Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in

  • rojane
  • 09:44 27 Nîsan 2025
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Cafer Tar, diyar kir ku bi “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” re Tirkiye li derve hatiye hiştin û bi vê yekê re dê Qibris hêj girîngtir bibe. Cafer Tar, got: “Cihê Qibrisê cihekî girîng e lê pozîsyona Kurdan bi qasî wê girîng e.”

Îsraîl, Yewnanistan û Rêveberiya Rûman a Başûrê Qibrisê ji bo gaza xwezayî ya Rojhilatê Behra Spî veguhêzînin Ewropayê, dixwazin “Projeya Xeta Boruyê ya Rojhilatê Behra Spî” bixin meriyetê. Proje hedef dike ku çavkaniyên enerjiyê yên li Rojhilatê Behra Spî bi ser Qibris û Gîrîtê derbasî Yewnanistanê bike. Ji bo vê projeyê di 2’yê Çileya 2020’ê de îmze hatin avêtin û hat ragihandin ku xeta boruyê dê bi dirêjiya hezar û 900 km’an be. Tê hedefkirin ku salane 10 milyar metrekupên gaza xwezayî veguhêzîne û ji bo vê 7 milyar dolar pere jê re hatiye veqetandin. 
 
Hem ji ber dijderketina Tirkiyeyê, hem ji ber ku DYA’yê piştgiriya xwe vekişand û ji hêla din ji ber hevsengiyên jeopolîtîk, proje hêj neketiye meriyetê. Lê belê li gorî agahiyan, di encama xebatên dîplomatîk ên Yewnanistan û Îsraîlê de, ji bo ev projeye bikeve meriyetê her 3 welat dîsa ketin nava tevgerê. 
 
 
Rojnameger Cafer Tar têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got: “Bi ketina meriyetê ya vê xeta boruyê re dê Tirkiye hem li derveyî parvekirina enerjiyê were hiştin hem jî ji hêla jeostratejîk ve li derve bê hiştin.”
 
PIŞTPERDEYA DÎROKÎ
 
Tar, da zanîn ku projeya behsa xeberê xwedî piştperdeyeke dîrokî û rojane ye û ev tişt anî ziman: “Piştî kapîtalîzma pîşesaziyê derketî holê, Ingilistanê bi taybet jî madeya xam a endustriya tekstîlê ji Hindistanê di anî. Di mijara pêşketina kapîtalîzma li Ingilistanê de Hindistan xwedî cihekî pir girîng e. Ji destpêkê ve Ingilistanê dixwest rêgeha ber bi Hindistanê ve diçe vekirî be. Hêj ji wê demê ve Rojhilatê Behra Spî weke çavkaniya madeyên xam dihat dîtin lewma her tim girîng bû. Armanca siyaseta ingilîz ew bû ku Osmaniyan bi yekgirtî bihêle. Parçenebûna Osmaniyan û neketina bin bandora Awûstûrya û Macaristanê, dihat wê wateyê ku ev rêya Hindistanê vekirî bimîne. Lewma jî Qibris û Rojhilatê Behra Spî pir girîng bû. Ingilistanê dît ku mimkin nîne Osmaniyan bi vî awayî bihêle. Partiya Karkeran hate gel hev û ber bi dawiya salên 1800’an ve jî gotin ‘Madem em nikarin Osmaniyan yekgirtî bihêlin, wê demê em parçe bikin.’ Û cihê ewil ê lê bandor bûn jî Misr û Qibris bû. 
 
Rêyên enerjiyê tam li ser rêgeha Misir û Qibrisê ne. Nîqaşên Qibrisê, yekser nîqaşên Misir, Sûriye û Îsraîlê ne. Ji vî alî ve dîrok xwe dîsa dubare dike. Welatên Ewropayê ji sedî 70’ê enerjiya xwe ji derve îthal dikin. Bi taybet jî di hilberandina ceyranê de gaz pir girîng e. Gaz ne tenê ji bo xwegermkirinê tê bikaranîn, piraniya madeya xam a santralên ceyranê jî gaz in. Piraniya gazê jî ji rojhilat, ji Kendava Basrayê tê. Li Rojhilatê Behra Spî rezervên cidî yên gaza xwezayî hene. Ev jî Rojhilata Navîn û Rojhilatê Behra Spî bêhtir girîng dike.” 
 
‘QIBRIS DÊ BIBE CIHEKÎ HÊJ GIRÎNGTIR’ 
 
Di berdewamê de Tar daxuyand ku divê Qibris ne tenê ji hêla gaz û çavkaniyên enerjiyê ve were nîqaşkirin û got: “Enerjî tiştekî pir girîng e lê em nikarin Rojhilata Navîn û Qibrisê li ser vê îzah bikin. Şertê ewil ê hemû welatên rojavayî, vekirîbûn û biewlebûna rêgehên ber bi bazaran ve ye. Ji hêla Ingilistanê ve hedefa esasî ew e ku rêgeha ji Cebelîtarikê heta bendergeên Behra Spî tevek vekirî be. Hedefa polîtîkata derve ya Almanyayê jî biewlebûna rêgehên bazarên e. Çîn û Hindistan jî êdî ne tenê cihên çavkaniya madeya xam hildiberînin, her wiha veguherîne bazarên girîng. Ev her du welat hema hema biqasî dewletên Ewropayê xwedî bazarên bihêz in. Lewma jî vekirîbûn û biewlebûna van her du rêgehan, ji bo dewletên me li jor qala wan kirî girîng in. Qibris jî di naverasta her du xetan de cih digire. Lewma jî pir girîng e. Ji ber vê jî Ingilistan û DYA’yê li Qibrisê baregehên xwe ava kirin. Di pêvajoya pêş de bi rastî jî Qibris dê veguhere cihekî pir girîng.” 
 
‘MESELEYA QIBRISÊ JI YA SÛRIYEYÊ GELEK DÛR NÎNE’ 
 
Rojnameger Tar, got ku 4 Komarên Turkî (Kazaxistan, Kirgizistan, Ozbekistan û Turkmenistan) Tirkiye li Qibrisê weke “hêza dagirker” nas kirine û wiha pê de çû: “Ev rewş nîşan dide ku Tirkiye li herêmê winda dike. Nabe ku meseleya Qibrisê ji geşedanên li Sûriyeyê cuda were nirxandin. Pirsa dê pêvajoya li Sûriyeyê çawa bibe; ji Qibris, Misir û Îsraîlê gelek dûr nîne. Gavek piştre jî ji Yewnanistan û Tirkiyeyê cuda nabe. Ev tevek girêdayî hev in. Rewşa li Qibrisê di heman demê de polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê, heta kir ku Devlet Bahçelî bang li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.” 
 
‘SIYASETA HEVSENGIYÊ YA TIRKIYEYÊ TÊK ÇÛ’ 
 
Tar, da zanîn ku piştî qelsbûna Rûsya û Îranê, polîtîkaya hevsengiyê ya Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn jî têk çûye û wiha got: “Niha li herêmê tekane hêz, rojavayî û Îsraîl in. Dewletên rojavayî ragihandin ku dê korîdora aboriyê enerjiyê ya ji Hindistanê dest pê dike û heta Hamburgê didome, ava bikin. Tirkiye li derveyî vê hate hiştin. Li şûna ku xetekî wiha li ser Tirkiyeyê re derbas bikin, tevî ku bihatir e jî ji bin behrê derbasî Qibrisê, Yewnanistanê û ji wir jî dibin Ewropayê. Maliyeta wê zêdetir e lê nexwestin Tirkiyeyê daxilî vê bazarê bikin. Sedema vê jî ew e ku baweriya wan bi Tirkiyeyê nayê. Anku nexwestin ji hêla Bakur ve girêdayî Putîn û ji hêla Başûr jî girêdayî Erdogan bin.” 
 
KURD DIBIN KIRDE
 
Tar, got ku bi pêvajoya avakirina rêgeha “Hindistan û Ewropayê” re Tirkiye êdî girîngiya xwe ya jeopolîtîk winda dike û axaftina xwe wiha qedand: “Dema em tevî van geşedanên nû dinirxînin, dibe ku bandorê li ser têkiliyên Tirkiye û Yekitiya Ewropayê bike. Erdogan dema ji ewil bûyî îktîdar xwe nêzî endamtiya yekitiyê kir lê roj bi roj ev derfet winda kir. Di halê hazir de mimkin nîne Tirkiye bibe endama YE’yê. Lê heke hevdîtinên Tirkiyeyê yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re erênî derbas bibin, li Tirkiyeyê j hêla demokrasî, mafên mirovan, aborî û însanî ve pêşketin çêbibin, dibe ku di têkiliyên YE’yê de geşedan çêbibin. Qibris çawa xwedî cihekî girîng be, Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in. Qibris çawa ji Rojhilatê Behra Spî dest pê bike û li ser rêgeheke ku Kurdan û Sûriyeyê jî digire nav xwe cih bigire, Kurd jî tam li naverasta vê ne. Û Kurd ji hêla îdeolojîk, exlaqî, polîtîk û leşkerî ve îstîqrarê xerab nakin. Berevajî vê temam dikin. Ev yek jî Kurdan dike kirdeyeke pir girîng.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 
 
 

Sernavên din

02/05/2025
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike