‘Bila lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê ji aliyê dewletê ve bên dayîn' 2025-11-12 15:26:40 EDENE - Rêxistinên jîngehê û mafên mirovan ku "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin, daxwaz kirin ku dewlet lêçûnên dadgehê yên dozên ekolojiyê û bajar bide.   Rêxistin û tevgerên mafên mirovan û jîngehê yên li şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Edeneyê kom bûn, "Kampanyaya Edalet ji bo Xwezayê" dan destpêkirin. Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Edeneyê Baran Taygûn Metîn, li ser navê rêxistinan daxuyanî da. Metîn diyar kir ku cîhan ji ber polîtîkayên pergala kapîtalîst ên ku xwezayê dikin meta, ketiye serdema "Antroposen" an jî "Kapitalosenê".   Metîn diyar kir ku krîza avhewayê û wêrankirina ekolojiyê gihîştiye astên ku jiyanê tehdît dikin û got ku parastina mafên jîngehê ne tenê exlaqî ye, di heman demê de mecbûriyeteke qanûnî û navneteweyî ye jî.   ‘XWEGIHANDINA EDALETÊ TÊ ASTENGKIRIN'     Metîn destnîşan kir ku lêçûnên doz, keşif û xercên pêzanan gihîştine bi mîlyonan lîreyan û got ku ev rewş şiyana welatiyan ji bo şopandina dozên qanûnî ji bo mafên jîngehê ji holê radike. Metîn destnîşan kir ku Peymana Aarhusê gihîştina agahdariya jîngehê, beşdariya raya giştî di pêvajoyên biryardanê de û mafê îtîrazê li dadgehan mîsoger dike û got ku Tirkiye hîn jî peyman îmze nekiriye. Metîn daxwazên xwe bi raya giştî re parve kir û daxwaz kir ku dewlet xerc û lêçûnên dozên jîngeh û bajar bide û Peymana Aarhusê were îmzekirin û pêkanîn.