Li goristana Ermenan hestiyên mirovan li derve ne! 2025-09-02 12:21:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Li goristana Ermenan a li quntarê Gilîdaxê hestiyên gelek mirovan li derve ne. Têkildarî mijarê heta niha tu lêpirsîn nehatine destpêkirin.    Li goristana Ermenan a dîrokî ya li gundê Axûra (Akorî) yê Îdirê, hestiyên gelek mirovan li derve hatin dîtin. Li goristana li quntarê Gilîdaxê (Çiyayê Agiriyê) di navbera du keviran de hestiyên gelek mirovan hatin dîtin.    Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW), têkildarî hestiyan tê lêpirsîn nehatine destpêkirin û tu lêkolîn nehatine kirin. Nayê zanîn ka hestî ji hêla kê ve hatine komkirin û xistine navbera keviran. Tê texmînkirin ku hestî ji hêla diçin serdana goristanê yan jî şivanan ve hatibin komkirin. Tê gotin ku ev hestî, ji hêla defînegeran ve hatine derxistin.