Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe

  • rojane
  • 09:02 23 Nîsan 2025
  • |

WAN - Mewlûde Azan a ku kurekî xwe di pevçûnê de winda kiriye û kurê wê yê din jî di nava PKK'ê de ye, diyar kir ku baweriya wan bi Abdullah Ocalan heye û got: "Aştiya yekalî nabe. Divê dewlet jidil nêzî pêvajoyê bibe."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya Şandeya Îmraliyê di 27'ê Sibatê de banga "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. PKK'ê jî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê daxwazên bangawaziyê pêk bên. Lê belê çawa ku operasyonên leşkerî bi dawî nebûne, dewlet/desthilat jî di warê bendewariyên civakê de gav neavêtiye. Malbatên kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane jî ji bo ku pêvajo bi pêş ve biçe ji dewlet/desthilatê xwestin gavên berbiçav bavêjin.
 
'EM BI OCALAN BAWER IN' 
 
Mewlûde Azan a ku di sala 2016'an de kurê xwe Vedat (Hejar Botan) di pevçûnekê de winda kir û kurê wê Ferhat tevlî nava PKK'ê bûye, banga Ocalan wekî "Ruhê jiyaneke nû" bi nav kir. Mewlûde Azanê diyar kir ku divê dewlet gavan bavêje. Mewlûde Azanê got: "Pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji me gelekî bi qîmet e. Dema ku zarokên me şehîd ketin, gundên me şewitandin, me neçarî koçberiyê kirin û em hatin girtin jî, me parastina aştiyê kir. Me gelek êş kişand. Niha bi şer û mirinan tu encam bi dest nakeve û her kes vê yekê dizane. Dema em li dîroka cîhanê dinêrin jî, her şer bi awayekî teqez bi dawî bûye."
 
Mewlûde Azanê bal kişand ser vê yekê ku tevî hefte di ser banga Ocalan re derbas bûne jî hîn jî tu gav nehatine avêtin û got: "Em bi birêz Ocalan bawer in. Em hîn jî ji dewletê bi guman in. Ji ber ku aştî yekalî nabe. Gava yekem a ku divê bê avêtin berdana girtiyên nexweş in. Azadiya girtiyên me û birêz Ocalan divê. Mesele pir girîng e. Lewma demildest divê gav bên avêtin. Dewlet hê jî polîtîkayên xwe ên salên 1990'î dimeşîne." 
 
Mewlûde Azanê diyar kir ku zarokên wê li dijî polîtîkayên zextê yên li ser kurdan tevlî PKK'ê bûne û got ku wijdanê wan neheqiyê qebûl nekir. 
 
Mewlûde Azanê di dawiya axaftina xwe de got: "Bila niha soz bên dayîn. Bila tu alî êşa windakirina zarokan nekişîne. Me yên herî bi qîmet dan. Bila jidil nêzî pêvajoyê bibin. Bila di navbera her du aliyan de aştiya herî xweş pêk were."
 

