Ji bo tespîtkirina pirsgirêkan derî bi derî digerin

  • jin
  • 10:27 21 Nîsan 2025
  • |
img

AMED - Peywirdara Navenda Şêwirmendiya Psîkolojîk û Hiqûqî ya Xwebûna Jin a Şaredariya Sûrê Dîlek Acar, tundiya fîzîkî ya li dijî jinan di rêza duyemîn û tundiya aborî jî di rêza yekemîn de cih digire.  

Şaredariya Sûrê ya Amedê di 28’ê Sibatê de Navenda Piştgiriya Psîkolojîk û Hiqûqê ya Xwebûna Jinê vekir. Xebatkarên navendê, li navçeyê derî bi derî digerin, li pirsgirêkên jinan guhdarî dikin, têkildarî polîtîkayên şerê taybet de li ser mekanîzmayên xweparastinê nîqaşan dikin û ji bo pêşxistina zanebûna jinan jî xebatên cur bi cur dimeşînin. Xebatkarên navenda jinê, plan dikin ku di rojên pêş de di çarçoveya xebatên xwe de atolyeyên bi sernavê “Dikare çi were kirin?” li dar bixin. 
 
TUNDIYA ABORΠ
 
Ji xebatkarên Yekîneya Xurtkirina Aboriya Jinê ya Navendê Dîlek Acar, diyar kir ku di xebatên xwe de dibînin ku ji ber polîtîkayên îktîdarê jin bi tenê hatine hiştin û jin gihiştine astekî wisa ku êdî vê rewşê qebûl bikin. Dîlek Acar, da zanîn ku di bingeha pirsgirêkên jinan de pirsgirêka aboriyê heye û wiha got: “Dema em li Sûrê dinihêrin, dibînin ku hejariyeke zêde heye. Gelek jin hene ku ji ber vê rewşê rastî tundiyê tên û mexdûr dibin. Jin li bendê ne ku tundiya aboriyê ku ji tundiya fîzîkî bêhtir wan diêşîne, were çareserkirin. Qet ji bîra min naçe, dema em çûn serdana malbatekê, jinekê ji min re got; ‘Hûn ji me pirsa gelo hevjînê te li te dixe dikin. Dema zarokê min birçî çû dibistanê, ma hevjînê min li min bixe çi ye li min nexe çi ye... Guhê min gelek li ser wê mijarê nîne. Dema zikê min birçî be, ez lêdanê bixwim an nexwim gelek girîng nîne.’ Meseleya pirsgirêka aboriyê li seranserî Sûrê heye. Jin rastî tundiya aboriyê tên.” 
 
Di berdewama axaftina xwe de Dîlek Acar got ku girîng e li dijî tundiya aborî ya li ser jinan têkoşînek were meşandin û wiha pê de çû: “Ji roja saziya me hatiye avakirin heta niha em çûne serdana 100 malbatan. Di 8 salên serdema qeyûm de em dibînin ku parsekî li her qadê belav kirine. Li şûna jinan tev li hilberînê bikin, di bin navê ‘pereyê zarokan’, ‘pereyê dibistanê’, ‘alîkarî’ û hwd. de jin wisa hîn kirine ku dibêjin qey ew pere dahata wan e. Dema wiha dibe jî jin ji her saziya diçinê heman tiştî daxwaza dikin. Divê em vê ferasetê biguherînin. Bêguman heta em digihijin qonaxa ‘em dikarin bi hev re bikin’, divê beriya wê xebat bên meşandin û xebatên ku hêza cewherî ya jinan derdixînin holê bên meşandin.” 
 
PLANSAZIYA ATOLYEYAN
 
Bi domdarî Dîlek Acar, bi lêv kir ku ji civakên ewil heta niha jinan her tim hilberandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê bi polîtîkayên tên meşandin re dixwazin jinan ji vê dûr bixin. Xebata me armanc dike ku jin hilberînin û bi vê hilberîna xwe jî azadiya xwe ya aborî bi dest bixin. Em jin dê hilberîneriya xwe bi dest bixin û di vê rêyê de bi hev re têbikoşin. Di wê baweriyê de me ku em ê wan destkeftiyên xwe dîsa bi dest bixin. Ji bo vê jî dê xebatên me yên serwextkirinê bên meşandin. Ji ber ku heta xeletî neyê fêmkirin, hûn nikarin tişta rast jî bijîn. Piştî van xebatan jî dê atolye bên lidarxistin, li wir biryarên hevpar bên dayin û li gorî wê rêya xwe diyar bikin.” 
 
BIKARANÎNA TIRYAKÊ 
 
Dîlek Acar, got ku li navçeya Sûrê bikaranîna tiryakê zêde bûye û ev tişt anî ziman: “Yên bi kar tînin weke ku pêwîstiyek be vedibêjin. Bi demê re jin jî hînî vê rewşê dibin. Me 8 sal berê jî ev xebat dimeşandin. Helwesta her kesî ya li hemberî tiryakê zelal bû. Ji ber ku her kesî pê dizanî ku mala tiryak têdikevê hizûr, hevgirtin û piştevanî nabe. Dema em bi jinan re hevdîtinê dikin, dibêjin  ‘qet nebe dema dikişîne hinek rehet dibe û xwe nêzî min nake.’ Lê dema mirov wê hinek vedikole, dibînî ku tundiya mezin ew e ku kesek wê madeyê li cem zarok û hevjîna xwe bikişîne û ew bibin şahidê vê.” 
 
Dîlek Acar, destnîşan kir ku jin bi tenê nînin û divê di ferqa hêza xwe ya cewherî de bin. Dîlek Acar, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em ji hev bigirin, xwe birêxistin bikin û bi hev re çareseriyan ji bo pirsgirêkên xwe bibînin.” 
 
MA / Heval Onkol
 

Sernavên din

25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin