Meteorolojiyê ji bo gelek bajarên Bakur hişyariya barînan kir 2025-11-17 09:57:06 NAVEND NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo bajarên Bedlîs, Sêrt, Şirnex, Colemêrg û Wanê hişyariya barînên zêde û lehiyan kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, ji bo bajarên bakurê Kurdistanê hişyariya berf û barînên zêde kir. Midûriyetê, da zanîn ku li bendê ne li Bedlîs, Mûş, Sêrt, Wan, Şirnex û Colemêrgê lehî rabin, av rabin û di veguhestinê de pirsgirêk derkevin. Hat gotin ku li van herêmên navborî li benda barînên zêde ne û dê li deverên bilind jî berf bibare. Hat gotin ku dê li cihên bilind ên Herêma Serhedê jî şilope û berf bibare.