Serdana şîna Lokman Urun hat kirin: Em ê têkoşîna wî bidomînin 2025-11-11 16:54:03 ŞIRNEX - Şîna endamê HPG’ê Lokman Urun a li Şirnexê hatibû danîn, bi girseyî hate ziyaretkirin. Di serdanê de peyama domandina têkoşînê hat dayin.    Ji bo gerîlayê HPG’ê Lokman Urun (Adil Bilikî) ku di 30’ê Îlona 2024’an de li herêma Metîna ya Herêma Federe ya Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, li Taxa Cumhuriyetê ya Şirnexê şîn hate danîn. Gelek kes bi pêşengtiya MEBYA-DER’ê çûn serdana şînê. Girseya ku ber bi qada şînê ve meşiya, dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Li cihê şînê deqeyek rêz hate girtin.    Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê Ramazan Togûrlû di serdanê de sersaxî ji malbat û hemû gelê Kurd xwest û diyar kir ku ew ê her tim li ser şopa cangoriyên azadiyê bin.   Wekîlê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez jî anî ziman ku şehîd nirxên herî pîroz ê gelê Kurd in û got: “Em wan weke eshabeyên demê dibînin. Vaye 100 sal in li ser hemû nirxên gelê Kurd êriş hebûn. Li hemberî van êriş, qirkirin û qetlîaman ciwanên Kurd li ber xwe dan. Êdî em dibêjin bes e û bila Heval Lokman bibe şehîdê dawiyê.”   Îrmez, bi lêv kir ku ji bo nirxên xwe hewce bike ew ê sed salên din jî li ber xwe bidin û got: “Em dixwazin ev pêvajo ser bikeve. Ji bo ku em hemû bi nasnameya xwe bijîn. Ji ber vê yekê heya dawiyê em ê li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Bila gelê me pê bawer be ku ev pêvajo wê ser bikeve. Em bejna xwe li hember şehîdên azadî û demorasiyê ditewînin, serê malbat û rêxistina me sax be.”   Bavê Lokman Urun, Metîn Urun jî got ku kurê wî cangoriyê hemû gelê Kurd e û sersaxî ji hemû gel re xwest.   Piştî axaftinan serdana şînê bi xwendina duayan bi dawî bû.