Atolyeya 'sûretên bedenê yên di dem û mekan de'

img
AMED - Mizgîn Bîlmen ku li Almanyayê lîstikvana şanoyê ye, di çarçoveya 10’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de atolyeyek bi navê derhêneriya şanoyê vekir.
 
10’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê û Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê (DBŞT), bi lidarxistina atolye û pêşandana lîstikên cuda berdewam dike. Lîstikvana şanoyê Mizgîn Bîlmen di atolyeya xwe ya bi navê derhêneriya şanoyê de qala sûretên bedene yên di dem û mekanê de kir.
 
Mamoste Mizgîn Bîlmen diyar kir ku di çarçoveya komxebatê de wan li ser diyaloga navxweyî ya bedenê ya bi mekan, demê lêkolîn kirine. Mizgîn Bîlmen da zanîn ku wan ji atolyeyê encamên gelekî baş wergirtine û tevî ku demeke kurt maye jî konsantrasyona xwendekaran gelekî baş e.
 
Mîrşah Zana Jîr ku tevlî komxebatê bû anî ziman ku ji bo wan atolyeyeke gelekî girîng e û wan tevgerên divê li şanoyê bên kirin lêkolîn kirine.
 
Kursiyera şanoyê Belkise Turk diyar kir ku atolye ji bo wan gelekî zehmet e, lê gelek tişt hîn bûne û wiha got: "Ji bo em bedena xwe baştir hîs bikin, em hînî tevgeran bûn. Min dît ku divê em her roj van hereketan bikin."