Li Edeneyê ji ber ‘protestoyê’ doz li 2 siyasetmedaran hat vekirin 2025-09-21 10:23:09 EDENE - Bi hinceta protestoyên li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, der heqê siyasetmedar Reşat Aşan û Taylan Çelîk de bi îdiaya “Ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin.     Di 21’ê Mijdara 2022’yan de li pêşiya avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Çukurova ya Edeneyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî hat lidarxistin. Îdianameya der heqê kesên tev li çalakiyê bûn de hate amadekirin.    Îdianameya ku beriya niha 2 caran paşve hatibû şandin, ji hêla 9’emîn Dadgeha Giştî ya Edeneyê ve hate qebûlkirin.    Der heqê 42 kesan de biryara neşopandinê hate dayin û der heqê endamê PM’a HDP’ê yê berê Reşat Aşan û rêveberê HDP’ê yê berê Taylan Çelîk de bi îdiaya “ji bo peywirê nedin kirin li ber xwe dane” doz hate vekirin. Hat îdiakirin ku tevî hişyariya polîsan jî kom belav nebûye.    Ji bo Aşan û Çelîk îdiayên weke “Bi hev re tevgeriyane, şimaq li polîs xistine, kursî avêtine û di arîşeyê de polîs birîndar kirine” hatin kirin. Her wiha hate îdiakirin ku koma Aşan û Çelîk di nav de li mertalên polîsan xistine, pêhn û mist danîne polîsan û kursiyên plastîk avêtine. Balkêş e ku di îdianameyê de behsa tundiya polîsan nehate kirin.    Danişîna ewil a dozê dê di 28’ê Tîrmehê de bê lidarxistin.