Vegeriya gundê xwe yê 30 sal berê hatibû valakirin: Ez ê têkoşîna xwe li vir bidomînim 2025-09-02 09:02:53   DÊRSIM - Bulent Gozlu ku piştî 30 salan vegeriya gundê xwe yê ji ber sedemên "ewlehiyê" hatibû valakirin, got: "Divê ji bo vegerê binesaziya pêwîst were avakirin. Ez kêfxweş im ku ez vegeriyame gundê xwe. Ez ê li ser axa xwe têkoşînê bidomînim."   Ji ber polîtîkayên "ewlehiyê" yên ku di salên 1990'î de li bajarên Kurdistanê hatin sepandin, bi sedan gund hatin şewitandin, wêrankirin û bi zorê hatin valakirin. Li gorî raporeke komîsyona meclisê ya di 14'ê Çileya 1998'an de hat amadekirin; li Dêrsimê 183 gund û 823 mezrik hatine valakirin. Hejmara mirovên ku di wê heyamê de bi zorê ji gundên xwe hatine koçberkirin zêdetirî 40 hezarî ye.    Her çiqas di pêvajoyên pevçûnan de vegera gundan çêbûbe jî, ew bi sedemên stargeh û "ewlehiyê" ve sînordar bûne. Tevî vê yekê, hin welatî vegeriyane gundên xwe. Yek ji wan, Bulent Gozlu yê 50 salî ye. Gozlu ku gundê wan di sala 1994'an de hat valakirin, piştî 30 salan vegeriya Gundê Kabunê yê girêdayî navenda Dêrsimê. Gozlu ku debara xwe bi xwedîkirina heywanan dikir, destnîşan kir ku ew par bi awayekî mayînde vegeriyaye gund. Gozlu destnîşan kir ku ciwan venegeriyane û got ku gelek kesên din, mîna wî, dixwazin vegerin gundên xwe û pêvajoya ku hatiye destpêkirin derfetek e ji bo vê.    Gozlu bi bîr xist ku dema gundê wan hatiye valakirin ew xwendekar bûye û got ku di wî temenî de ew bi gelek zehmetiyan re rû bi rû mane. Gozlu bi bîr xist ku wî û malbata wî ji ber zilma ku li wan hatiye kirin gund terikandine û got ku ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye, ew bi her cure tundûtûjiyê re rû bi rû mane. Gozlu got: "Di wê demê de em yekem kes bûn ku em ji gund derketin. Leşkeriyê zext li gundiyan dikir. Ew her roj dihatin û gef dixwarin, 'Hûn ê vê derê vala bikin û biçin.' Wê demê, mirov neçar man ku her tiştên xwe bihêlin û gund terk bikin. Malên mirovan hatin bombebarankirin."   ‘JI BER VEGERIYAME KÊFXWEŞ IM'   Gozlu got: "Bi rastî, gelek kes hene ku dixwazin li cihê ku lê ji dayik bûne û mezin bûne bijîn. Ew xeyal dikin ku werin vir. Ez nizanim gelo jê re bêjim hesret an xwestek. Lê ez kêfxweş im ku li vir im. Hewaya paqij, cihê ku hûn lê ji dayik bûne û mezin bûne, çiyayên bêdeng... Her tişt aîdî we ye. Ez ê li axa xwe, li herêma xwe têkoşîna xwe bidomînim. Berî ku ez vegerim, kar4geheke min hebû. Min ew li dû xwe hişt û niha ez heywanan xwedî dikim. Bermahiyên wî şerê salên 1990'î hîn jî li çêregehê mane. Zîn û halterên heywanên ku di bombebaranê de hatine kuştin hîn jî li wir in."   ‘DIVÊ GAV BÊN AVÊTIN'   Gozlu destnîşan kir ku her kes dixwaze pêvajoya şer ku bû sedema valakirina gundên wan, bi dawî bibe. Gozlu got: "Divê dewlet di vî warî de gavên samîmî bavêje. Pirsên min li ser pêvajoyê hene. Ji ber ku berê pêvajoyeke aştiyê hebû. Di wê pêvajoya aştiyê de, dewletê taktîkek astengkirinê bi kar anî. Li her derê qereqol ava kir. Li gor xwe kir. Ez hêvî dikim ku ev careke din çênebe. Ger em bi rastî ji bo aştî, edalet û serweriya hiqûqê ne, divê girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê tavilê werin berdan. Ango, divê di pratîkê de tiştek were kirin."   Gozlu diyar kir ku divê ji bo kesên ku di vê pêvajoyê de ji gundên xwe hatine koçberkirin jî hewl were dayîn û got: "Vegera gundan tenê dikare bi awayekî rêxistinî were pêkanîn. Berê jî hewl hatine dayîn. Ger partiyên siyasî xwe ji nû ve rêxistin bikin û bi gel re têkilî daynin, dê hîn çêtir be. Hatina gund ne pirsgirêk e ji ber ku yên ku tên gund malên wan tune ne; zeviyên wan, darên wan, her tişt wêran bûye. Pirsgirêk ne tenê vegera gund e. Ango, divê em ji bo vê yekê binesaziyê biafirînin. Ji bo vê yekê divê şandeyên gundan û hevgirtin werin avakirin."   MA/ Şîrvan Şîlan Çîl