Li dijî xutbeya Diyanetê bertek: Divê jin bi awayeke xurt têbikoşin 2025-08-25 09:55:45 STENBOL - Berdevka Giştî ya SKM’ê Tanya Kara diyar kir ku tê xwestin dijminatiya li hemberî jinan jinûve were dîzaynkirin û got: “Girîng e ku têkoşîna ji bo jiyaneke wekhev û azad bi awayekî herî xurt were birêxistinkirin.”    Bertekên li dijî xutbeya Serokatiya Karên Diyanetê ku jin û destkeftiyên wan hedef digirt, didomin. Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara, têkildarî mijarê axivî.   Tanya Karayê, diyar kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li cîhanê li dijî mafên jinan êriş hene û sedema êrişan pergala nêrza ye û wiha axivî: “Hewl didin qeyrana heyî bi êrişên li dijî mafê jinan binixûmin. Erdogan, di dawiya sala 2024’an de ji bo sala 2025’an got ‘sala malbatê.’ Piştre em bi pêvajoyeke nû re rû bi rû man. Erdogan, têkildarî polîtîkayên nifûs û malbatê du lijne ava kir û got ‘ji bo erkê ez bangî Dîyanetê dikim.’ Bi vî rengî, li gorî çarçoveya Îslamîzma polîtîk xwestin 'jinên meqûl' ên 'civaka meqûl' ava bikin.”   HEWLDANA DÎZAYNKIRINA CIVAKÊ       Bi domdarî Tanya Karayê destnîşan kir ku êriş û midaxileyên li dijî azadî û jiyana jinan ne nû ne û wiha pê de çû: “Em dibînin ku Buroyên Malbat û Rêberiya Olî yên ku hatine avakirin, şîretan li jinan dikin ku li dijî tundiya mêr di malê de bi sebir rûnin û îtaet bikin. Ev buro, di sala 2002’yan de piştî desthilata AKP’ê hatin avakirin û niha roleke çalak dilîzin. Di xutbeyên Diyanetê de hevzayendî bi awayeke jirêderketî, kincên jinan jî ne li gorî exlaq tê pênasekirin û li dijî mafê jinan ê mîrasê êriş hene. Em dibînin ku li li ser esasê dijminatiya LGBTÎ+ û jinan dixwazin civakê ji nû ve dîzayn bikin. Hewl didin ku civakê li gorî rêgezên exlaqî yên Îslamîzma polîtîk rêxistin bikin.”    TÊKOŞÎNA WEKHEVÎ Û JIYANA AZAD       Di berdewamê de Tanya Karayê, anî ziman ku hemû mafên jinan encama têkoşîneke zehmet û dirêj in û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê li dijî xutbeyên ku laş, jiyana jinan dikin hedef têkoşîneke xurt bê dayîn. Ji bo pêşerojê têkoşîna jiyana azad û wekheviyê ya jinan girîng e. Di van mercên ku tundiya li dijî jinan û polîtîkayên dijminatiya jinan zêde dibin de em ê berpirsiyariya xwe bi cih bînin.”