Dîroknasê sosyalîst Laikos piştgirî da banga Ocalan 2025-08-22 15:38:33 ENQERE - Dîroknasê sosyalîst Antonis Laikos, bi peyamakê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan û got: "Ez piştgiriyê didim kesên jiyaneke li ser rêgezên rêzgirtina li hemberî hev, lihevkirin û pêkvejiyanê diparêzin."     Profesorê dîrokê yê sosyalîst Antonis Laikos, bi peyamekê piştgirî da Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.    Peyama Laikos wiha ye: “Di van du sed salên dawî de li erdnîgariya me ya Balkan, Anatoliya û li Rojhilata Navîn çemên xwîn û hêsiran diherikin. Dergûşên qedîm ên şaristaniyê îro veguherîne mîna warên wehşetê. Dema mirov ji dûr ve li vî wêneyî dinihêre; dibêjî qey 'Mîna pevçûneke di navbera zarokên Sara û Hacerê de ya domdar e: Gelên bi sedan salan bi hev re di heman bajaran de, di heman gundan de jiyan; gelên bi hev re ji heman çeman av vexwarin, li heman bazaran danûstandin kirin.... Metîngeriya ku bi netewe dewletê re bû ye, ev civak ji warên wan kir; bi xwe re jenosîdên etnîkî, qirkirin afirand. Erê baş e lê mirov dê çawa bikarin rûmet û mafên hev nas bikin û di nava aştiyê de bijîn? Rêya vê di van her sê peyvan de veşarî ye: 'rêzgirtina li hemberî hev', 'lihevkirin' û 'pêkvejiyan'. Ev rêgez û nirx, hem ji bo Tirkan û Yewnanan, hem jî ji bo Tirkan û Kurdan derbasdar in. Bi vê sedemê jî ez bi wan hêzên van her sê rêgezan bi Tirkî, bi Kurdî, Bi Yewnanî diparêzin cih digirim."    ANYONIS LAIKOS KÎ YE?       Profesorê dîrokê Antonîs Laikos, di sala 1947'an de ji dayik bû û ji Zanîngeha Atînayê teqawid bû. Di sala 1969'an de dema li Zanîngeha Selanîkê li beşa dîrokê xwendekar bû, ji hêla Cuntaya Serhengan ve hate girtin û di sala 1973'yan de hate berdan. Di berhema xwe ya "Yên Dixwazin Dinyayê Biguherînin Netewe Çawa Pênase Kirin" de nêzîkatiya sosyalîstan a li dijî pirsgirêka neteweyî bi rexneyî vegot. Laîkos, demekê di lijneya rêveberiya Syrîzayê de jî cih girt. Laikos, endamê Lijneya Weşanê ya Kovara Historeinê û European Science Foundation Network of National Histories in Europe'yê (NHIST) ye.