STENBOL - Ji bo Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, bi tevlibûna hezaran kesan li AKM'ê merasîm hat lidarxistin. Di merasîmê de soza domandina têkoşîna aştiyê ya Onder hate dayin.
Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder duh jiyana xwe ji dest da. Ji bo Onder, îro li Navenda Çandê ya Ataturkê (AKM) ya li Taksîm a Stenbolê merasîma bîranînê hat lidarxistin. Di saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran kes herikîn AKM'ê. Di serî de hunermend û siyasetmedar, bi hezaran kes li AKM’ê kom bûn.
Eywan, bi temamî tije bû û bi hezaran kes jî li derve man. Cenazeyê Onder ji hêla malbat û hezkiriyên ve birin ser sehneyê. Bi hezaran kesan demekî dirêj li ser pêyan li çepikan xistin. Cenazeyê Onder bi qurnefîlan hate xemilandin û li ber serê wî jî tulbenta spî hate danîn ku sembola aştiyê ye.
Gelek caran li eywanê dirûşmên “Şehîd namirin”, “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye”, “Bijî biratiya gelan” û “Soza me ya ji bo Sirri aştî ye” olan dan. Zemara dayikeke Kurd striyayî, li eywanê olan da.
Bername, bi pêşandana sînevîzyoneke jiyana Onder vedigot domiya. Piştre jî keça Onder, Ceren Onder Kandemîr, Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê, derhêner û hunermend axivîn.
Piştî axaftinan, bi deh hezaran kes ji bo merasîna nimêja cenazeyê Onder ber bi Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li Şîşliyê ve meş lidar xistin.