DÊRSIM - Neviya Seyîd Riza, Zeliha Polat xwest ku cihê gorên kesên di Komkujiya Dêrsimê de hatine qetilkirin û gora bapîrê wê were nîşandan û bang kir.
Di Komkujiya Dêrsimê de li gorî daneyên fermî 13 hezar kes û li gorî çavkaniyên serbixwe jî 70 hezar kes hatin qetilkirin. Bi ser komkujiyê re 88 sal derbas bûn. Piştî komkujiyê jî bi îdiaya “serkêşê serhildanê ye” cezayê darvekirinê dan Seyîd Riza. Ji ber ku temenê wî rê nedida biryara îdamê, temenê wî hate biçûkkirin. Temenê kurê wî Reşik Ûşen ê 16 salî jî hate mezinkirin û hate darvekirin. Seyîd Riza, kurê wî Reşik Ûşen, Ûşenê Seydî, Aliyê Mirzî Silî, Hesenê İvaîmê Qijî, Hesen Axa, Findik Axa li Qada Bugdayê ya Xarpêtê hatin darvekirin. Bi ser darvekirina wan re 88 sal derbas bûn lê hêj jî cihê gorên wan nehatiye aşkerakirin.
'BILŞA CIHÊ GORÊ WÎ WERE NÎŞANDAN’
Neviya Seyîd Riza, Zeliha Polat xwest ku cihê gora bapîrê wê û hevalên wî were aşkerakirin û got: “Bêyî ku gavek were avêtin me didin sekinandin. Heke jidil bin bila gavan biavêjn. Dixwazin wê komkujiyê bidin jibîkirkirin. Di van rojan de li ser aştiyê tê axaftin û ev tiştekî baş e lê ew jidil nîninMe gelek êş kişandin û dixwazin êdî ev êş neyên jiyîn. Lê hêviya min tune ye.”
Zeliha Polatê got ku li şûna nîşandana cihê goran û hevrûbûnê, tiştên komkujiyê tînin bîra gel tên tunekirin û wiha axivî: “Erê we cihê gorên me nîşan nedan lê çima hûn ji me re pirsgirêkên nû derdidin. Heta navê gundê me jî jêbirin. Devera nîviya gorên me li wir bûn kirin malê xizîneyê.”
'BILA PAŞNAVÊ ME WINDA NEBE’
Fîdan Sezer ku ji gundê Tahtê ye û bav û mamê wê tenê ji komkujiyê rizgar bûbûn jî ev tişt anî ziman: “Bavê min ji min re got; ‘leşkeran gundî kom kirin û piştre qetil kirin. Piştre xistin korekê û veşartin. Me jî ji dûr ve temaşe kir.’ Bavê min û mamê min temaşe kirin. Di tevahiya şevê de xwe veşartin. Heta serê sibehê xwe li erdê kaş kirin û xwestin derbasî cihekî din bibin. Piştre reviyan gundekî din. Li wir heta serê sibehê di axûra kesekî de man. Xwediyê malê deriyê mala xwe li wan vekir, xwarin da wan û jê re got; ‘Xwe nîşanî kesekî nedin û herin. Nexwe dê we bikujin.’ Mala axayekî dewlemend ê wê demê nîşanî wan dide. Xwe digihînin wir. Ew xwedî lê derdikevin û heta hewl didin bigirin ser nifûsa xwe. Mamê min digirî, naxwaze û dibêje; ‘Bila paşnavê me yê ji binemala me ye winda nebe.’ Bavê min li gundê Şilikê yê Mêzgertê bicih dibe û 10 sal piştre vedigere gund.”
XIZMÊN XWE JI KEZIYÊN WAN NAS KIRIN
Fîdan Sezer, anî ziman ku bavê wê piştî vedigere gund diçe leşkeriyê û dema vegeriyayî jî bi kotiyê dikeve û got: “Bavê min di tevahiya jiyana xwe de ew roj ji bîr nekir. 20 sal piştî vegera xwe ya li gund, di korikeke gund de hestî û keziyan dibîne. Me jî dît. Ew keziyên hatibûn vehandin hêj li wir bûn. Got ku yek ji wan keziyan jî ya xwişka wê bû. Hinek ji wan keziyan xist nav cizdana xwe û veşart. Heta ji ber ku gorên xizmên me bûn, xelkê qurban serjê kirin. Xelkê gelek êş kişand.”
Fîdan Sezerê xwest ku cihê gorên kesên hatine qetilkirin bên nîşandan û bi komkujiyê re hevrûbûn çêbibe. Fîdan Sezerê, got: “Qet nebe bila cihê gora wan hebe.”
