Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Almanyeyê hevdîtin bi partiyên siyasî re kirin

  • cîhan
  • 20:19 24 Îlon 2025
  • |
img
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li paytexta Almanyayê ya Berlînê hevdîtin bi nûnerên partiya siyasî re kirin.
 
Şandeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi nûnerên partiyên siyasî yên Almanyayê re civînên cuda li dar xistin. Şande bi nûnerên partiyên çep, kesk û Partiya Yekitiya Demokratîk a Mesîhî re civiya û di civînan de geşedanên li Sûriyeyê û binpêkirinên li dijî pêkhateyan hatin nîqaşkirin. Di civînan de hat diyarkirin ku divê pirsgirêkên jinan di cewhera her çareseriyeke siyasî de bin. Her wiha metirsiya vegera DAIŞ'ê û girîngiya vegerandina welatiyên biyanî yên malbatên DAIŞ'ê hat nîqaşkirin.
 
Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û peymana 10'ê Adarê û binpêkirinên Tirkiyeyê yên li dijî deverên dagirkirî û êrişên li dijî bendava Tişrînê û qutkirina ava Firatê hatin gengeşekirin.
 
Di civînan de destnîşanî şewatên bi zanabûnî li beravê û Himsê hat kirin. 
 
Di hevdîtina bi Partiya Demokratîk a Mesîhî re jî şandeyê li ser têkiliyên Rêveberiya Xweser û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, pirsgirêkên jinan û hilbijartinên parlamentoya Sûriyeyê axivî. Her wiha rewşa kampa Holê û pêwistiya piştgiriya navneteweyî ji bo wê hat vegotin.
 
Şandeyê işaret bı girîngiya pêkanîna peymana 10'ê Adarê û avakirina pergaleke nenavendî û xurtkirina rola jinan kir. 
 
Şande ji rêvebera Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Muna El Yûsif, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Şehrezad El Casim, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên û seroka Yekîtiya Jinan a Suryanî Corcêt Bersûm pêk tê.