Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin

  • rojane
  • 14:27 26 Nîsan 2025
  • |

AMED -Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be ku avabûna xwe îlan kir. Platformê destnîşan kir ku têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye. 

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be li ber Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi daxuyaniyekê avabûna xwe ragihand. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Amedê, Dayikên Aştiyê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û hevşarêdarên navçeyên Amedê, Serokê Baroya Amedê Abdûlkadîr Guleç di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
Girseyê di çalakiyê de pankartên Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be, Platforma Komeleyên Amedê, Federasyona Kûlubên Sporên Amator ên “Şiyar Be Ji Hişbirê re Na. Ciwan pêşeroja me ne, em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin” û “Şiyar Be jehrê ne heviyê hembêz bike” û dowîzên bi kurdî û tirkî yên “Jehrî Ney Hêvî Verare Bike”, “Jiyan xweş e şiyar be”, “Bêhna Azadiyê Pir Xweş e”, “Em heta dawiyê bi hev re ne”, “Ji hişbirê na”, “Ciwan ranezên li têkoşînê xwedî derkevin” hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan”, “Jiyan xweş e şiyar be” berz kirin.
 
Girse ya ewilî li Parka Sumerê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê kom bû ji vir heta Bircên Ben û Senê yên li navçeya Sûr a Amedê bi pankart, dowîz û dirûşman meşiya. Cihê ku girse tê re meşiya welatiyan jî bi çepikan piştevaniya meşê kirin.
 
Beriya metna daxuyaniyê were xwendin endamê platformê Şerefxan Aydin destnîşan kir ku li welat her ku diçe bandora tiryakê zêde dibe û wiha got: “Tiryak û jehra dikeve nava malbatên me wan neçar dike. Me jî weke saziyên ku êşa gel parve dikin. Dilê wan diêşe û dixwazin tiştekê bikin hatine vir û dixwazin tiştekê bikin. Divê em helwestekê bigirin. Gel li hemberî tiryakê bisekine ku em bajar û welatekê xwe rizgar bikin. Welatparêzî dêrûnû û tenduristiya civakê ye.”
 
Pişt re Hevberdevka Platforma Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Gulşen Demîrê Kurdiya daxuyaniya bi serenavê “Civakê em bi hev re biparêzin” û dirûşma “şiyar be! azad be! aram be! ava bike!” dest pê dikir xwend. Tirkiya daxuyaniyê jî  Hevberdevka Platforma Li Dijî Hişbirê ya Şiyar Be Mûrat Kan xwend.
 
Gulşen Demîr diyar kir ku nirxên çandî û exlaqî yên ku civak dihewîne weke potansiyel hemû nasnameyan diyar dikin û wiha got: “Heyînbûn, zindîbûn, mirovbûyîn… Nasnameyên me bi nirxên me yên çandî û exlaqî diyar dibin. Lê belê civaka ku ji van nirxan qut dibe ji xwe biyanî dibe û nasnameya wan tevlîhev dibe. Rewşa xwebûnî dikeve zorê. Dîrok nîşan dide ku yê xwe bi awayekî civakî nekare ava bike, nirxên xwe yên civakî nekre biparêze; yan asîmîle bûye yan jî tune bûye.
 
Bi salan e gelê me ji 7 salî heta 70 salî, ji jinê bigire heta ciwanan bi giştî rastî êrîşên rizandina exlaqî û bêeslîbûnê tên. Ev êrîşên pergalî ku civakê ji nirxên wê qut dike û dixe bin serweriya pergalê, kesan jî, ji nirxên exlaqî û helwesta polîtîk dûr dixe. Pergala Kapîtalîst; Civakek bêhiş, ji xwe dûrketî, perçebûyî û qelsbûyî armanc dike. Ji lewra birêvebirina parçeyan ango kesan wekî ku tê xwestin ji rêvebirina civakek yek girtî hêsantir e. Bi vî awayî, kes hêza xwe ya ramanê winda dike û bi darê zorê dikeve nav kesayetî û şêwazên têkiliya ku ji hêla pergalê ve neçar dihêle!!!”
 
‘EV PIRSGIRÊK HÊZA BERXWEDANA CIVAKÊ DIŞIKÎN'
 
Gulşen Demîr got ku “ev pergala bi jehrî digel ku êrîşî hêza civakê dike wisa jî aliyên civakê yên qels ji xwe re dike hedef” û wiha bi lêv kir: “Hêmanên wekî elimandinên hişbir, fihûş û çilvirînê dizivirîne amûrên êrîşê û bi bandor li dijî civakê bikar tîne. Ev pirsgirêk ne tenê zerarê dide ferd, di heman demê de zerarê dide tevna civakî û hêza berxwedana civakê dişkîne. Hişbir û fihûş, amûrên bi kêrhatî ne ku civakê ji hundur ve dirizîne û pergala kapîtalîst û serdest xwe bi van amûran xurt û mezin dike. Bi van amûran , bandorê li hemû beşên civakê dike û yekîtiya civakî parçe dike.”
 
Gulşen Demîr, da zanîn ku elimandina maddeyan ne pirsgirêkeke ku tenê bandorê li tenduristiya fîzyolojîk an jî psîkolojîk a kesan dike û ev tişt gotin: “Ev pirsgirêk jehreke berbelave ku siberoj, exlaq û nasnameya civakê belav dike û dihelîne. Kesê ku pergala hişê wî/wê ya navendî hilweşe, ne tenê ji hêla biyolojîk ve di heman demê de ji hêla ramanî ve û ji hêla hilberînê ve jî têk diçe; bi vî awayî hêza xwe ya ramanî, hilberandin û berxwedanê jî winda dike. Ji ber vê yekê, kesê ku tiryakê ve girêdayî dibe, dibe amûrek bêhêz û bi hêsanî tê beralîkirin. Madeyên hişbirê ne tenê kesan ji xwe, ji malbat, derdora wî û civakê qut dike, di heman demê de wî li hemberî derdorê û civakê biyanî dike.”
 
‘NE PIRSGIRÊKEKE TAKEKESÎ YE'
 
Gulşen Demîr da zanîn ku di têkoşîna li dijî tiryakê de ji berxwedana ferdî wêdetir pêwîstî bi avakirina xeta yekîtî û helwestek civakî heye û wiha pê de çû: “Sîstema kapîtalîst tiryakê weke çek bikar tîne; Ji bo civakê ji nirxên exlaqî qut bike û bike civakeke bê vîn, ciwanan dike hedef û vê tiryakê belav dike. Ji ber ku temenê bikaranîna tiryakê li Kurdistanê daketiye 9 saliyê ev yek bi awayekî eşkere nîşan dide ku ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke takekesî ye, di heman demê de pirsgirêkeke pergaliye jî.
 
Fihûş jî wek tiryakê yek ji sûcên herî mezin ên li dijî rûmeta mirov û civakê ye. Dema ku pergala kapîtalîst laşê mirovan vediguherîne ‘maşê’, vê hilweşandinê jî wekî rewşek xwezayî nîşan dide. Têkoşîna li dijî fihûşê ne tenê bi tedbîrên cezakirinê di heman demê de bi veguhertineke ber bi koka xwe ve pêkan dibe. Divê ev veguhertin xizaniyê, nebûna perwerdehiyê û pergala ku mirovan ber bi bêhêvîtiyê ve dibe bike hedef. Ji ber ku fihûş ne hilbijartinek e, lê encamek e ku ji hêla bêhêvîtiyê ve hatî ferz kirine. Lê belê em ê vê rewşê qebûl nekin û nakin jî. Banga me ji civakê re ye: Têkoşîna li dijî madeyên hişbir û fihuşê ne pirsgirêkeke takekesî û malbatî ye, meseleya wijdan û siberoja vê civakê ye.”
 
Gulşen Demîr axaftina xwe wiha domand: “Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên civakê, bêrêxistinbûyîne. Civakên ku li ser bingeheke rast hatine birêxistinkirin dikarin pirsgirêkên bi vî rengî yên kangrenîk çareser bikin. Lê belê civakên ku nikarin bên gel hev, bêparastin dimînin û her tim rastî polîtîkayên qirêj ên desthilatdaran tên.
 
Azadî, bi nû ve avakirina nirxên xwe yên ferdî an jî civakî re derbas dibe. Civat, dema ku berhemdar û bi xwe re di nava aştiyê de be, yekîtiyê pêk bîne, çareseriya hem pirsgirêkên ferdî û hem jî yên civakî pêkan dibe. Ev nirxên henê ne tenê ji bo takekesî, pêşeroja tevahiya civakê diyar dikin. Civak ancax bi jiyankirina nirxên xwe dikare weke xwe bimîne û xwe biparêze.
 
Pirsgirêkên weke tiryak, xizanî, fihûş û gendelî ne tenê pirsgirêkên takekesî ne, di heman demê de pisgirêkên pergalî ne. Çareserkirina van pirsgirêkan ji hişmendiya takekesî wêdetir, birêxistinkirina civakî re pêwîst e. Pêvajoya avakirina civakê li ser bingehê nirxên exlaqî ji nû ve birêxistinkirinê, li ser xwebûna ciwan û civakê jêveneger dike.”
 
