Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes bi meseleya Kurd re hevrû bibe HATE NÛKIRIN 2025-12-25 11:01:43 AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser referansên Abdullah Ocalan ên têkildarî Îslamê û got: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke qedîm a vî welatî ye. Meseleyeke heqîqî ye. Divê her kes bi vê pirsgirêkê re hevrû bibe.” Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, li Navenda Kongreyê ya ÇandAmedê, bi dirûşma “Ji Îslama demokratîk ber bi aştî û civaka demokratîk ve” 1’emîn Kongreya Asayî li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de wêneyên lîder û kadroyên pêşeng ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hatin daliqandin.    Konferans, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî bi xwendina Qur’anê domiya. Di destpêka kongreyê de Hevserokê Giştî yê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Mahmût Şik axivî û got ku ew li dijî pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê daye destpêkirin xwe berpirsyar hîs dikin û ev tişt anî ziman: “Di vê mijarê de em ê tişta ji dest tê bikin. Divê em Serok bi tenê nehêlin. Divê em yekitiyê ava bikin.”    'DIVÊ EM MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK AVA BIKIN’   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di kongreyê de anî ziman ku herêm, bi rewşên neyînî yên Îslama siyasî bi xwe re anîne rû bi rû ye û got: “Rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û El Qaîdeyê xwe di bin navê Îslama siyasî de li herêmê kiryarên nebaş kirin.  Li dijî van rêxistinan, divê xeta Îslama demokratîk were birêxistinkirin. Hz. Mihemed di Hedîs-î Şerîf de dibêje ‘Min zilm li nefsa xwe heram kiriye. Min ew li we jî heram kir. Wê demê zilmê li hevdu nekin.’ Banga birêz Abdullah Ocalan kiribû jî di çarçoveya vê hedîsê de ye. Armanca esasî ya misilmanan ew e ku edaletê di xwe de bidin destpêkirin û vê jî veguherînin edaleta civakî û bibin avakerên vê.    Wekî di banga birêz Ocalan de jî tê fêmkirin, berpirsyartiyeke me ya wekî avakirina modernîteya demokratîk heye. Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke qedîm a vî welatî ye. Meseleyeke heqîqî ye. Divê her kes bi vê pirsgirêkê re hevrû bibe. Ne tenê hevrûbûn, divê were çareserkirin. Ji bo vê jî divê di vê pêvajoyê de gavên hiqûqî bên avêtin û verastkirinên qanûnî bibin. Di vê mijarê de berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê me tevan. Aştiya Tirkiyeyê dê ji bo xwişk-birayên me yên Sûriyeyê jî baş be. Xwişk-birayên me yên Elewî, Durzî tên qetilkirin. Xwişk-birayên me yên Kurd, bi modela pergala nenavendî re ji bo Rojhilata Navîn şensekî mezin in. Divê her kes vî şensî baş bi kar tîne.”    'DIVÊ DEV JI MUDAXILEKIRINA CENAZE Û ŞÎNAN BERDIN’    Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser komkujiyên li dijî jinan, komkujî û îstîsmarên li dijî zarokan, xizanî û birçîtiyê û wiha axivî: “Hz. Mihemed dibêje ‘Kesên dema cîranên wan birçî ew bi xwe têr radizên, ji me nînin.’ Ev gotin, behsa vê pergalê dike. Divê ev pergal teqez biguhere û misilman teqez li dijî zilmê serî rake. Divê her kes bikare bi zimanê xwe teatê xwe bike, divê Kurd bikarin bi Kurdî weazên xwe bidin. Divê li dijî miriyan rêzgir bin. Nahêlin em cenazeyên xwe li xaka xwe defin bikin. Dibêjin ‘terorîst e’ û nahêlin mela nimêja cenazeyê bikin û wesayîta cenazeyê nadin. Ev nayê qebûlkirin. Beriya her tiştekî divê rêzê ji bo miriyan bigirin. Di van rojên em li ser pêvajoya aştiyê diaxivin de em careke din banga terikandina mudaxileyên li dijî şînan dikin.”    'TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ MAF E’   Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogûllari hedîsa Hz. Mihemed a “Yên li dijî zilmê serî ranekin, ji ummeta min nînin” bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Berxwedana li dijî zilmê, daxwazkirina edalet, aştî, xwişk-biratî û jiyana azad, parastina xwezayê têkoşîneke heqiyê ye. Têkoşîna Kurdan a ji bo zimanê dayika xwe rewa ye. Têkoşîna aştiyê, ya demokrasiyê heq e.”    XWEST LI MISGEFTAN AŞTÎ WERE VEGOTIN   Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî bal kişand ser pêvajoyê û ev tişt anî ziman: “Ji bo Tirkan, ola Îslamê biqasî xizmetê ji Tirkîtiyê re bike ji bo wan heye. Dema xizmetê ji vê re neke jî pêdiviyên wê bicih nayînin. Lê li Kurdistanê tiştekî wiha nîne. Niha nêzî 90 hezar mizgeft li Tirkiyeyê hene. Bi texmînî bi milyonan kes her roj diçin van mizgeftan. Li vî welatî ev saleke pêvajoyek heye; em dibêjin bila aştî çêbibe, azadî hebe, xwîn nerije û ev civak ji hev hez bike. Hewceye ev li ku derê bên gotin? Divê di mizgeftan de, di cemaetan de bên gotin. Lêbelê ev li wir nayên gotin.”    Di berdewama axaftina xwe de Bayindir bal kişand ser tundiya il Kurdistanê tê jiyîn, komkujiyên malbat û ciwanan ên li dijî hev û axaftina xwe wiha qedand: “Mela, rûspî, şaredarî, siyasetmedar, dayik û em dikarin pêşiya vê bigirin.”    Bayindir, kongre pîroz kir, hêviya serkeftinê jê re xwest û got bila bibe wesîleya xêrê.    Kongre, bi axaftinan domiya.