Xizmên girtiyan: Bêyî azadiyê pêvajo pêş nakeve

  • rojane
  • 09:50 20 Nîsan 2025
  • |
img

MÊRSÎN - Xizmên girtiyan anîn ziman ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Ji bo aştiyê divê deriyên girtîgehan bên vekirin. Heta birêz Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad nebe pêvajo pêş nakeve.”  

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û nîqaşên ser bangê hêj didomipn. Hema hema hemû derdor xwedî li bangê derketin lê heta niha jî îktîdar û dewletê gavên şênber neavêtine. 
 
Xizmên girtiyan, xwedî li banga dîrokî ya Abdullah Ocalan derketin û gotin ji bo pêvajo pêş bikeve divê dewlet gavên şênber biavêje. 
 
BANGA XWEDÎDERKETINA LI PÊVAJOYÊ
 
Tevfîk Budak ku kurê wî Faîk Budak di sala 2011’ê de li Mêrsînê hate girtin û 58 salên girtîgehê û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn, diyar kir ku hêviya wan ji pêvajoyê heye lê divê dewlet gavên şênber biavêje. Budak, got ku divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û wiha domand: “Ji ewil jî divê girtiyên nexweş û yên kal bên berdan. Heta niha jî dewletê ji bo banga birêz Ocalan tu gavên şênber neavêtiye. Ji bo aştiyeke mayinde, divê di qanûnan de sererastkirin çêbibin. Bi taybet jî girîng e ku partiyên siyasî xwedî li pêvajoyê derkevin. Divê dengê aştiyê bê bilindkirin.” 
 
'JI HER KESÎ RE ARAMÎ HEYE LÊ JI ME RE TUNE YE’ 
 
Razike Eksîk ku kurê wê Bayram Eksîk di sala 2012’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Mêrsînê hate girtin û 36 sal û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn jî bal kişand ser bangê û got: “Derdên me pir û gelek in. Kurê min biçûk bû, nizanim ka kevir avêtiye jî yan na. Lê girtin û xistin zindanê. Ev 15 sal in girtî ye. Bila Rêberê me derkeve, zarokên me derkevin û her kes azad bibe. Mîna min, dilê gelek dayikan şewitî. Em ji bo her kesî aştiyê dixwazin. Ji ber pirsgirêkên madî nikarim biçim kurê xwe bibînim. Îşala aştî bê û her kes bê berdan. Erdogan jî Bahçelî jî qala aştiyê dikin. Em jixwe aştiyê dixwazin.” 
 
Biraziya Bayram Eksîk, Zîlan Eksîk jî bal kişand ser bêedaletî û newekheviya li welat û got: “Kurd her tim hatin eciqandin. Em dixwazin mafên me bên dayin. Tu sûcê apê min tune bû. Lê bi sala ye di girtîgehê de ye. Bû sê sal ez wî nabînim. Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê jî pêdivî bi çareseriyê heye.” 
 
‘EM BI HEV RE BIJÎN’
 
Fadil Tekîn ku kurê wî Samî Tekîn di sala 2022’yan de li Wanê hate girtin û cezayê muebbeta girankirî lê hate birîn jî ev tişt anî ziman: “Kurê min di girtîgehê de ye, bi hezaran zarokên me şehîd bûn. Em êdî dibêjin bes e û aştiê dixwazin. Bila em nanê tisî bixwin lê bila mirovatî hebe, xwişk-biratî hebe. Divê efûyeke adilane derkeve. Ma ev şer dê heta kengî bidome? Ma heta kengî dê ev mirin bidomin? Divê her kes wiha bifikire. Naxwazim hêsirên çavên tu kesî bibarin. Banga min ji her kesî re ye; bila aştî û xwişk-biratî çêbibe. Bes e em êdî êşê nekişînin, bi hev re bijîn. Hewce bike em ê nanê tisî bixwin lê bila aştî hebe.” 
 
'HETA AZADÎ NEBE DÊ PÊVAJO PÊŞ NEKEVE’ 
 
Gulten Benzer ku tiyê wê Suleyman Benzer ê 35 salî di sala 2010’an de hate girtin û cezayê muebbeta girankirî lê hatiye birîn jî got ku ew piştgiriyê didin banga Abdullah Ocalan. Gulten Benzer, got: “Ji bo pêvajo pêş bikeve divê beriya her tiştekî dewlet ji bo girtîgehan gavan biavêje. Em piştgiriyê didin her gotina birêz Ocalan û heta dawiyê bi wî re ne. Ji bo aştî çêbibe divê êdî deriyên girtîgehan bên vekirin. Ev ne tenê daxwaza xizmên girtiyan, daxwaza hemû civakê ye. Bêyî azadiya birêz Ocalan dê pêvajo pêş nekeve. Weke gelê Kurd bi sala ye em daxwaza mafên xwe yên xwezayî dikin. Hêviyên me ji hevdîtinan hene û dixwazin bidomin. Lewma divê her kes xwedî li partiyê û xebatên wê derkeve.” 
 
MA / Abdulkadîr Ayten
 

Sernavên din

25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin
15:36 Rojnameger Rabîa Onver îfade da
15:35 Doza Yenî Yaşamê hat taloqkirin
14:51 Ozge Ozbek li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin