'Diviyabû Komîte ji bo mafê hêviyê guherîneke hiqûqî ferz bikira' 2025-09-25 09:07:49 STENBOL - Endama OHD Rezan Gezer ku rexne li îşaretpêkirina bi komîsyona li meclisê hatiye avakirin a ji aliyê Komîteya Wezîran hat kirin kir, got: "Ev biryarek e ku li dijî avaniya komîteyê ye. Diviyabû komîteyê rasterast guhertineke hiqûqî ferz bikira."   Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê, ji ber ku Tirkiyeyê biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê binpêkirina "mafê hêviyê" yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih neaniye, di navbera 15-17'ê Îlonê de civîna xwe ya dawî li dar xist. Komîteyê ji bo Tirkiye der barê cezayê muebbeda girankirî de plana xwe ya sererastkirina qanûnî pêşkêş bike, careke din muhlet da Tirkiyeyê. Komîteyê xwest ku "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê" ku li meclisê hatiye avakirin, di warê sererastkirina qanûnî de pêşniyaznameyekê berpêşî meclisê bike.    Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Rezan Gezerê diyar kir ku der barê "mafê hêviyê" de tu planên Tirkiyeyê tune ne û ji ber vê yekê, Komîteyê pêşniyaza amadekirina planeke çalakiyê kiriye. Rezan Gezerê anî ziman ku li Tirkiyeyê ji bo berdana kesên ku cezayê muebbeda girankirî li wan hatiye birîn, sererastkirineke qanûnî tune ye û ji bo sererastkirina ku Komîteyê xwestiye jî planeke çalakiyê tune ye. Rezan Gezerê wiha domand: "Sererastkirinên heyî ji hêla Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ve tên astengkirin. Niha gelek caran înfaz tên şewitandin. Biryara Komîteyê dibêje ku divê biryara 'Gurban' bi lez bê bicîhanîn. Ji bo vê yekê divê çarçoveyeke qanûnî bê çêkirin. Berî her tiştî, divê Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên betalkirin û divê sererastkirinên nû di qanûna înfazê de werin derxistin û divê mekanîzmayek bê avakirin da ku van sererastkirinan vekole. Divê rewşa heyî ya binpêkirinên mafan û astengkirina berdanan bê rakirin. Komîte, ji bo van çalakiyan behsa mekanîzmayekê ku jê re 'plana çalakiyê' dibêje, dike."   'BIRYARA KOMÎTEYÊ DI WARÊ HIQÛQÎ DE BI PIRSGIRÊK E'   Rezan Gezerê diyar kir ku hem biryara Komîteyê û hem jî derengxistina wê polîtîk in û biryar bi xwe ji hêla hiqûqî ve bi pirsgirêk e. Rezan Gezerê got: "Eşkere ye ku biryarên ku ji hêla meclisê ve hatine dayîn ji hêla hikûmetê ve tên piştgirîkirin. Ji ber vê yekê, şandina vê yekê ji bo komîsyoneke ku di meclisê de ji bo vê pêvajoyê hatî damezrandin, biryarek e ku li derveyî çarçoveya xwe ya hiqûqî ye. Komîte di esasê xwe de, behsa pergala heyî dike. Ew hewl dide ku bibêje, 'Hûn dikarin bi vî rengî rast bikin.' Lêbelê, divê Komîte çarçoveya wê çêbike û bêje, 'Hûn dikarin guhertinan bi xwe bikin.' Ev manevraya biryardayînê,  a rast di warê bandor, mekanîzma û xebitandina biryarê de ji Tirkiyeyê re tê hiştin."    Rezan Gezerê bi bîr xist ku divê Tirkiye mekanîzmayên "mafê hêviyê" yên ku ji hêla welatên endam ên Konseya Ewropayê ve tên bicîhanîn lêkolîn bike û îlhamê jê werbigire û got ku li Almanya, "mafê hêviyê" ji bo cezayên heta hetayê bi rêya îhtîmala berdana şertî piştî demeke diyarkirî tê dayîn, lê li Fransayê, berdana şertî piştî 30 salên girtîgehê tê dayîn. Rezan Gezerê bilêv kir ku komîte ji Tirkiyeyê daxwaza sererastkirineke bi vî rengî dike û got: "Bi kurtasî, komîte dibêje, 'Hûn ê mafê hêviyê bidin kesên ku cezayê girtîgehê yê heta hetayê girtine û hûn ê di çarçoveya mafên mirovan ên girtiyan û mafê hêviyê de nirxandinê bikin. Hûn ê qanûnê li gorî wê biguherînin.' Nirxandina berdana girtiyan piştî 25 salan tê wateya şopandina periyodîk a entegrasyona girtiyan bi cîhana derve re."    Rezan Gezerê bilêv kir ku divê Komîte guhertina qanûnî bi zelalî diyar bike û got: "Komîte, bi biryara xwe aqil dide Tirkiyeyê. Li welatekî ku mueyîde û kontrolkirin tune, di warê encamê de pirs li mirov peyda dibin. Bi rastî, me berevajî vê yekê hêvî dikir. Me hêvî dikir ku Komîte biryareke zelal bide û li Tirkiyeyê ber bi cezakirinekê ve biçûn. Ji aliyekî din ve, Tirkiye jixwe xwedî pergaleke hiqûqî ye, lê di bicîhanîna wê de jî pirsgirêkek hene. Ji ber vê yekê, divê Komîte herî kêm çavdêriya bicîhanîna wê bike. Me hêvî dikir ku Komîte dê mueyîdeyekê pêk bîne. Lê hewalekirina wê ji komîsyonê re, ne biryara Komîteyê ye. Ev tê wateya reva ji biryarê û rênîşandanê. Arasteyî komîsyonê kiriye, lê wekî me got ev li dijî avaniya komîteyê ye. Diviyabû Komîte rasterast guherîneke hiqûqî ferz bikira."    MA / Omer Îbrahîmoglû