Sernavên din

29/04/2025
15:43 ‘Ji bo serkeftina pêvajoyê divê lez bidin hewldanan’
15:31 Baroya Îzmîrê: Li ser jiyana Aslan û Zîncîr xetereyeke cidî heye
15:17 Çelebî piştî 31 salan hate bajarê xwe
14:37 Di doza SES’ê de biryar nehat dayin
14:29 Kesên di 1’ê Gulanê de hatin qetilkirin hatin bibîranîn
14:14 TJA: Jiyana demokratîk dê bi keda jinê bê avakirin
13:47 Hevseroka GABB’ê Neslîhan Şedal: Sepana qeyûman bi dawî bikin
13:41 GABB’ê civîna xwe ya asayî ya salane li dar xist
13:32 Doza Komkujiya Pirsûsê: Piştî 10 salan dê dîmenan ji pisporan re bişînin
13:04 Danişîna doza revandina zaroka Êzidî dest pê kir
12:56 Di doza teqîna Pasûrê de biryara guhdarîkirina şahidan hate dayin
12:45 Tulay Hatîmogûllari: Em bang li îktîdarê dikin ku îradeyeke pênber raber bike
12:44 Tevî agirbestê jî êrişên dewleta tirk didomin
12:18 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:17 Pelîn Yilmaz jiyana xwe ji dest da
11:37 Li gorî TUÎK’ê bêkarî kêm bûye
11:34 Kuçukbalaban: Divê dewlet nexşerêya xwe aşkera bike
10:17 ‘Em ê bi dirûşma civaka demokratîk li qadên 1’ê Gulanê bin’
09:43 Jinên ciwan dê di 1’ê Gulanê de têkoşîna wekheviyê mezin bikin
09:23 Li Bestayê di bin kontrola leşkeran û bi destê cerdevanan dar tên birîn
09:11 Çîçeka nadîde ya biharê: Guldexwîn
09:03 'Divê dewlet û Kurd peymanê îmze bikin'
09:02 Seroka AKDAM'ê: Heya tundiya li ser jinê bi dawî nebe wê têkoşîna me bidome
09:01 Parêzerê girtiyê ku krîzê li dilê wî xist: Divê demildest bê berdan
09:00 ROJEVA 29’Ê NÎSANA 2025’AN
08:42 Serdegirtinên beriya 1’ê Gulanê: 92 kes hatin binçavkirin
28/04/2025
16:22 Li gelek bajaran ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
16:09 ‘Faîlên Roboskê ev 160 meh in nehatine darizandin’
15:52 Iraqê Şara vexwend Lûtkeya Ereban
15:50 Di 12 salan de herî kêm 764 zarok di cînayetên kar de hatin qetilkirin
15:34 Li Stenbolê erdhejeke din çêbû
15:29 2 sal cezayê hefsê dan Hevserokê DEM Partiyê yê Stenbolê
15:25 Li Îranê 2 kolber birîndar bûn
15:25 Gulistan Kiliç Koçyîgît: Daxwaza me ya sereke azadiya fîzîkî ya Ocalan e
15:07 Kesên li Kazanci Yokuşu hatin qetilkirin hatin bîranîn
14:57 Xwendekara piştgirî da Pexşan Ezîzî hate girtin
13:19 Piştî sewqê lêgerîna tazî û lêdan
13:08 Rewşa Onder krîtîk e: Refleksên wî yên mejî kêm bûne
12:34 ÎHD: 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene
12:11 Rêxistinên civaka sivîl û baro: Ji bo 'mafê hêviyê' divê qanûn tavilê bên guhertin
11:20 'Di konferansê de derket holê ku hewcedarî bi peymana jinan heye'
11:01 YNK û PDK ji bo hikûmeta nû dê cara 12’emîn bicivin
10:50 Ji nexweşxaneyê daxuyanî: Metirsiya li ser jiyana Onder didome
10:42 ‘Tirkiye ne di wê pozîsyonê de ye ku bikare dengê xwe ji têkiliyên li Qibrisê re bike’
09:56 Xwebûn bi manşeta ‘Dawiya kedxwariyê nêz e’ derket
09:32 Li Kutahyayê bi pileya 3.9’ê erdhej çêbû
09:19 Geneviève Garrigos: Modela Rojava ji bo pêşeroja Sûriyeyê girîng e
09:04 Ji PKK’ê daxuyaniya têkildarî ‘kongreyê’
09:04 Li Samsunê hezaz: 2 jê zarok 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:02 Delegeyên Konferansa Yekrêziya Kurd: Niha dema Kongreya Neteweyî ya Kurd e
09:02 'Di pêvajoyên biryardayinê de divê jin xwedî gotin bin’
09:02 DEM Partî: Bi coşa Newrozê ber bi 1’ê Gulanê ve
09:00 ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2025'AN
27/04/2025
16:52 Girtiya siyasî ji ber ber bêdengiya li dijî darvekirinan dest bi greva birçîbûnê kir
15:52 'Di dosyaya Rojîn Kabaîşê de bila lêpirsîneke serbixwe bê destpêkirin’
15:39 Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ meş hat lidarxistin
15:38 Şandeya DBP û DEM Partiyê çû serdana Reqayê
15:23 Ji bo Tanju Kaya şîn hate danîn
15:18 Rêveberiya nû ya MATUHAYDER’ê diyar bû: Divê tecrîd bê rakirin
15:13 Li Humsê gora komî hate dîtin
14:37 Meral Daniş Beştaş: Mijara herî girîng, mercên xebatê yên azad ên Ocalan in
13:57 Bîlançoya teqîna li bendergeha Îranê giran dibe
13:47 Rejîma Îranê cenazeyê Heydaranlu radestî malbata wî nake
13:26 Civîna navberê ya Komxebata Stargehên Jinan bi dawî bû
12:51 Vaye belgeya dîrokî ya di Konferansa Yekrêziya Kurdî de hate erêkirin
12:50 Dewleta tirk di sê rojan de hezar û 164 caran êriş kir
12:30 Li Cizîrê civîna jinan a rêveberiyên herêmî hat lidarxistin
12:22 Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê Ocalan azad bibe
12:13 Li Kanadayê wesayîtekê da ser welatiyên tev li mihrîcanê bûn
12:12 Kenanoglû: Rola Sirri Sureyya Onder a di civakîkirina aştiyê de mezin e
11:21 ‘Konferansa Yekitiya Kurdî li ser banga Abdullah Ocalan civiya’
10:57 Jin di têkoşîna li dijî tiryakê de bibiryar in
10:35 Li Amedê dê pêvajo ji milyonek kesan re bê vegotin
10:27 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:09 Li Girtîgeha Tokatê ev 7 meh in tedawiya girtiyan tê astengkirin
09:44 Rojnameger Tar: Cihê Qibrisê girîng e lê Kurd jî xwedî pozîsyoneke ewqas girîng in
09:05 Di şer de ji malbata xwe 19 kes winda kir: Bila dewlet gavan biavêje
09:00 ROJEVA 27’Ê NÎSANA 2025’AN
26/04/2025
19:56 Xelatên İbrahim Ehmed dan Şervan Kobanê, Amedspor, Mezlûm Ebdî û Zara Mihemedî
17:49 Li Qahîreyê panela 'Doza Ermeniyan di ramanên Ocalan de'
17:30 Dermankirina Onder di roja 11'an de ye: Xetere didome
17:23 Zarokê 9 salî gava erd diajot bi giranî birîndar bû
17:17 Ji bo berdana girtiyên nexweş Yanik û Elbî bang kirin
17:11 Serokê Baroya Stenbolê beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû
16:13 Li Şirnexê li dijî talankirina xwezayê dar hatin çandin
15:47 Encamnameya Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî hat eşkerekirin
15:33 Li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya xizmên windayan
14:42 Beşdarên Konferansa Yekîtiyê: Di berxwedana Kobanê de yekîtî pêk hat
14:34 Li Bendera Bender Ebbas a Îranê teqîneke mezin
14:27 Li dijî tiryakê avakirina 'Platforma Şiyar Be!' hat deklerekirin
14:22 Ji Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî peyam
13:52 Li Amedê Konferansa Yekîtiyê hat silavkirin
13:21 Ji KCK'ê ji bo Konferansa Neteweyî peyam
12:01 Mazlûm Ebdî: Yekîtiya kurdan yekîtiya Sûriyeyê ye
10:55 Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dest pê kir
10:37 Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
10:30 Li Şamê qedexeyeke din: Qada xebatê ya bijîşkên jin û mêr ji hev hat veqetandin
10:16 Di lêpirsîna Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê de 47 kesên din jî hatin binçavkirin
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin