Li Dumluyê li dijî girtiyan tundiyeke sîstematîk tê kirin 2025-12-26 09:05:59   WAN - Oktay Gul ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Dumlu ya Erziromê tê ragirtin, di hevdîtina ser telefonê de got ku gardiyan tundiyeke sîstematîk li wan dikin.    Binpêkirinên li girtîgehan ên li dijî girtiyan berdewam in. Yek ji girtîgeha ku binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk lê tên kirin jî Girtîgeha Hejmar 2 ya bi Ewlekariya Bilind a Dumlu ya Erziromê ye. Oktay Gul ku li vê girtîgeha behsa xeberê tê ragirtin, li ser telefonê bi pismamê xwe Şervan Gul re axivî û behsa binpêkirinên li girtîgehê kir. Şervan Gul, got: “Pismamê got ku miameleyeke dermirovî li wan tê kirin û gardiyan bi awayekî sîstematîk tundiyê li wan dikin.”    'NÊZIKATIYÊN LI DIJÎ RÛMETA MIROVAHIYÊ’    Şervan Gul di berdewama axaftina xwe de wiha ev tişt anî ziman: “Pismamê min di hevdîtinê de got; ‘Rêveberiya girtîgehê û gardiyan bi meha ye bi awayekî sîstematîk tundiyê li me dikin. Em, bi miameleyeke dijî rûmeta mirovahiyê rûbirû ne. Bi hefteyan cezayên hucreyê didin û em nikarin ji gelek mafên xwe sûdê bigirin. Pirtûk, pênûs, lênûsên me desteser dikin û dema em li dijî vê derdikevin jî cezayên disiplînê didin. Pere û cilûbergên malbat û xizmên me dişînin, desteser dikin. Ji pereyê bo hevalên me hatine şandin mixdarekî mezin li holê xuya nake. Girtiyên siyasî di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û hewl didin bêzar bikin. Heta nahêlin em derkevin hewşa girtîgehê jî.’”    'DIVÊ LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ TEVBIGERIN’    Gul, di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku ev neheqî û derhiqûqtiyên di pêvajoya aştiyê de tên kirin baweriya gel têk dibin û got: “Madem pêvajoyek heye, madem dibêjin jidil in, wê demê çima li ser girtiyên siyasî van polîtîkayên qirêjî dimeşînin? Em jidil û can ji vê pêvajoyê bawerin û piştgiriyê didin. Heke ew jî jidil bin, wê demê hewceye van kiriyarên li dijî rûmeta mirovahiyê biterikînin. Di demeke li ser aştiyê tê axaftin de em rastî van miameleyên xerab tên û divê ev bên bidawîkirin. Bila li gorî ruhê pêvajoyê tevbigerin.”    MA / Bîlal Babat