Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan

  • rojane
  • 15:33 26 Nîsan 2025
  • |

NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya xizmên windayan ên li Amed, Êlih û Colemêrgê de îşaret bi Komkujiya Ermenan hat kirin. 

Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê berdewam kirin.
 
AMED 
 
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakiya xwe “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li dar xist. Di çalakiya hefteyê 846emîn de qurbaniyên Komkujiya Ermenan a 24'ê Nîsana 1915'an hatin bibîranîn. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê û bi dehan kes tev li çalakiyê bûn. Di şexsê helbestvan Taniel Varujan ê ermen de li aqûbeta qurbaniyên Fermana Ermenan hatine windakirin hat pirsîn.
 
Ewilî endamê ÎHDê Gunal Kûrşûn axivî û bi bîr xist ku ew çalakiyê ji bo edelêtê didomînin û wiha got: “Ev 30 sal in çalakî didome. Li Tirkiyeyê di navbera 15 û 20 hezar kes hatiye windakirin. Em xizmên windayan silav dikin, tu car xwe tenê nebînin.”
 
Rêveberê Yekitiya Tabîban Dr. Mehmet Şerîf Demîr jî axivî û li ser navê saziya xwe silav li beşdaran kir û wiha got: “Em wekî Yekitiya Tabîban we hemûyan silav dikin. Em li ber têkoşîna we bejna xwe ditewînin. Heke aştî were vî welatî divê di serî de dengê dayikên/malbatên windayan were bihîstin. Ev pirsgirêka Kurd 50 sal in didome, di encamê de gund hatin şewitandin, însan hatin îşkencekirin. Ev berxwedana dayikên windayan bi rûmet e.”
 
Hevserokê Giştî yê ÎHDê Huseyîn Kuçukbalaban jî axivî û da zanîn ku ev çalakî bi ked û têkoşîna dayikan dest pê kir û ev yek anîn ziman: “Di 27ê Gulana 1995an de ev çalakî dest pê kir. Heta ku dayikek bibêje zarok, xizmên me windayî ne, wê ev çalakî berdewam bike. Îro he jî tecrîd didome. Di fermana, şewitandina gundan de kiryar nehatin darizandin. Em jî dibêjin ji bo pêvajo li pêş bikeve divê demildest kiryar bên darizandin.”
 
Rêveberê ÎHDa Amedê Alî Îhsan Demîrtaş serpêhatiya windakirina helbestvanê Ermen Tanîel Varujan xwend.
 
ÇÎROKA WINDAKIRINA VARUJAN
 
“Di 24ê Nîsana 1915an de bi gotina wezîrê kare hûndir ya hikûmeta Îttîhat û Terakî Talat Paşa ve li ser Ermeniyan êriş pêk hatin. Rewşenbîrê Ermeniyan hatin binçavkirin. Yek ji van rewşenbîran jî helbestvan Tanîel Varujan bû. Tanîel Varujan di sala 20ê Nîsana 1884an de hatiye dinê. Tanîel Varujan ê 31 salî bavê 3 zarokan bû di 24ê Nisanêa 1915an de hat binçavkirin. Dema ku hat binçavkirin, polîsan ji Tanîel û hevalên wî re got, ‘hûnê di nava saetekî de werin berdan’. Tanîel Varujan 25ê Nîsanê sewqî Çankiriyê hat kirin, ji vir jî di 26ê Nîsanê de bi tevî 4 hevalên wî ve dibin girtîgehê. Tanîel Varujan û 4 hevalên wî dema ku ber bi girtîgehê ve derdixin rê ji hevalên xwe yê Çankiriyê re dibêjin, ‘me dibin mirinê, li zarokên me binêrin’. Komeke çete êrişî trênê dike. Lê leşker êrişê asteng nakin. Tanîel Varujan û 4 hevalên xwe bi hovane tên kukştin.”
 
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîn Tanîel Varujan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û çalakiya vê hefteyê bi dawî bû.
 
ÊLIH
 
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê û xizmên windayan jî di hefteya 682'an de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta "Divê winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û wêneyên windayan hatin vekirin de aqûbeta Alî Îhsan Dagli ê di 4'ê Nîsana 1995'an de di binçavan de hat windakirin hat pirsîn.
 
Çîroka windakirina Dagli ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê Rêzan Baytarê ve hat xwendin. Çîroka windabûna Dagli wiha ye: “Alî Îhsan Dagli bi hevjîn û zarokên xwe re li Gundê Eşme yê navçeya Farqînê ya Amedê rûdinê, di 14’ê Nîsana 1995’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li gund pevçûn çêdibe. Piştî pevçûnê li nêzî mala xwe tê binçavakirin. Keyayê gund Mehmet Şîrîn Kiliç dibe şahid ku Dagli ji gund tê derxistin û ji destê xwe yê çepê birîndar dibe. Li gorî gotina keyayê gund, Dagli ewilî dibin gundê Hişkamergê. Bi qasî nîv saetê li vir tê sekinandin û paşê wî bi helîkopterê dibin Fermandariya Cendirmeyan a Farqînê. Ji ber ku Dagli birîndar bûye, gundî gomelkê wî yê bixwîn ibînin. Piştî vê careke din agahî ji Dagli nayê girtin. 
 
Piştî serlêdana bavê wî Mehmet Dagli ku di 24'ê Nîsana 1995'an de li Serdozgeriya DGM'ê kiribû, ji malbatê re hat gotin 'Kesê bi navê Alî Îhsan Dagli nehatiye binçavkirin.' Dîsa li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê ya 11'ê Cotmeha 1995'an, ji ber serlêdana malbatê ya li Komeleya Mafên Mirovan, gund ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin û malbat rastî tundiya leşkeran hatiye. Piştî windakirina Alî Îhsan Dagli jî ev zext berdewam dikin. Binçavkirina Alî Îhsan Dagli bi wêneyê ku di 11'ê Cotmeha 1995'an de di rojnameya Evrenselê de bi nûçeya bi sernavê 'Va ye winda' hat weşandin, di dema binçavkirinê de hatiye kişandin. Di wêneyê de tê dîtin ku  destê Alî Îhsan Dağlı girêdayî ye. Ji bilî vî wêneyî malbata wî, der barê Alî Îhsan Dağlı de tu agahiyeke berbiçav bi dest naxiste. Di 16’ê Cotmeha 1995’an de ev wêne ji aliyê malbata wî ya ku hatine şaxa me ve hatiye teşxîskirin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
COLEMÊRG 
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 172'yemîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo Welat, Îsmaîl û Sîbel Şedal ên di 25'ê Nîsana 2000'an de hatin qetilkirin doza edaletê hat kirin. 
 
Endamê ÎHD'ê Ozan Akbaş ê ku çîrok xwend got: "Di 25'ê Nîsana 2000'î de di dema qedexeya derketina derve ya taxê de ku tevahiya şevê dewam kir, bi awayekî defakto qedexeya derketina derve hat îlankirin. Sibeha piştî ku qedexe hat rakirin, şêniyên taxê ji bo pêdiviyên xwe bi cih bînin, dest bi terikandina malên xwe kirin. Di saet 13.00'an de Sîbel, Azat, Firat û pismamên wan Welat û Îsmaîl ên ku dilîstin, ji cihê ku lê dilîstin ber bi taxê ve bi rê ketin û piştre dengê teqînê hat. Îsmaîl û Welat Şedal jiyana xwe ji dest dan û Sîbel Şedal jî jiyana xwe ji dest da. 
 
Akbaş anî ziman ku 2 saetan destûr nehat dayîn ku ambûlans bikeve cihê bûyerê û wiha got: “Zarokên ku bi giranî birîndar bûbûn, dema ku ambûlans hat astengkirin, bi kamyonê ew birin nexweşxaneyê û rojek şûnde cenaze teslîmî malbatan kirin. Têkoşîna malbata Şedal a bi israr a lêgerîna edaletê bi biryara neşopandinê ya Serdozgeriya Geverê hat astengkirin û daxilî nava yên kiryar nediyar hat kirin."
 
ÎZMÎR
 
Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê vê hefteyê jî çalakiya xwe ya windayan berdewam kir. Di çalakiya li ber Sûmerbanka kevin a Konakê hat lidarxistin de pankartên bi nivîsa "Wind meseleya wijdanê ye, xwedî lê derkevin" û "Kiryar diyar in, winda li ku ne" hatin vekirin. Vê îşaret bi Qirkirina Ermeniyan a di 24’ê Nîsana 1915’an de hat kirin.
 
Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Caner Canli daxuyanî da û diyar kir ku bi Qirkirina Ermeniyan re hevrûbyûn çênebûye û sûcê hatiye înkarkirin dewam dike û rê li ber sûcên nû yên li dijî mirovahiyê vedike. Canli banga rûbirûbûna sûcên li dijî mirovahiyê yên li hemberî gelê ermenî kir.
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.   
 
 

Sernavên din

02/05/2025
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike