ROJEVA 3'YÊ GULANA 2025'AN 2025-05-03 09:00:08   * Şaredarê AKP'î yê Elkê yê berê Habîp Aşan, otêla ku ji sedî 75 bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê çêkiribû, bi 90 milyon TL'yî firot midûriyeta perwerdehiyê.    * Ji Komeleya Piştevaniya Jinê ya Denîz Yildiziyê Nîlûfer Sayilan têkoşîna hevpar a ekolojî û femînîzmê nirxand û got: "Bêyî wekheviya zayendî, edaleta avhewayê ne pêkan e."   * Îhsan Acar ê ku 31 sal in ji bo aqûbeta bavê xwe yê li ber çavên wî hat binçavkirin û piştre hat windakirin têdikoşe, ji bo banga Abdullah Ocalan bê bersivandin û aştiyeke mayînde banga "hevrûbûnê" kir.   * Dayikên Şemiyê, dê cara 341'emîn li Qada Galatasarayê bên cem hev. (12.00)     * Xizmên windayan dê li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên we yên heftane li dar bixin. (12.30)   * Dê li Stenbol û Enqereyê ji bo girtiyên nexweş daxuyanî bên dayîn. (13.30)