Dayika ‘Rêwiyê Xeyalê’ Aksu: Em xwedî li pêvajoyê derkevin

  • rojane
  • 09:25 20 Nîsan 2025
  • |
COLEMÊRG -  Kudret Aksu ku kurê wê Suleyman Aksu li Pirsûsê hatibû qetilkirin, diyar kir ku piştî banga Abdullah Ocalan ew li bendê ne ku dewlet gavan biavêje û got: “Banga me ji bo her dayika bedelên giran daye ye, em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”
 
Bi ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hatibû ragihandin re 52 roj derbas bûn. Gelek derdorên cuda xwedî li bangê derketin û dixwazin ku dewlet û îktîdar gavên şênber biavaêje. Malbatên ku zarokên xwe di şer de winda kirine, bangên xwe yên ji bo dewlet gavan biavêje didomîne. 
 
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê li dijî ciwanên dixwestin ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin, DAIŞ’ê bi bombeyan êriş kir. Di êrişê de 33 “Rêwiyên Xeyalan” hatin qetilkirin. Yek ji ciwanan jî Suleyman Aksu bû. 
 
Dayika Aksu, Kurdret Aksu têkildarî pêvajoya hatiye destpêkirin axivî û got ku piştî serkeftina pêvajoyê bila kujerên kurê wê bên darizandin. 
 
DI RÊYA AŞTIYÊ DE HATE QETILKIRIN
 
Suleyman Aksu, di sala 1990’ê de li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayik bû. Li Zanîngeha Çukurovayê ya Edeneyê beşa Mamostetiya Ingilîzî qedand. Aksu, ji bo ji zarokên Kobanê re bibe hêvî, ji Geverê ber bi Kobanê ve bi rê ket. Xeyalên Aksu, bi êrişa bombeyî re nîvco man. Aksu, li Gevera ku gelek jê hez dikir hate definnkirin. Di nava 9 salan de 7 caran gora wî hate texrîbkirin. Li dijî êrişên ser gora Aksu, di 25’ê Nîsana 2019’an de bi sûcên “Heqareta li dijî bîranîna şexs” û “Zirardayina perestgeh û goristanan” serlêdana sûc hate kirin lê tevî bi ser re 5 sal derbas bûne jî tu encamek jê nehatiye girtin. 
 
TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ YA KURÊ XWE DIDOMÎNE 
 
Dayika Aksu, Kudret Aksu xwedî li têkoşîna kurê xwe derket. Piştî qetilkirina kurê xwe, dersoka spî avêt serê xwe û li her dera zilm lê tê kirin ji bo aştiyê têkoşiya. Kurdret Aksu ku xwedî li mîrateya kurê xwe derket, ji bo xwedîderketina li banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û aştiyê têdikoş e. 
 
TÊKOŞÎNA EDALETÊ YA 10 SALAN
 
Kudret Aksu, bi bîr xist ku bi ser mirina kurê wê re 10 sal derbas bûne û got: “Divê faîl bên girtin û darizandin. Weke dayikeke zarokê wê hatiye qetilkirin, divê her dayik bikare pirsa te çima zarokê min kuşt bikare bike. Divê bikarin pirsa te çima ev mamosteye, ev rojnameger, ev parêzer qetil kir bikin. Ev 10 sal in em li benda darizandina faîlan û hevrûbûna bi wan re ne. Ez mereq dikim ka kurê min çima hatiye qetilkirin.” 
 
‘DORA AVÊTINA GAVÊ YA DEWLETÊ YE’
 
Bi domdarî Kudret Aksu anî ziman ku ew naxwazin canê kesekî biêşînin û wiha pê de çû: “Ev bû 10 sal li deşt û çiyan, li dibistanan digerim û li kurê xwe digerim lê nabînim. Bila ev şer xelas bibe û aştî bihêt. Ji roja ewil heta niha me her tim got çareserî û aştî. Me daxwaza ziman, xak û mafên xwe kir. Gelê Kurd dixwaze bi awayekî rûmet û bi serfirazî li ser xaka xwe bijî. Divê êdî dewlet gavan biavêje. Me gavek avêt êdî dora dewletê ye. Divê gavên şênber biavêjin.” 
 
‘BILA KUJER BÊN DARIZANDIN’
 
Kudret Aksu, diyar kir ku bi gavavêtina dewletê re dê bi hezaran girtiyên siyasî azad bibin û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi hêviya aştî, edalet û azadiyê dijîn. Êdî divê malbatên leşker û polîsan jî têkildarî vê mijarê gavan biavêjin û bang bikin. Bila dilê dayikan neşewite. Banga me ji bo her dayika bedelên giran dayî heye; xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Bila ev şer û xwîn bisekine. Bila êdî ciwan nemirin. Piştî aştî û edaletê bila kujer bên darizandin. Daxwaza me ev e.” 
 
MA / Rûken Polat - Mazlum Engîndenîz 

Sernavên din

26/04/2025
09:07 Karkerên îneşatê dê ji bo daxwazên xwe li qadên 1'ê Gulanê bin
09:02 Dadgehê rapora ÇED'ê ya projeya GES'ê betal kir
09:00 ROJEVA 26'Ê NÎSANA 2025'AN
25/04/2025
16:30 Rapora ÎHD’ê ya 2024’an: Li Kurdistanê herî kêm 7 hezar û 431 binpêkirinan mafan hatin kirin
15:40 Girtiyên lêgerîna tazî protesto kirin xistin hucreyê
15:34 Aydogdu ê DEM Partiyî hate berdan
15:24 Li 17 girtîgehan di 3 mehan de hezar û 249 binpêkirinên mafan
14:40 Şandeya DBP û DEM Partiyê bi Îlham Ehmed re hevdîtin kir
14:29 Li lîstikvanê heqaret li alîgirên Amedsporê kiribû ceza hate birîn
14:20 Generalê Rûs di êrişa bombeyî de mir
14:19 Rapora binpêkirinên li 9 girtîgehan: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:27 Ji HDK û DEM Partiyê deklarasyona 1’ê Gulanê: Em ê li Kadikoyê bin
13:07 Platforma Têkoşîna li Dijî Tiryakê ji bo meşa sibê bang kir
12:19 Li Kutahyayê li pey hev 3 erdhej çêbûn
12:14 Jinên tev li atolyeyê bûn: Mijara newekheviyê êdî li nava malê jî tê axaftin
11:49 Li dijî biryara komkirina romana ‘Lawikê Gund’ îtîraz hate kirin
11:32 Konferansa Kurdî dê sibe li Qamişloyê dest pê bike
11:25 Komxebata 28’emîn Stargehên Jinan dest pê kir
10:55 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
10:52 2 keçên xwe winda kirin, ji bo keça wan a din bijî li bijîşkan digerin
10:30 Doza Narîn Guranê dest pê kir
10:23 Jinên Elewî yên Sûriyeyê: Rêveberiya Xweser ji bo gelan hêvî ye
09:47 Li Eskîşehîr û Konyayê amadekariyên 1'ê Gulanê
09:45 1’ê Gulanê dê li Amedê bi ruhê Newrozê bê pîrozkirin
09:32 Rêxistinên ciwanan: Em ê di 1’ê Gulanê de xwedî li bangê derkevin
09:28 Qeyûm guh neda tevdîrên teserûfê: Ji bo qehwe û çîkolatayan 4.5 milyon TL xerc kir
09:27 Parêzer Ozen: Divê pozîsyona birêz Ocalan ji hêla qanûnî ve bê misogerkirin
09:01 TJA: Em fikra ku jinê hepsî malê dike qebûl nakin
09:01 Dayika girtiyê nexweş Akpinar: Kurê min berdin
09:00 Kedkar dê daxwazên xwe li Kadikoyê biqîrin
09:00 ROJEVA 25’Ê NÎSANA 2025’AN
08:31 Li Kutahyayê bi pileya 4,5 erdhej çêbû
24/04/2025
20:35 Şandeya DBP û DEM Partiyê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû
18:52 Dermankirina girtiyê nexweş Emrecan Demîr tê astengkirin
16:38 DEM Partiyê li Bismilê silha du malbatan kir
16:34 Jin bi boneya 1’ê Gulanê civiyan
16:13 Kilinç ê li Şaredariya Şirnexê nelirêtî kir: Derneketîme destûrê
16:05 Rejîma Îranê 3 melayên Kurd binçav kir
14:42 Ji bo girtiyê nexweş Yanik banga berdanê hate kirin
13:54 Keça girtiyê nexweş Çam: Rewşa wî xerab e, divê demildest bê berdan
13:17 Tevî agirbestê jî Tirkiye êrişên xwe didomîne
12:59 Xebata Şaredariya Rezanê ya salekê
12:58 Li Îzmîrê ji bo 1’ê Gulanê bang hate kirin
12:18 Piştî hevdîtinê daxuyanî hat dayin: Divê mercên Ocalan biguherin
12:06 Dayika ku kurê wê hatiye windakirin: Çareserî, nexşerêya Abdullah Ocalan e
11:47 Mazlum Ebdî û Îlham Ehmed bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirin
11:33 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:23 Îdianameyên rojnameger Uçar û Aksu hatin amadekirin
11:07 Qirkirina Ermenan di sala 110’emîn de ye: Banga hevrûbûnê
11:07 Hevdîtina DEM Partî û Wezîrê Dadê dest pê kir
10:38 Bi hinceta ji Îmraliyê re faks şandiye cezayê hucreyê dan nivîskar Surgeç
10:36 Li Stenbolê gel bi şev li derve ma
10:18 Girtiyan li dijî qedexekirina pirtûkan serlêdan kirin
09:36 Ji bo girtiyê nexweş Çam serlêdaneke nû hat kirin
09:35 Li dijî biryara 'ÇED ne hewce ye' ya ji bo Hesandînê doza betalkirinê
09:35 'Li Kurdistanê bi zanebûnî polîtîkayên çandiniyê yên şaş tên meşandin'
09:20 'Bi qedexekirina sezeryanê dixwazin serdestiyê li bedena jinê bikin'
09:15 Girtiyên siyasî ji bo boykotkirina medyaya ‘dijî pêvajoyê’ bang kirin
09:01 Diranên girtiyê nexweş ê 9 sal in nayê dermankirin ketin
09:01 Maurizio Acerbo: Pêşniyazên Ocalan mifteya aştiyê û nirxên gerdûnî ne
09:00 ROJEVA 24’Ê NÎSANA 2025’AN
08:55 Di Behra Marmarayê de bi pileya 4.6’ê erdhej çêbû
08:53 Li Qamişloyê bîranîna Komkujiya Ermenan
08:21 Li Hewlêrê hevdîtineke girîng
23/04/2025
16:50 Bernameya 1’ê Gulanê ya Wanê diyar bû
16:20 Walîtiya Stenbolê: 151 kes birîndar bûn
16:02 Li Stenbolê di 3 saetan de 51 erdhej çêbûn
15:58 Piştî erdhejan gel xwe spart Parka Geziyê
15:54 Şîna Çelîk bi girseyî hate ziyaretkirin
15:49 Li Buyukçekmeceyê du erdhej çêbûn
15:47 ‘Divê ji bo girtiyên nexweş demildest gav bên avêtin’
15:21 Li Amedê 1’ê Gulanê dê li Stasyonê bê pîrozkirin
15:11 ‘Nabe ku mirinên jinan di bin navê întîharê de bên veşartin’
14:51 AFAD: Heta niha jî tu îxbarên windahiyan û hilweşînê nehatine kirin
14:44 Jeolog Gorur: Ev ne erdheja em li bendê ne, ew dê bi ser pileya 7’ê re be
14:28 Walîtiya Stenbolê: Heta niha jî çi îxbarên hilweşînê nehatine
14:17 8 kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan li Colemêrgê hatin definkirin
14:07 Hevserokên Giştî: Em bi hemû derfetên xwe bi xelkê Stenbolê re ne
14:02 Ji wezîr Uraloglû têkildarî erdhejê daxuyanî
13:55 Nacî Gorur ji ber erdhejê gel hişyar kir
13:16 Di Behra Marmarayê de bi mezinahiya 6.2’yê erdhej çêbû
13:15 Li Stenbolê erdhej çêbû
13:12 Şandeya DEM Partiyê dê sibe dosyayekê radestî Wezîr Tunç bike
12:51 Ferhenga Kurdî weke ‘sûc’ hatibû nîşandan: AYM’ê got binpêkirina maf e
12:01 Ji bo berdana girtiyê nexweş Çam serlêdan hate kirin
12:00 Pezê xwe firot û ji bo rêwiyan mêvanxane ava kir
10:58 MYK’a DEM Partiyê civiya
10:57 Li Şaredariya Şirnexê nelirêtî û bêusûliyên AKP’iyan
10:36 'Nûçeyên der barê vekişînê de manîpulasyon in'
10:24 Daxwaza Elewiyan: Hemwelatiya wekhev, azadiya baweriyan û aştî
09:48 ‘Tirkiye ji bo zarokan veguheriye dojehê’
09:02 Kurekî wê jiyana xwe ji dest da, yek jî di nava PKK'ê de ye: Aştiyeke yekalî nabe
09:01 Ji jinan berteka bo sezeryanê: Bila rêzikname bê betalkirin
09:01 'Divê tayinên dibistana projeyê zelal bin û bên kontrolkirin'
09:00 ROJEVA 23’YÊ NÎSANA 2025’AN
22/04/2025
16:39 Ji bo Gulsun Tan sersaxî
16:31 Qaymeqam navê 'Parka Aştiyê ya Orhan Dogan' red kir
16:27 Tedawiya Onder di roja 7'emîn de ye: Serdanên Baroyê û derdorên cuda
15:56 Fuara Çandinî û Sewalkariyê ya Mezopotamyayê dest pê kir
15:46 Bakirhan: Bila êdî geşedanên girîng û nû çêbibin