‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’

  • jin
  • 15:11 23 Nîsan 2025
  • |
img

WAN - Platforma Jinan a Wanê bal kişand ser mirina 3 jinan a di nava hefteyekê de û got: “Ev pergala ku gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe, her carê hewl dide di bin navê ‘întîharê’ de xwe paqij derxîne.” 

Li Wanê di nava hefteyekê de 3 jinan bi awayekî guman di bin navê “întîharê” de jiyana xwe ji dest dan. Platforma Jinan a Wanê têkildarî mijarê li pêşiya Perîhan AVM’ê daxuyanî da. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Cînayetên jinan polîtîk in” hate hilgirtin û metna daxuyaniyê parêzer Burcu Şeber xwend. 
 
‘CÎNAYETÊN JINAN POLÎTÎK IN’
 
Şeber, bi bîr xist ku di nava hefteyekê de 3 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “her sê ‘mirinên biguman’ jî encama êrişa sîstematîk a li dijî mafê jiyanê yê jinan e. Ev pergala ku gefê li mafê jiyanê yê jinan dixwe, her carê hewl dide di bin navê ‘întîharê’ de xwe paqij derxîne. Lê em dizanin ku mirin tesadûfî nîne, munferît û şexsî nîne. Ev mirin, encama tundî, xizanî, zexta civakî û necezakirinê ye. Ev ne ‘întîhar’, ev cînayetên jinan e ku hewl didin veşêrin. Jin ji tundiya nava malê nayên parastin, mehkûmî tundiya aborî hatine kilrin, mekanîzmayên xizmetên civakî nayên cîbicîkirin û hêzên ewlekariyê û dadgeh beyanên jinan tune dihesibînin. Rewşekî wisa ava dikin ku jin nekarin bijîn. Û ev tunebûn her carê weke ‘întîhar’ tê qeydkirin. Lêpirsîn baş nayên kirin, îxtîmala faîltiyê nayê lêkolînkirin û bi biryarên nepeniyê yên ser dosyayan jî nahêlin raya giştî agahiyan bi dest bixe. Ev bêdengî û ev necezakirin jî mirina jinan rewa dikin.” 
 
DAXWAZA RAPIRSINÊ
 
Burcu Şeber, got ku ew ê hemû dozên mirinên biguman ên jinan bişopînin û got: “Em li dijî hemû saziyên mafê jiyanê yê jinan tune dihesibînin disekinin. Em bang li hemû dozger, hêzên ewlekariyê û mekanîzmayên fermî dikin ku mirina jinan baş rapirsin. Nabe ku her mirinê di bin navê ‘întîharê’ de veşêrin. Dosyaya jinan ne îstatîstîkeke were girtin e. Van mirinan careke din nîşanî me da ka pergala mêrê serdest jiyana jinan çiqas bêqîmet dike. Em îro bi êrişeke piralî ya li dijî mafê jiyanê ya jinan re rû bi rû ne. Li rexekî jinên rastî tundiyê tên di bin navê ‘parastinê’ de neçarî tenêtiyê tên kirin, li rexa din jî xwegihandina xizmetên tenduristiyê bi awayekî sîstematîk tên astengkirin.” 
 
‘DEWLET MUDAXILEYÎ TERCÎHA WELIDANDINÊ DIKE’ 
 
Burcu Şeber, destnîşan kir ku dewlet di bin navê plankirinê de mudaxileyî bedena jinê, welidandinê û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û axaftina xwe wiha qedand: “Bi van mudaxileyan jî bedena jinan dixin bin kontrola xwe. Ne tercîha welidandinê ya zarokan, îktîdara patrîarkayê hedev bigirin. Di her mirina jineke li vî welatî de berpirsyartiya dewletê heye. Di hemû rewşên ku xizmetên civakî baş nayên kirin, rêxistinên jinan dûr tên xistin, mekanîzmayên parastinê bêbandor hatin kirin de faîl yekser dewlet e. Ev daxuyanî, banga têkoşînê ye. Em ne pergalekî ku mafê biryardayînê yê jinan tune dihesibîne, em pergaleke qada jiyanê li jinan vedike dixwazin. Dê têkoşîna me ya ji bo jiyana jinan bidome. Cînayetê jinan, serhildana me ye.” 
 
Daxuyanî, bi dirûşma “Cînayetên jinan polîtîk in” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

29/04/2025
15:54 Di doza zaroka Êzidî de der heqê parêzeran de serlêdana sûc hate kirin
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin
17:11 Serokê Baroya Stenbolê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû
16:13 Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
15:47 Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat eşkerekirin
15:33 Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
14:42 Beşdarên Konferansa Yekîtiyê: Di berxwedana Kobanê de yekîtî pêk hat
14:34 Li Bendera Bender Ebbas a Îranê teqîneke mezin
14:27 Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin
14:22 Ji Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî peyam
13:52 Li Amedê Konferansa Yekîtiyê hat silavkirin
13:21 Ji KCK'ê ji bo Konferansa Neteweyî peyam
12:01 Mazlûm Ebdî: Yekîtiya kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye
10:55 Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê