Welatiyên Dêrsimî: Em ê rê nedin talankirina xwezaya xwe 2025-11-17 11:00:38 DÊRSIM - Welatiyên tev li mitînga li dijî talankirina xwezayê bûn, diyar kirin ku ew ê destûrê nedin vê qirkirina xwezayê.    Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê li dijî qirkirina xwezayê ya li bajêr tê kirin, li Meydana Seyîd Riza bi dirûşma “Em ê rê nedin talan û rantê. Em ê bi ser kevin, jiyan dê bi ser keve” mitîng li dar xist. Gelek kes tev li mitîngê bûn û peyama berxwedan, yekitî û têkoşîna li dijî talankirina xwezayê dan.    Welatiyên tev li mitîngê bûn, anîn ziman ku ew li dijî talankirina xwezayê ne û ew ê destûrê nedin. Bi domdarî welatiyan destnîşan kir ku xweza û xelkê herêmê ji ber talana heyî mexdûr dibe û gotin: “Ji bo xweza zindî ye; ava me, kevirên me, xwezaya me zindî ye. Heke ev can tune bibin dê dor were mirovan. Lewma divê em xwedî li xwezaya xwe xwedî derkevin.”    Welatiyên ji ajansa me re axivîn, bertekên xwe nîşan dan.    MA / Şîlan Şîrvan Çîl - Rûkiye Payîz Adiguzel