‘Hevdîtina bi Ocalan re ji bo aştiya mayinde pêwîstiyek e’ 2025-09-25 12:30:36   ENQERE - Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyî têkildarî xebatên komîsyonê pêşniyarên xwe pêşkeş kirin û gotin: “Guhdarîkirina Abdullah Ocalan a ji hêla komîsyonê ve, ji bo çareseriyeke mayinde divê weke pêwîstiyek were dîtin.”    Endamên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê yên DEM Partiyî, têkildarî xebatên komîsyonê yên heta niha daxuyaniyeke nivîskî weşandin.  Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komîsyonê ji 5’ê Tebaxa 2025’an heta niha karê xwe didomîne û hate ragihandin ku komîsyon ji bo avakirina zemîna siyasî û hiqûqî ya ku tevkariyê li çareseriya aştiyane û demokratîk a meseleya Kurd bike, ava bûye.   ‘HEKE KOMÎSYON BI ROLA XWE RABE DÊ RÊ LI BER PÊŞKETINÊN DÎROKÎ VEKE’    Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku raya giştî li bendê ye ku komîsyon li ser zemîna parlamentoyê rola xwe bilîze û wiha hate gotin: “Em dizanin ku komîsyon ne muxatabê her tiştî ye. Lê belê heke bi rengekî rast û kêrhatî bi rola xwe rabe wê derî li pêşketinên dîrokî veke.”   PÊŞNIYARÊN JI BO KOMÎSYONÊ   Di daxuyaniyê de bi şeş xalan ev yek hate destnîşankirin:   “* Hindik maye ku komîsyon qonaxa destpêkê ya karê xwe û guhdarîkirinê bi dawî bike. Em careke din dixwazin diyar bikin ku nêrîn û pêşniyarên sazî û kesayetên cuda yên li ser çareserî û aştiyê em hêja dibînin. Ji bo partiya me xala esasî ya qonaxa guhdarîkirinê, pêwîstî û mecbûriyeta çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Referans, ç avkaniyên xwe cuda jî be tiştên li komîsyonê hatin bilêvkirin, mecbûriyeta çareseriya meseleya Kurd careke din raxist pêş çavan.   * Ji aliyê gelek sazî û kesan ve hate gotin, derbasbûna pêvajoyê ber bi qonaxa aştiyê ya pozîtîf bi qasî qonaxa aştiyê ya negatîf a ku weke rewşa bêşer tê binavkirin, girîng e. Ji bo aştiya pozîtîf jî di qonaxa guhdarîkirinê de ev tespîtên hêja hatin kirin; ‘Ji bo avakirina edaletê, ji bo avakirina baweriya civakî, sazîbûna wekheviyê, jiyana aştiyane û wekhev a nasnameyên cuda divê îrade bi şênberî bê destnîşankirin', 'atmosfera baweriyê bi pîvana dualî dikare pêk were', 'Nabe ku pirsgirêk tenê bi asta çekan bê bisînorkirin', 'Divê sedemên wê yên bingehîn ji holê bêne rakirin', 'Tenê bi polîtîkayên ewlekariyê aştî pêk nayê', 'Divê dest ji polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê bê berdan'. Em bi taybetî destnîşan dikin ku komîsyon divê di karê xwe yê ji niha û pê ve li gorî van pêşniyaran tevbigere.   * Ya rast ew e ku pirsgirêk bi aliyên xwe yên siyasî, çandî, civakî û aborî bê nirxandin û çareseriyeke mayinde jê re bê peydakirin. Divê bê dîtin ku mesele bûye xwedî karakterekî herêmî û navnetereyî, guhdarîkirina li Birêz Abdullah Ocalan ku asta wî ya diyarker eşkere bûye û ji aliyê siyasî, rêxistinî û civakî ve bersiva xwe dibîne, ji aliyê Komîsyonê ve ji bo çareseriya mayinde ya pirsgirêkê weke pêwîstiyê bê dîtin. Çareseriya rastî bi bilêvkirina navê rast ê pirsgirêkê û li gorî vê rastiyê jî bi avêtina gavê dibe. Guhdarîkirina komîsyonê li Birêz Ocalan ji bo serxistina pêvajoya heyî gelekî girîng e.   SERERASTKIRINÊN YASAYΠ   * Bi vebûna meclisê re qonaxa destpêkê ku weke qonaxa civakî û siyasî dikare bê pênasekirin wê şûna xwe ji qonaxa duyemîn re bihêle ku weke qonaxa hiqûqî dikare bê pênasekirin. Hinceta hebûna komîsyonê ew e ku ji bo sererastkirinên qanûnî yên pevajoyê pêşniyar û pêşnûmeyan amade bike. Desteyên pêwendîdar ên partiya me hîn ji destpêkê ve di mijarên Qanûna Dema Debasbûnê, guhertinên li Qanûna Înfazê, TMK, TCK û CMK'ê; di serî de sererastkirina qeyûm xurtkirina rêveberiyên xwecihî, demokratîkbûn; guhertinên di têkoşîna li hemberî cihêkariyê de û perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê xwedî amadekariyan e. Wezîfeya bingehîn a qonaxa duyemîn e ku bi destpêkirina sala nû ya qanûndanînê re partiyên ku endam dane komîsyonê li ser sernavên pêwendîdar pêşniyarên şênber bikin û li ser van pêşniyaran jî helwesteke hevpar nîşan bidin. Ji ber ku yek ji gavên herî girîng ên bi dawîkirina zemîna şer bi rengekî mayinde, avakirina hiqûqê û wekheviya li pêşberî qanûnê ye.   * Hêja ye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di biryara xwe ay 17'ê Îlona 2025'an de işaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir û li ser mafê hêviyê wezîfeya komîsyon û parlamentê bi bîr xist. Di atmofereke welê de ku Komîteya Wezîran işaretê bi gavên hiqûqî û siyasî yên têkildarî Tirkiyeyê dike, yek ji gavên girîng e ku li gorî pêwîstiya pevajoyê gav bêne avêtin, nêzîkatiyeke bi înîsiyatîf bê nîşandan, ev yek weke pîvan bê qebûlkirin. Ev yek wê di çareseriya civakî, demokratîk, wekhev û adil a pirsgirêka Kurd de gelekî girîng be.   * Di çarçoveya karên komîsyonê de weke DEM Partî armanca me ya bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd ji zemîna şer dûr bixîne û derfetên çareseriya siyasî û hiqûqî biafirîne. Divê meseleya Kurd bi perspektîfa demokratîkbûnê û veguherîna mejî ya li gorî vê yekê bê nirxandin. Weke ku di dema guhdarîkirinê de akademîsyenekî got, 'Her aştî dibe ku bi demokrasiyê bi encam nebe, lê belê heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, demokrasî wê neyê Tirkiyeyê'."