Şandeya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi şandeya YE’yê hevdîtin kir 2025-09-24 10:07:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi Cîgirê Delegasyona Sûriyeyê ya Yekitiya Ewropayê re civiya.    Hêzên paramîlîter ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê çendek roj berê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên di bin kontrola asayîşa girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de kirin. Hêzên girêdayî HSD’ê, destûr nedan ku hêzên paramîlîter têkevin taxê.    Piştî van geşedanan, Cîgirê Delegasyona Sûriyeyê ya Yekitiya Ewropayê Agn Gleveckaite û şandeya wê bi nûnerên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê re civiya. Şandeya ji herdu taxan ji Hêvîn Silêman, Fatme El Hesîno, Emîn Elîko, Nûrî Şêxo, Menan Cafer û Evîn Sîdo pêk hat.   Herdu aliyan li ser geşedanên dawîn ên Sûriyeyê û bi taybetî li ser rewşa mirovî û ewlekarî ya Helebê nexasim li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê axivîn û bal kişandin ser êrişên li dijî herdu taxan û astengkirina ragihandin û medyaya civakî. Her wiha bal kişandin ser cîbicîkirina peymanên 10'ê Adarê û 1'ê Nîsanê.   Hat diyarkirin ku civîn erênî derbas bû û herdu aliyan jî bal kişandin ser girîngiya domandina diyalogê û pêşxistina aştiyê ya li herêmê.