NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê têkildarî îdiayên ku dibêjin beriya Sirri Sureyya Onder jiyana xwe ji dest bide li dijî wî sûîqest hatiye kirin, daxuyanî da.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî îdiayên sûîqestê yên ku dibêjin beriya wefata Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder li dijî wî sûîqest hatiye kirin, daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di 2’yê Nîsanê de xebatkarê otoparkê ji ber dengê ji lastîkên wesayîta Sirri Sureyya Onder dihat, guman jê bir û wesayît bir servîsê. Di lêkolîna hatiye kirin de hat tespîtkirin ku li pişt lastîka tekera çepê ya piştê, mekanîzmayeke tûj a ji hesin hatiye çêkirin û dikare tekerê biteqîne hatiye bicihkirin. Onder jî ev bûyer bi lijneyên partiyê re parve kir û li ser vê yekê lêkolîn û nirxandinên pêwîst hatine kirin. Delîlên têkildarî bûyerê bi meqamên fermî re hatine parvekirin. Hem partiya me hem jî birêz Onder mijar ji nêz ve şopandine. Ji ber hesasiyeta lêkolînê, bûyer bi raya giştî re nehate parvekirin. Têkildarî lêkolîn û lêpirsîna hatiye kirin de heta niha tu encamên zelal bi partiya me re nehatine parvekirin.”