Ji bo kursên şaredariyê yên Kurdî û Farisî eleqeyeke zêde heye 2025-09-22 12:41:40 WAN - Şaredariya Rêya Armûşê tevî KURDÎGEH’ê kursên zimanên Kurdî û Farisî da destpêkirin.    Şaredariya Rêya Armûşê ya Wanê ya DEM Partiyî û Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) kursa zimanên Kurdî û Farisî dan destpêkirin. Kurs, ji hêla Midûriyeta Karên Çandî û Civakî ya Şaredariyê di Galeriya Hunerê de hate destpêkirin. Eleqeyeke zêde ya welatiyan bo kursan heye.    Di du rojên hefteyê de kursên bi zaravayê Kurmancî û di rojan de jî kursên zimanê Farisî tê dayin. Koordînatorê Kursan ê Şaredariya Rêya Armûşê Faysal Yacan got ku nêzî 100 xwendekarên wan hene û asta yekemîn a perwerdeyê dê 3 mehan bidome.    ‘EM DIXWAZIN RÛPELEKE NÛ VEKIN’   Yacan, diyar kir ku ew dixwazin di xebatên zimanê dayikê de rûpeleke nû vekin û got: “Em li gorî feraseta şaredariya pirzimanî tevdigerin û bi vê boneyê me kursên pirzimanî da destpêkirin. Di qonaxa ewil de me bi kursên Kurdî û Farisî dest pê kir. Mehek û nîv berê serlêdan dest pê kirin û daxwazeke zêde ya welatiyan heye. Niha 100 welatiyan serlêdan kirine. Bo Kurdî eleqeyeke zêde heye. Bû du hefte em perwerdeyê didin. Heke zimanê gelekî neyê qebûlkirin, ew gel jî nayê qebûlkirin. Armanca me ew e ku Kurdî bi temamî bibe zimanê perwerdeyê û were qebûlkirin. Qebûlkirina gelekî ji qebûlkirina ziman dest pê dike.”