê tacîdar bikin
15:28 Ocalan kongreya PKK’ê silav kir, Kaytan û Altûn bi bîr anî
15:07 Îranê di 13 rojan de 96 kes bi darve kir
15:06 Daxwaza ji nû ve darizandina Hatem Ozdemîr hat redkirin
14:58 Kaytan û Altûn hatin bibîranîn: Weke Prometheusên serdemê jiyaneke nû afirandin
14:12 Qubad Talabanî: PKK’ê berpirsyartiya xwe bicih anî
13:21 Ji bo hunermend Pinar Aydinlarê biryara tehliyeyê hat dayin
13:18 Di doza faîlên wê leşker de dozger nexwest ceza were dayin
12:59 Li Tuzluçayirê Kaytan û Altûn hatin bibîranîn
12:50 Bakirhan: Kongreya PKK’ê ji bo çareseriya demokratîk firsend e
12:25 Sozdar Avesta: Encamgirtin bi jiyaneke sosyalîst pêkan e
12:15 Eşber Yagmûrderelî: PKK’ê gaveke mezin avêt, niha dora dewletê ye
12:04 Girîngiya pêvajoya li Rezanê ji esnafan re hat vegotin
11:51 Navenda Bangê bi Kurmancî dest bi xizmetê kir
11:45 Di 13 salan de tenê 148 mamosteyên Kurdî hatine tayînkirin
11:34 Gera Trump a Rojhilata Navîn dest pê kir
11:32 Xelkê Amedê: Divê Abdullah Ocalan teqez azad bibe
11:14 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
11:11 Besê Hozat: Em ê bibin pêşengên pêvajoyê
10:56 Kaytan û Altûn dê li Stenbolê bên bîranîn
10:49 Dogu Ergîl: Êdî hincetên dewletê ji holê rabûn
10:48 Karayilan: Divê di qanûnan de guhertin bên kirin
10:25 Dayik, bav û zarok li heman polê zimanê xwe hîn dibin
09:49 Kartal: Perspektîfa pêvajoya nû sosyalîzma civaka demokratîk e
09:42 Bayramoglû: Pêvajo hêj nû dest pê dike, divê dewlet gavan biavêje
09:26 'Divê Wezareta Dadê mudaxilî pêvajoyê bibe'
09:19 Ji gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ber bi damezirandina PKK'ê ve...
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin