Antropolog Padel: Ji bo şaristaniyeke nû modela Ocalan a Konfederalîzma Demokratîk şert e

  • cîhan
  • 12:15 17 Hezîran 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Antropolog Felix Pade, ji bo banga dîrokî ya Abdullah Ocalan diyar kir ku qonaxeke girîng e û got: “Ji bo şaristaniyeke nû divê her kes modela Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan a bizanibe.”
 
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27’ê Sibatê de hêj di rojevê de cihek girîng digre. Piştî bangê, PKK’ê Kongreya 12’mîn li dar xist û xwefesix kir. Ev biryar di rojeva cîhanê de cihe xwe girt û ji aliyê gelek kesan ve hate nîqaşkirin. 
 
Antropolog Felix Padel ê ku perwerdehiya xwe li zanîngehên Oxford û Delhî dîtî, bi xebatên xwe yên li Hîndistanê li ser gelan nexasim li ser jiyana civakên Adîvasî û têkoşîna wan ve tê nasîn. Padel, bi salan e di nava xebatên der barê têkoşîna Tevgera Kurd de cih girtî.
 
Padel, bang û paradîgmaya Abdullah Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
‘BANG GAVEKE DÎROKÎ YE’
 
Padel, diyar kir ku banga Abdullah Ocalan, gaveke dîrokî ye û divê bang li Tirkiyeyê cihê xwe bibîne. Padel wiha axivî: “Erdogan di mijara Filîstînê de bi helwesta xwe ve di asta cihanê de qedir dît. Hinek ji me dikare wî wek dirû bibîne lewra ew li hember gelê Kurd hêj kiryarên qirkirinê berdewam dike. Ger ji bo pirsgirêka Kurd bersivek rast bide, li hember gava PKK’ê gav biavêje, dê bêtir qedir bo wî bê dayîn.”
 
‘AZADIYA OCALAN…’
 
Padel diyar kir ku Abdullah Ocalan li ser saziyên demokratîk xebatên kûr û bi bandor kiriye û divê ev sazî li Ingilîstan, li Hîndistanê û li welatên dîtir bên xurtkririn. Padel destnîşan kir ku azadiya Abdullah Ocalan ne daxwazek tekakesî ye û li cihanê gelek mirov bi hincetên cihê ve di girtîgehan de ne. Padel, bibîr xist ku li Tirkiyeyê jî fena têkoşîna Adîvasiyan kesên têdikoşin bi “hincetên sexte” di girtîgehê de û diyar kir ku pêdivî bi hişmendiyeke kolektîf heye û got: “Azadiya Ocalan ne ya mirovekî ye, azadiya gelekî ye.”
 
‘BIRYARA PKK’Ê BIRYAREKE PIR WÊREK E’
 
Padel biryarên kongreya PKK’ê nirxand û got: “Bi salan e ez bang dikin ji bo PKK’ê ji lîsteya terorê bê derxistin. Li cîhanê di nava hemû têkoşînên çekdarî de, ez dinazim ku çend caran banga aştiyê kirine an ji bo aştiyê gav avêtine, kêm têkoşînên çekdarî hene ku ez piştgiriyê didimê û yek ji wan têkoşîna çekdarî ya PKK’ê ye. Ez vê gavê pir wêrek dibînim. Divê dewleta Tirk bersivek bide. Ev ne tenê li Tirkiyeyê divê li Kurdistanê jî wiha be. Dibe ku banga çekdanîna PKK’ê û xwefesixkirina wê deraqilane bê dîtin. Lê şert û mercên niha de gaveke pir di cih de ye.” Pedel, têkoşîna FARC’ê (Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê) ya 50 salan bi dewletê re û peymana aştiyê ya di sala 2016’an de bibîr xist û wiha pê de çû: “FARC çek danî û ev bû pirsgirêk.” Padel, destnîşan kir ku şerê li Xezeyê mafê mirovî û hiqûqa navneteweyî bin pê kirî û ev tişt got: “Ger mirov bixwaze ber bi şaristaniyeke demokratîk pêş ve biçe, divê navenda her tiştî de mafên mirovî hebe.”
 
‘BALKIŞAND LI SER MODELA KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK’
 
Pedel, ji bo parastina mafên mirov û pêşketina demokrasiyê, fikra Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan mifteyek pir girîng e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ingîlistan û Hîndistan xwe wek hêzên herî mezin ên demokratîk bi nav dikin. Lêbelê, gelek biryar di pişt deriyan de tê dayîn. Ji ber ku îradeya gel esas nagrin rêveberiyeke demokratîk jî nîne. Partiyên siyasî, pire caran xwe li ser dijatiyê û şer pênase dikin. Ger hikûmetek dema hilweşe û muxalefet bibe desthilat, ev yek ne demokratîk e ku polîtîkayê berê bidomîne. Konfederalîzma Demokratîk heta astekî li Rojava pêk hatî. Ji bo mirovahî derbasî qonaxeke dîtir bibe, di destpêka şaristaniya demokratîk de pêş bikeve divê modela Konfederalîzma Demokratîk nas bike.”
 
EKOLOJÎ
 
Padel, paradigmaya Abdullah Ocalan ji aliyê ekolojiya civakî ve jî nirxand û wiha rave kir: “Çavkaniyên cihanê bi awayeke di cih ne nayê birêvebirin. Mirov, li pertrolê û li tiştên din dinêrin. Lê hûn avê, axê, daristan û madenan çawa birêve dibin? Gelo ev di berjewendiya gel de tê bikaranîn? Qismek mezin ê pere ji bo endustiriya çekan tê bikaranîn. Divê ev rewş bê guhertin. Lewre, eko-sîstema cîhanê tê tunekirin. Li hember vê pergalê paradîgmaya Abdullah Ocalan xwedî cihekî girîng e. Ocalan, Murray Bookchin û navên dîtir wek referans girtî û nêrîna Marksîst-Lenînîst ve entegrasyonek çêkirî. Ev mijar ji bo hemû cîhanê pir girîng e. Qirkirina xwezayê ne tenê bi hawirdor ve girêdayî ye, bi çandê ve jî girêdayî ye. Qirkirina çandî, tê wateya derxistina gelên wek Adîvasî an gelê Kurd ji axa wan e ku di dîrokê de hata niha bi axa xwe ve girêdayî ne.  
 
JINEOLOJÎ
 
Padel, destnîşan kir ku paradîgma Ocalan di mijara azadiya jinê de xwedî cihekî girîng e û bal kişand li ser xabatên Jînelojiyê. Padel, diyar kir tespîta Ocalan e ku dibêje jin çîna yekemim a bindest e pir jê bandor bûye û got: “Jinên Kurd axêverên baş in. Li gorî nêrîna min sedema vê yekê têkoşîna li dij patriyarkaya ya di nava civaka Tirkiyeyê û ya li Kurdistanê ye. Her têkoşîneke azadiyê, bi qasî têkoşîna patriyarkal û zayendperest divê li dijî dijminê derve jî têbikoşin. Ji bo vê yekê Jîneolojî ji bo min pir girîng e.
 
‘DIVÊ HER KES BI BERPIRSIYARÎ RABE’
 
Padel, helwesta medya serdest a li hember Têkoşîna Azadiya Kurd rexne kir, diyar kir ku sedema bêdengiya wan metirsiya kariyer û statûyê ye. Padel destnîşan kir ku divê mirov bi hevre têbikoşin û dengê xwe bi hevre bilind bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di meseleya Filîstîn de me dît ku tevî Erdogan hemû serkirdeyên cîhanê yek helwest in. Madem mirov bi vî rengî şiyar dibin, divê di meseleya qirkirina gelê Kurd de jî deng derxin. Ji ber ku medya vê yekê rast parve nake, gelek caran di nava civakê de hestiyariyek ava nabe. Gelê Kurd ji destpêka dîrokê ve yek ji gelên eslî yên wê erdnîgariyê ye. Di berhemên Ocalan de ev yek pir zelal e. Ez li ser dîroka kevn dixebitin, vê hêzê baş fam dikim. Gelê Kurd, 5 hezar sal berê li hember bişaftina Împeratoriya Sumeran têkoşiya û îro jî li hember teperserkirin û bişaftina netewe dewletan li ber xwe didin. Ocalan nivîsiye ku di dema dibistanê de gotina ‘Ez Tirk im û divê ez bi Tirkî biaxivim’ lê hatiye ferzkirin. Têkoşîna li hember bişaftinê ne tenê gelê Kurd, li Ekvadorê û li Hîndistanê jî didome. Ji ber vê yekê, di vê serdema ku şer bûye pîşeyek, di mijarên ku cîhanê eleqedar dikin de divê her kes bi berpirsiyarî tev bigere.”
 
MA / Hîvda Çelebî