'Hêviya aştiyê bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe’

  • rojane
  • 09:02 21 Nîsan 2025
  • |

WAN - Hevserokê Şaxa OHD’a Wanê Hakan Bozkurt diyar kir ku bi banga Abdullah Ocalan re hêviya aştiyê careke din zindî bûye û got: “Lêbelê ev hêvî, bi gavên dewlet diavêje re dikare mezin bibe.” 

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Hakan Bozkurt, diyar kir ku banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyên aştiyê jinûve zindî kiriye. Bozkurt, diyar kir ku ji bo ev hêvî mayinde bibin, divê dewlet azadiya fikr û raman misoger bike, polîtîkayên tecrîdê bi dawî bike û ji bo girtiyên nexweş jî tavilê gavan biavêje. 
 
 
Bozkurt, got ku Tirkiye mecbûr e biryara binpêkirinê ya “Mafê hêviyê” ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû cîbicî bike û ev tişt anî ziman: “Ev yek berpirsyartiyeke navneteweyî ye. Her wiha tecrîd, li dijî rêgezên dewleta hiqûqê ye û nabe mijara bazariyê. Bi Xala 47’an a TCK’ê û Qanûna Înfazkirina Cezayê re di cezayên muebbeta girankirî de ‘mafê hêviyê’ tê astengkirin. Divê di van qanûnan de guhertin bên kirin. Her wiha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê heta Îlona 2025’an dem daye Tirkiyeyê ku di
mijara mafê hêviyê de sererastkirinan bike.” 
 
'HÊVÎ, BI GAVÊN DEWLET DIAVÊJE DIKARE XURT BIBE’ 
 
Bi domdarî Bozkurt got ku banga Abdullah Ocalan li gorî avadaniya pirçandî ya Mezopotamya û Anatoliyayê e û wiha pê de çû: “Pergaleke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê esas digire pêşniyar dike. Bersiva daxwazên civakê yên aştî û çareseriyê ye. Di nava gelan de, heta derdorên herî neteweperest de jî hêviya diyalogê çêbûye. Lê hêvî, bi gavên dewlet diavêje dikare xurt bibe.” 
 
PÊŞNIYARÊN JI BO MIJARA GIRTIYÊN NEXWEŞ 
 
Bozkurt, diyar kir ku divê dewlet weke gava ewil girtiyên nexweş berde û wiha derbirî: “Di rewşa heyî de mimkin nîne girtiyên nexweş tên dermankirin. Heke ji nexweşxaneyên baş rapor were girtin jî bi biryarên ATK’ê dikare berdana girtiyên nexweş were astengkirin. Kesên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest didin hene. Hewceye mekanîzmayên venihêrînê yên serbixwe û bêalî bên avakirin û girtiyên nexweş di vê pêvajoyê de di şertên guncav de bên tedawîkrin. Divê li nexweşxaneyan mercên însanî bên avakirin û mudaxileyên keyfî yê girtîgehan bên astengkirin.” 
 
‘HÊVIYA NÛ’ 
 
Bozkurt, bi bîr xist ku di pêvajoya 2013-2015’an de di mijara azadiya fikr û raman de başbûnek çêbûbû û got: “Vê jî di nava civakê de hêviyek çêkiribû. Lê piştre zext zêde bûn û daxwaza aştiyê bi destê darazê hatibû bêdengkirin. Di 10 salên dawî de kapasîteya gotina dewletê qels bû. Banga Ocalan dikare vê rewşa neyînî berevajî bike lê divê dewlet û pêkhateyên demokratîk berpirsyartiyê li xwe bigirin. Pergala netewe-dewletê, bi sala ye zirareke mezin da avadaniya pirçandî ya Tirkiyeyê. Ji bo avakirina hiqûqeke demokratîk, divê ev krîz bên çareserkirin. Divê destkeftiyên pêvajoya 2013-2015’an bên zindîkirin û aliyên herî dijber bikarin diyalogê bikin. Hewceye dewlet li gorî standartên mafên mirovan gavan biavêje. Ev pêvajo ji bo her kesî berpirsyartiyan bi xwe re tîne. Divê mekanîzmayên mafê jiyanê binpê dikin, sepanên mafê xwegihandinê asteng dikin û hwd. bên rakirin û mekanîzmayên serbixwe û bibandor bên avakirin.” 
 
MA / Ozlem Yacan 

Sernavên din

26/04/2025
09:49 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir