Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Weqfa Îbrahîm Ehmed bi merasîmekê Xelatên Zêrîn yên Bile belav kirin. Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û mamosteya Kurdî ya Rojhilata Kurdistanê Zara Mihemedî hêjayî xelatê hatin dîtin.

Xelatên Zêrîn yên Bile ku her sal ji aliyê Weqfa Îbrahîm Ehmed ve tên dayîn, îsal jî bi merasîmekê li Telarî Huner a li Silêmaniyê gihîştin xwediyên xwe. Di merasîmê de ji her çar perçeyên Kurdistanê û gelek kesên navdar beşdar bûn. Di merasîmê de, Weqfa Îbrahîm Ehmed, Xelatên Zêrîn yên Bile dan Şehîd Şervan Kobanê, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Amedspor û mamostaya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî.
 
PEYAMA MAZLÛM EBDÎ  
 
Mazlûm Ebdî bi peyameke vîdyoyî beşdarî merasîma xelatan bû. Mazlûm Ebdî di peyama xwe de got: “Ez lêborînê dixwazim ku min nekarî îro li wir bim. Ez spasiya wan dikim ku ez û Şehîd Şervan Kobanê hêjayî vê xelatê dîtine. Şervan Kobanê jî mîna Îbrahîm Ehmed ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîn kir û şehîd bû. Min şansê naskirina Îbrahîm Ehmed di temenekî biçûk de hebû û ez gelek tiştan ji wî fêr bûm. Ber bi dawiya salên 90’î me gelek tişt jê hînn bû û me ji bo yekîtiya Kurdan xebitî. Îro em her wiha konferansa xwe li Rojava lidar dixin. Ez bawer dikim ku ev konferans dê bibe wesîleya kongreya neteweyî ya Kurd.”
 
Xelat li ser navê Mazlûm Ebdî ji aliyê Serokê YNK’ê Bafil Talabanî ve ji Endamê Dîwana Serkirdayetiay YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed hat wergirtin.
 
ŞERVAN KOBANÊ 
 
Şervan Kobanê yek ji 9 kesên ku di 15’yê Adarê 2023’yan de di qezaya helîkopterê de li bajarokê Çemankê yê girêdayî bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê şehîd ketibû, bû. Şervan Kobanê yek ji fermandarên yekîneyên Antî-Terorê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû.
 
ZARA MIHEMEDΠ
 
Zara Mihemedî ya ku hêjayî xelatê hat dîtin jî, çalakvana jine ku ji ber pîşeya xwe ya mamostetiya Kurdî demeke dirêj rastî zexta rejîma Îranê hatiye. Zara Mihemedî ji ber pîşeya xwe gelek caran hatiye binçavkirin.
 
XELATÊN ZÊRÎN ÊN BÎLE 
 
Xelatên Zêrîn yên Bile yên Weqfa Îbrahîm Ehmed, bernameyeke xelatane ku ji bo zindî hiştina bîranîna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Ehmed tê lidarxistin. Ev xelat ji kesayetên ku beşdariyên girîng di warê çand, wêje û mafên mirovan de kirine re tên pêşkêşkirin.
 
Xelatên Îbrahîm Ehmed bi taybetî ji bo rûmetdayîna kesên ku beşdarî di nasandina çand, wêje û têkoşîna mafên mirovan yên Kurd de dikin, tên organîzekirin. Xelat armanc dikin ku mîrateya Îbrahîm Ehmed zindî bihêlin û nirxên wî bigehînin nifşên nû.
 
Di sala 2022’an de, Hevserokê berê yê HDP’ê li Tirkiyeyê Selahattin Demirtaş ji aliyê weqfa ku li ser navê Îbrahîm Ehmed hatiye damezrandin ve Xelata Rûmetê wergirtibû. Xelat di merasîmekê de li Silêmaniyê hat pêşkêşkirin û li ser navê Demirtaş, ji aliyê seroka weqfê Şehnaz Îbrahîm Ehmed ve ji Alîkara Hevserokê Giştî Feleknas Uca re hat pêşkêşkirin.
 
ÎBRAHÎM EHMED KÎ YE? 
 
Îbrahîm Ehmed nivîskarekî Kurd, rojnamevan, hiqûqnas û siyasetmedare ku di sala 1914’an de li Silêmaniyê hatiye dinê. Ehmed, ku yek ji pêşengên wêjeya Kurdî tê qebûlkirin, bi taybetî bi roman û çîrokên xwe yên kurt tê naskirin.
 
Berhema wî ya herî navdar Janî Gel (Jana Gel), bi zimanekî wêjeyî zilm û berxwedana ku gelê Kurd dijî vedibêje. Her wiha Îbrahîm Ehmed yek ji damezrînerên PDK û YNK’ê bû, bi têkoşîna xwe ya siyasî û xebatên xwe yên rewşenbîrî beşdariyên girîng di parastina nasnameya Kurdî û nasandina wê de kiriye. Beşeke mezin a jiyana xwe li sirgûnê derbas kir û di sala 2000’î de li Londonê wefat kir.
 
 
 
 
 

Sernavên din

02/05/2025
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike