Koçer xwe ji bo rêwîtiya zozanan amade dikin

  • rojane
  • 09:04 21 Nîsan 2025
  • |

ŞIRNEX - Koçerên li quntarê Çiyayê Gabarê, ji ber ku îsal barîn kêm bûn, îsal dereng derdikevin rêwîtiya zozanan. Koçer, ji ber qedexeyan bi gilî û gazinc in. 

Bi germbûna hewayî re amadekariyên koçeran ên ji bo zozanan jî dest pê kirin. Koçerên li gundê Kanîreşê yê navçeya Hezex a Şirnexê dimînin ku li quntarê Çiyayê Gabarê ye, ji bo çûna zozanan heke gotin di cih de be rojan dijmêrin. Ji ber ku îsal barîn kêm bûn, koçerên her sal heta niha diçûn zozanan, îsal çendek hefteyan dereng derdikevin vê rêwîtiya xwe. 
 
NEBARÎNA BARANAN Û QEDEXE 
 
Ji koçeran Leyla Geçît, diyar kir ku 5-6 meh in li gundê Kanîreşê ne û dê di demekî nêz de biçin zozanan. Leyla Geçît, got: “Îsal barîn kêm bûn lewma gîha şîn nebûn û pezê me zehmetî kişand. Em her sal di serê meha Nîsanê de diçûn lê îsal ji ber baran kêm bûn, em li benda şînbûna axê man. Êdî şîn nebe jî divê em biçin.” 
 
Bi domdarî Leyla Geçît anî ziman ku koçertî her sal zehmettir dibe û wiha pê de çû: “Di demên berê de me ewqas zehmetî nedikişand. Derfetên niha zêdetirin lê em bêhtir zehmetiyan dikişînin. Em ne cih dibînin ne jî zozanan. Zozanan pir biha didin kirêyê. Keda me tevek ji bo vê kirêyê diçe. Her der qedexe ye lewma em nizanin dê konên xwe li ku vegirin. Her cihê em gava xwe diavêjinê, dibêjin qedexe ye. Em mehekê di rêyan de dimînin. Carnan diçin aliyê Wanê. Tevî van zehmetiyan jî em koçeriyê didomînin.” 
 
'JIN BÊHTIR DIWESTIN’
 
Hayriye Geçît jî got ku rêwîtiyeke zehmet a ber bi zozanan ve li benda wan e û ev tişt anî ziman: “Di vê rêwîtiyê de herî zêde em jin diwestin. Ji ber ku hem zarok li pişta me ne hem jî em pezî didoşin. Lê tevî van zehmetiyan jî em ji koçeriyê hez dikin. Me ji niha ve dest bi amadekariyên xwe kiriye. Hefteyek piştre em ê biçin zozanan. Em her tim diçin aliyê Wanê, ev jî ji bo me gelek zehmet e. Em ê îsal jî biçin wan aliyan û heta payîzê li wir bimînin. Dê piştre dîsa vegerin vê derê.” 
 
'EM ÊDÎ NIKARIN AJALKARIYÊ BIKIN’ 
 
Koçerê bi navê Saît Geçît jî ji ber nebarîna berf û baranan bi gilî û gazinc bû. Geçît, got: “Êdî tu tehma koçeriyê nemaye. Ji ber ku her der hatiye xespkirin, her tişt bûye pere. Xwediyên axê her gava em diavêjinê pereyan dixwazin. Ji ber vê sedemê jî em êdî nikarin heywanan xwedî bikin. Di demên berê de ji bo ajalkariyê piştgirî hebû lê êdî nayê kirin. Lewma hêdî hêdî xelas dibe. Em jî ji bilî vî karî tu karên din nizanin. Me amadekariyên xwe temam kirine, li benda çûyînê ne.” 
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin