Ji bo Sarsilmaz ê OHD’î biryara beraetê hate dayin

img
STENBOL - Di danişîna doza Bedirhan Sarsilmaz ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, biryara beraetê hate dayin. 
 
Danişîna ewil a doza endamê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Bedirhan Sarsilmaz ku bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê hat lidarxistin. Sarsilmaz û parêzerên wî tev li danişînê bûn. Her wiha gelek hiqûqnasên ji welat û derveyî welat jî doz şopandin. 
 
Parêzera Sarsilmaz, Nagehan Avçîl got ku xebatên pîşeyî yên Sarsilmaz weke delîl hatine nîşandan û ev delîl bi awayekî derqanûnî hatine bidestxistin. Nagehan Avçîl, xwest ev delîl ji dosyayê bên derxistin. 
 
Serokê dadgehê, beriya ku der heqê daxwazê de biryarê bide yekser derbasî parastina Sarsilmaz bû. 
 
‘MAFÊ PARASTINÊ PÎROZ E’
 
Sarsilmaz jî diyar kir ku delîlên di dosyayê de delîlên razber in û got: “Min bi xwendekaran re hevdîtin kiriye, dibêjin ‘terorîst.’ Mamoste, bijîşk her kes ‘terorîst’ e. Ez weke parêzerek têm darizandin. Komeleya me OHD jinan, bindestan diparêze. Ez jî li ser van mijaran disekinim. Kelemçekirina destên parêzerekî, kelemçekirina meqama parastinê ye. Lewma em dibêjin mafê parastinê mafekî pîroz e. Ez beşdarî çalakiya Çatimiz Gokyuzuyê bûme û ji bo piştevaniyê çûme serdanê. Xwendekaran li parkan çalakî dikirin û ez jî çûme wir. Saetekê li wir mam. Çûyîna wê derê rewşekî exlaqî ye. Nabe ku ev weke sûc were nîşandan. Axaftinên telefonê jî ew in ên ku min dosyaya wan jê xwestiye. Nûçeyên min ên tecrîdê jî li dosyayê hatine zêdekirin. Weke parêzerek berpirsyartiya min e ku rojevê çêkim û meclisê bixim nava tevgerê. Min gotiye ku birêz Abdullah Ocalan nikare ji mafên xwe sûdê bigire. Bi rastî jî wisa ye. Li vir edaletek tune ye. Min gotiye ‘mafê hêviyê.’ Min qala biryara DMME’yê kiriye. Dibe ku qanûn biguherin lê rastî tu caran naguherin. 
 
Axaftinên min ên bi bav, mam, miwekîlên min û parêzeran re weke sûc hatine nîşandan. Gelo ma ez bi bavê xwe re naaxivim? Bavê min beraet kir. Lêpirsîneke ewqas bêcidiyete ku axaftina min a bi min bi xwe re jî weke delîl hatiye nîşandan. Ma em dikarin vê îdianameyê cidî bigirin? Ez 4 mehan girtî mam. Rastî gelek derhiqûqtiyan hatim. Ez daxwaza beraeta xwe dikim.” 
 
‘TEVEK JÎ RAZBER IN’
 
Parêzer Bêrîvan Barîn jî got ku mezintirîn sûcdariya tê kirin ji ber mijara “mafê hêviyê” ye. Bêrîvan Barîn, gotinên Devlet Bahçelî yên têkildarî tecrîd û “Mafê hêviyê” d bi bîr xist. Bêrîvan Barîn, got ku hemû delîlên sûc razber in û daxwaza beraetê kir. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Baroya Stenbolê Ezgî Şahîn jî got ku xebatên pîşeyî yên Sarsilmaz hatine krîmînalîzekirin û daxwaza beraetê kir. 
 
Dozger jî mutalaaya xwe aşkera kir û daxwaza beraetê kir. 
 
BERAET
 
Şandeya dadgehê jî bi sedema “hêmayên sûc çênebûne” biryara beraetê da. 
 

Sernavên din

13/05/2025
09:15 Dayikên Aştiyê: Bila dewlet gav biavêje
09:14 Li Zozana Şivişkiyê dema berhevkirina pincarê
09:14 Nivîskarên Kurd: Yekane armanca me parastina ziman e
09:00 ROJEVA 13’Ê GULANA 2024’AN
12/05/2025
22:04 Iraqê: Em piştgirî didin biryara PKK’ê
22:03 Ji Amerîkayê daxuyaniya ji bo biryara PKK'ê
21:45 Mazlûm Ebdî: Em bawer dikin ku ev gava nû wê deriyên pêvajoyeke aştiyane li herêmê veke
21:32 Bafil Talabanî: Ji bo serketina vê gava dîrokî çi ji destê me bê em ê bikin
20:37 Tulay Hatîmogûllari: Rêya Tirkiyeya Demokratîk vebûye
16:25 Demîrtaş: Dem dema xebateke samîmî û bi hev re ye
16:01 Ji YE’yê daxuyaniya ewil: Divê ev firsenda dîrokî baş bê nirxandin
15:31 Alp ê CHP’î: Bijî biratiya gelên Tirk û Kurd
15:22 Wezîrê Dadê Tunç: Meşa di rêya demokrasiyê de bi gavên pêbawer didome
15:20 Elîaçik: Piştî gava dîrokî ya PKK’ê divê dewlet ji bo statûya hiqûqî gav biavêje
15:17 Hakan Fîdan: Biryara PKK’ê dîrokî û girîng e
15:16 Ayşegul Devecîoglû: Divê em zorê bidin îktîdarê ku gavan biavêje
15:05 Ayşegul Dogan: Ne tenê biryareke fesixkirinê ye, pêvajoyeke nû ya avakirinê ye
14:51 Li Rihayê ji bo girtiyên siyasî çalakî hate lidarxistin
14:50 Serokê Baroya Amedê Guleç: Divê gavên qanûnî bên avêtin
14:06 Berdevkê YNK’ê: Gaveke erênî ye
14:05 Li Amedê bager rabû
14:01 Pervîn Buldan ji bo biryarên PKK’ê got: Divê Meclisê bikeve dewrê
13:51 SOLDEP: Em ê ji bo aştiya civakî têkoşînê geş bikin
13:32 Bakirhan: Ji bo çareseriya pirsgirêkê tu hincet neman
13:26 Kaytan û Altûn vegot: Tu tişt bi hêsanî, bêberdêl bi dest neket
13:19 Nêçîrvan Barzanî: Biryareke dîrokî ye
13:13 Piştî daxuyaniya PKK’ê hîseyên ASALSAN’ê bê qîmet bûn
12:33 Danişîna doza 4 rojnamegeran hat lidarxistin
12:26 Lêgerîna heqîqetê ya bêrawestan: Alî Haydar Kaytan
12:18 Dê însiyatîf bibe bingeha yekitiya neteweyî
12:02 Rêhevalê Azadiyê yê Abdullah Ocalan: Riza Altûn
11:31 Biryara dîrokî ya PKK’ê di rojeva cîhanê de ye
11:28 Ji AKP’ê daxuyaniya ewil: Her pêşketinek erênî dê rê li ber pêşketineke erênî veke
11:16 Serekşêwirmendê Serokkomar: Dê reformên berfireh bên kirin
11:07 Efkan Ala: Mekanîzma çawa pêwîst bike dê wisa bên xebitandin
10:56 Kaytan û Altûn dê bên bibîranîn
10:55 Hûrgiliyên kongreya PKK’ê: Ev ne dawî, destpêkek e!
10:36 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:35 Greva birçîbûnê ya li dijî girtîgehên bi ‘Tîpa bîrê’: Divê dengê derve bilind bibe
10:04 Ercûment Akdenîz: Mesele nefes wergirtina heqîqetê ye
10:03 PKK’ê Sirri Sureyya Onder bi bîr anî: Em ê xeyalên wî pêk bînin
09:49 Kongreya PKK’ê diyarî Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate kirin
09:41 ‘Mijara herî girîng a pêvajoyê naskirina statuya zimanê Kurdî ye'
09:10 Dema doz didomiya di nîvşevê de mala wan bi ser pisîkên wan de hilweşandin
09:10 Xetere li ser mafê perwerdeyê yê xwendekarên girtî heye
09:02 Ji PKK’ê biryara dîrokî: Me xebat bi dawî kirin
09:01 ROJEVA 12'Ê GULANA 2025'AN
11/05/2025
17:18 Ji bo endamê TEV-DEM’ê Îke şîn hate danîn
17:08 CPT: Êrişên Tirkiyeyê li gorî mehek berê ji sedî 78 zêdetir bûn
16:59 Li Riha û Stenbolê çalakiyên ziman hatin lidarxistin
16:30 Şîna Zeynel Bayram bi girseyî hate ziyaretkirin
16:23 Ji OHD’ê gotûbêja ‘Gorên Komî’: Divê em bi rastiyan re hevrû bibin
16:11 ‘Dayikan kevneşopiyeke xurt ê têkoşînê ava kirin’
15:35 Zaroka hat îdiakirin ji banê malê ketiye xwarê jiyana xwe ji dest da
15:30 Hozan Mizgîn di sala 33’yan a wefata xwe de hate bibîranîn
14:51 Konferansa ‘Manîfestoya Gîranoyê’ bi dawî bû
14:39 Şîna ji bo Onder li Semsûrê hatibû danîn bi dawî bû
14:33 Li Wanê ‘konê ziman’ hate vegirtin: Divê em her derê bikin dibistana ziman
14:24 Dayika Sakîne Cansizê rakirin nexweşxaneyê
14:08 Têketina herêmên dar lê tên birîn hate qedexekirin
13:15 Ji bo Pexşan Ezîzî kampanyaya îmzeyan a navneteweyî hate destpêkirin
12:07 Aysel Dogan li ser gora xwe hat bîranîn
11:12 Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk deklarasyona xwe aşkera kir
10:43 Serokê Baroya Colemêrgê: PKK’ê tişta diket ser milê xwe kir, dora dewletê ye
10:16 Kirkazak: Ji bo pêvajo pêşve biçe divê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were
10:15 Putîn ji bo ‘muzakereyên aştiyê’ bang li Ûkraynayê kir
10:03 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:02 Hevseroka DAD’ê Dogan: Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn hêvî ye
10:01 Tehliyaya girtiyê ji sedî 91 astengdar e ev 5 sal in tê astengkirin
09:38 Heval Dilbahar: Heke aştî were vê xakê divê ji ewil bi Kurdî re bê kirin
09:37 Di doza Narîn Guran de 'sonda bêdengiyê' dewam dike
09:05 Jin dê pêşengtiya Înîsiyatîfa Yekitiyê bikin
09:03 'Zîhniyeta mêr hewl nade tundiyê rawestîne’
09:00 ROJEVA 11’Ê GULANA 2025’AN
08:56 Cenazeyê Tekîk dê îro bişînin Êlihê
06:00 Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Tekîk jiyana xwe ji dest da
10/05/2025
16:02 Helbesta Abdullah Ocalan a ji bo zarokan nivîsandî cara yekem hate xwendin
15:15 Şaredarên CHP’î serdana şîna Onder kirin
15:08 Xizmên windayan li 4 bajaran doza edaletê kirin
14:00 Dayikên Şemiyê ku li aqûbeta Halîl û Kasim Aksoy pirsin: Bila Erdogan li ser soza xwe be
13:29 Li Şirnexê starta 15'ê Gulanê
13:03 Kesên ku di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
12:41 Konferansa 'Manifestoya Gîronayê': Berpirsiyarî dikeve ser milê her kesî
11:19 Kevana Zêrîn: Hozan Mizgîn bi huner û têkoşîna xwe bû dengê gel
10:21 Li Amedê Înîsyatîfa Yekîtiyê hat avakirin
10:19 Rageşiya di navbera Pakistan-Hindistanê de zede bû: Balafirgeh hedef hatin girtin
09:23 Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de qirkirina daristanê
09:07 Xizmên girtiyan: Bila girtiyên nexweş bên berdan
09:00 ROJEVA 10'Ê GULANA 2025'AN
09/05/2025
18:46 Meclisa Kirmanckî tê îlankirin
16:53 Leyla Zana: Erkên nû li ber me hemûyan hene
16:22 Tulay Hatîmogullari: Dema avakirina bingeheke demokratîk û zagonî hatiye
16:02 DEM Partiyê têkildarî ‘kongreyê’ daxuyanî da: Qonaxeke dîrokî ye
15:53 Pervîn Bûldan: Kongreyeke dîrokî ye, bi Ocalan re ‘ragihandineke teknîkî’ çêbûye
14:32 Li Amedê 7 xwendekar hatin binçavkirin
14:30 Gelek kes çûn serdana şîna Onder a li Semsûrê
13:10 Piştî dîlgirtina 31 salan hat warê xwe
13:05 Ji bo girtiyan bang kirin: Ji bo çareseriyê divê pêvajoya reformê bê destpêkirin
13:03 PKK’ê ragihand: Me kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist
12:26 Şaredariyê li dijî biryara redkirina navê ‘Orhan Dogan’ serî li dadgehê da