BANGAWAZÎ
 
Gulşen Demîr axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev bang her kesê vedixwîne berpirsyariyê! Ciwanino, Jinino! Em hêza pêşeng a vê têkoşînê ne. Em hemû ji hişbirên ku siberoj û azadiya me ji me distînin re bibêjin na. Malbatino! Erka me ya herî bingehîn e ku em zarokên xwe ji lepên vê pergala bi jehrî rizgar bikin. Em dikarin bi rêxistinkirinê vê çerxa jehrê têk bibin… Rêxistinên Girseya Demokratîk; Em hemû ji çareserkirina vê pirsgirêkê berpirsyar in. Ger sedema hebûna me çareserkirina pirsgirêkên civakî ye, wê çaxê niha em bi hev re têbikoşin! Bi kurt û kurmancî em hemû berpirsyarin! Em dikarin bi hev re civakek li ser nirxên exlaqî avabikin. Di destê me de ye ku em vê tarîtiyê têk bibin. Ji ber ku nirxên ku civakê wenda kiriye bi bêdengiya me re winda dibin. Werin em bi hev re vê bêdengiyê bişkînin û bi hev re pêşerojeke azad ava bikin! Em xwe rêxistin bikin. Xwe hişmend bikin, xwe azad bikin!”
 
Piştî daxuyaniyê girse ji Parka Sumerê heta Bircên Keçikê meşiya.

