Kurtulmuş: Ji bo komîsyonê dê bingeheke qanûnî were nîqaşkirin 2025-08-27 14:22:26 ENQERE - Nûman Kurtulmuş, di civîna komîsyonê de axivî û got: “Ez fikrên ji bo avakirina zemîna qanûnî yên ji bo pêvajoya pêş de gelek watedar dibînim.” Civîna 6’emîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Meclisê hatiye avakirin, bi tevlibûna nûnerên Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) dest pê kir. Serokê TBB’ê Erînç Sagkan û hiqûqnas dê têkildarî pêvajoyê nêrînên xwe parve bikin.    Di destpêka civînê de Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş axivî. Kurtulmuş, geşedanên di pêvajoyê de weke “firsendeke dîrokî” nirxand û got komîsyonê xebatên xwe yên heta niha bi serkeftî domandiye.    'DIVÊ ÇaRÇOVEYKE QANÛNÎ WERE AVAKIRIN’    Kurtulmuş, got ku êdî avakirina çarçoveyeke qanûnî ya li gorî pêvajoyê mecbûrî ye û got: “Di vê çarçoveyê de, yekitiya baroyên me jî di nav de, dê piştevaniya camîaya hiqûqê ya Tirkiyeyê gelek biqîmet û sûdewer be. Îro jî dê serokê TBB’ê û nûnerên ji baroyên cuda biaxivin. Ez fikrên ji bo avakirina zemîna qanûnî yên ji bo pêvajoya pêş de gelek watedar dibînim.”   ARMANCA RIZAYA CIVAKÊ    Bi domdarî Kurtulmuş anî ziman ku komîsyon armanc dike ku rizaya civaka Tirkiyeyê zêdetir bike û got: “Di serî de endamên komîsyona me, berpirsyartiyeke mezin dikeve ser milê partiyên me yên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin. Ji bo ev pêvajoya ku Tirkiye bi modeleke li gorî xwe birêve dibe bi ser keve, bêguman divê piştevaniya civakê zêde bibe û derdorên cuda jî piştgiriyê bidin.”    'DIVÊ EM PIŞTEVANIYA RAYA GIŞTÎ ZÊDE BIKIN’    Bi domdarî Kurtulmuş bi bîr xist ku hefteya bihûrî li Dayikên aştiyê, Dayikên Şemiyê û xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane guhdarî kirine û wiha pê de çû: “Tevek jî dibêjin ‘me bedel da lê bila êdî zarokên vî welatî bedelê nedin. Me zarokên xwe binax kirin. Bila êdî ne zarokên me lê çekên me binax bibin.' Divê her yek ji me bi baldarî gotinên xwe bike û piştevaniya raya giştî zêde bikin.”    'PÊŞKETINEKE MEZIN ÇÊBÛ’   Kurtulmuş, axaftina xwe wiha qedand: “Ji pêvajoyeke 9 mehan kêmtir de pêşketineke pir mezin di pêvajoyê de çêbû. Dema em bi pêvajoyên li welatên cuda re didin berhev, asta ku ew di 4-5 salan de gihiştinê me di 9 mehan de xwe gihandê. Bendewariya miletê me ya ji me jî ev e.”