Sernavên din

02/05/2025
13:48 Welatiyên li dijî îstîmlaqkirinê derketin hatin binçavkirin
13:46 Rapora Girtîgeha Tokatê: Divê wezaret li dijî binpêkirinan peywira xwe bîne cih
13:05 Danişîna doza Narîn Guranê hate taloqkirin
13:04 Di mehekê de li Rojhilat 12 jin hatin qetilkirin
13:03 Komxebata di Pirsgirêka Kurd de Xwebêçekkirin: Divê mercên Abdullah Ocalan bên başkirin
12:17 Fîlozof Betto piştgirî da banga Abdullah Ocalan
11:46 Ekrem Îmamoglû zêdetirî 200 gilî kirin
11:05 Kedkarên tev li 1’ê Gulana Amedê bûn: Heke şer bi dawî bibe dê aborî baş bibe
10:41 Îsraîlê li Şamê dora qesra serokatiyê bombebaran kir
10:30 Îndeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê: Tirkiye di kategoriya ‘Pir xeternak’ de ye
10:23 Danişîna 3’yan a doza Narîn Guranê dest pê kir
09:48 Li Dêrsimê 4 kes hatin binçavkirin
09:21 Ji Meteorolojiyê hişyariya barînan
09:20 'Tirkiye mecbûr e li gorî biryara mafê hêviyê tevbigere'
09:13 Doza cîgirê midûr ê dest avêtibû xwendekaran hat xerakirin
09:03 Heta li Sûriyeyê rewşa Kurdan zelal nebe îstiqrar ne pêkan e
09:01 ROJEVA 2’YÊ GULANA 2025’AN
01/05/2025
16:45 'Dê têkoşîna yekbûyî bi ser keve’
16:34 Mitînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê bi dawî bû
16:29 Bakirhan peyama Ocalan ragihand: Kapîtalîzm hêviya me di dize
16:21 Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de daxwaza ji bo sosyalîzmê
15:54 Li Tandoganê 1’ê Gulanê: Heke hiqûq nebe kolan hene
15:44 Hêzên Ked û Demokrasiyê: Civaka demokratîk bi têkoşîna karkeran pêkan e
15:38 Li Egeyê bi deh hezaran kes daketin qadên 1’ê Gulanê
15:21 Di rojekê de li Îranê herî kêm 12 kes hatin darvekirin
15:19 Rejîma Îranê mamosteya Kurd ji kar derxist
15:15 Manîfestoya sendîkayan: Heke em bibin yek, wekhevî û azadî pêkan e
14:53 Kanal 8: Em agahiyan ji nûçegihanên xwe yên li Şamê nagirin
14:46 34 partî û rêxistinan banga ‘şerê li Şamê bidin sekinandin’ kirin
14:38 SOHR: Di Nîsanê de 137 kes hatin qetilkirin
14:16 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Bêyî kedkaran civaka demokratîk ava nabe
13:37 Li Wanê 1’ê Gulanê: Em ê ji bo ked, demokrasî û aştiyê têbikoşin
13:27 Mitînga 1’ê Gulanê ya li Kadikoyê dest pê kir
13:25 Li Qada Stasyonê 1’ê Gulanê: Em wekhevî û aştiyê dixwazin
13:17 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 1’ê Gulanê
13:12 Li Şengalê 1’ê Gulanê: Ked, azadî ye
13:11 Rojnameger Berekat: Êrişên li dijî Durziyan plankirî ne
12:11 Tulay Hatîmogûllari: Kedkar dê piştgiriyê bidin çareseriya pirsgirêka Kurd
12:10 Li Stenbolê zêdetirî 200 kes hatin binçavkirin
11:49 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo 1’ê Gulana Zurihê re name şandin
11:38 Bi sed hezaran kes li qadên 1’ê Gulanê ne
11:10 Helbestvan Fadil Ozturk wefat kir
11:01 Li Mecîdiyekoyê berxwedana 1’ê Gulanê!
10:59 Rojnameger Ozdal hate definkirin
10:42 Li Kurdistanê di bin navê projeya enerjiyê de biryarên ‘îstîmlaqkirina bi lez'
10:37 Karker û kedkar ji niha ve li Kadikoyê kom dibin
10:23 Ji DEM Partiyê peyama 1’ê Gulanê
10:03 1’ê Gulanê: DÎSK’ê tacegul danî Qada Taksîmê
09:46 Rêxistinên ekolojiyê: Weke gava ewil divê dewlet destê xwe ji xwezaya me vekêşe
09:19 'Kesên serdana Onder dikin dixwazin gav bên avêtin'
09:17 Karkerên febrîqeyê yên di 1'ê Gulanê de jî dixebitin: Mecbûriyet her tiştî bi mirov dide kirin!
09:11 Eren Keskîn: Pêkanîna mafê hêviyê ne lutfek e, peywireke Tirkiyeyê ye
09:10 Ji Enternasyonala Perwerdehiyê bo Egîtîm Senê piştgirî
09:09 Doza Sûna Pek: Dadgeha Bilind xwest ceza bê kêmkirin
09:00 ROJEVA 1’Ê GULANA 2025’AN
08:57 Li Wanê otobûsa rêwiyan wergeriya: 28 kes birîndar bûn
08:56 Rojnameger Umît Ozdal jiyana xwe ji dest da
30/04/2025
16:38 Bakirhan bi ciwanan re civiya: Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em têbikoşin
16:12 Li Girtîgeha Aksarayê tehliyeya bi dehan girtiyan hate astengkirin
15:51 Tulay Hatîmogûllari çû serdana karkerên tekstîlê
15:17 DEM Partiyê bersiv da Tunç: Karê xwe bikin
14:47 Ji Wezîrê Enformasyonê yê Pakistanê: Dê Hindistan êriş bike
14:39 Banga tevlibûna qadên 1'ê Gulanê hate kirin
14:24 Doza Kazanhan: Polîsê bersûc ê firarî piştî her danişînê li edliyeyê geriyaye
13:35 Şîna Pelîn Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
13:22 Xelkê Mexmûrê li dijî ambargoyê meşiya
13:17 Di doza qetilkirina Cîhan Can de dê mutalaa bê amadekirin
13:02 Ji bo Onder stran hat çêkirin
13:00 Bernameya 1’ê Gulanê ya Stenbolê diyar bû
11:46 Ji TJK-E’yê çalakiyên ‘Diyalogên bi jiyana azad re’
10:45 Wezareta Dadê ji bo girtiyê nexweş Çam îşaret bi dozgeriyê kir
10:44 Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
09:49 Li Mûglayê li pey hev erdhej çêbûn
09:46 Li Îzmîr û Stenbolê serdegirtinên malan
09:45 Çukurova ji 1’ê Gulanê re amade ye
09:32 HDK dê ji bo banga Abdullah Ocalan 'kursiyên gel' çêbike
09:31 Li gorî TEM'ê her ala yên PKK/KCK'ê ne!
09:30 Jin pêşengtiya seferberiya ‘bangê’ dikin
09:13 Di lêpirsîna ÎBB’ê de 18 kes hatin girtin
09:12 ‘Em ê 1'ê Gulanê bi ruhê pêvajoyê pîroz bikin'
09:11 Îdareya Taybet a Bajêr ji AKP'ê re dixebite!
09:11 Li Şirnexê mamosteyekî dest avêt 4 zarokan
09:00 ROJEVA 30’Ê NÎSANA 2025’AN
29/04/2025
16:31 Ji ber stranên Kurdî 10 meh cezayê hefsê dan siyasetmedaran
16:28 Serokkomarê Iraqê qanûna bajarbûna Helebceyê îmze kir
16:16 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana MSD’ê
16:10 Rêveberiya Xweser 1’ê Gulanê wek roja betlaneyê ragihand
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike